logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Şahidên dîrokê di ‘Esmanê Sor’ de diaxivin

Pirtûka bi navê *Esmanê Sor, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930” ji Weşanên Dozê derket. Pirtûka ku nivîskar Nihat Gult

  • Dîrok: 04/05/2022
  • Beş: Berhem

Diyarname

Pirtûka bi navê "Esmanê Sor, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930” ji Weşanên Dozê derket. Pirtûka ku nivîskar Nihat Gultekîn amade kiriye komkujiya li Geliyê Zîlan û wî serdemê ronî dike.

Pirtûka niha li ber dest bûyereke bi êş a di nav dîroka kurdan de ji nû ve tîne rojevê, zelal dike û digihîne serdema niha. Di tîrmeha 1930’yî de li newaleke Erdîşê, Erdîşa wanê ku wekî Geliyê Zîlan hatiye bihîstin û zanîn diqewime. Heta niha li ser vê bûyerê bi tirkî pirtûk derketine lê pirtûka li ber destê me bi kurdî ye û şahidên wê demê tîne pêşberî xwendevanan. Nivîskar Nihat Gultekîn salên xwe dane vê xebatê. Ew çûye li geliyê geriya ye, li gund û newalan, mirov dîtine, şahid peyda kirine, guh dane wan û tiştên wan gotine û nîşan dane tomar kirine. Wî ev yek wekî belgefîlmekî belav kiribû û niha jî bi navê "Esmanê Sor, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930” pirtûka wê belav kir.
LI SÊ ÇIQAN KOMKUJÎ

Li gor agahiyên di pirtûkê de sê çiqên geliyê ku komkujî lê çêbûye hene: Hecî Dêran, Hemoyan û Bekiran. Niha em guh didin amadekarê pirtûkê, “Her sê çiqan navê xwe ji eşîran girtine. Ev herêm cihekî gelek mezin e. Heke komkujiya ku di bûyera tîrmeha 1930’yî de çêbû neqewimîbûya dibe ku qet bala me nekişanda. Me yê nizanibûya ev der di nexşeyê de li ku derê ye. Bi ya min ev dever û ev karesat ji bo kurdan û mirovahiyê jî divê zelatir bibe.”

‘AFGANÎ ANÎNE BI CIH KIRINE’

Ji pirtûkê em agahiyên “Ji 15 hezarî zêdetir kurd di vê bûyerê de hatine kuştin, yên mayî jî hatine sirgûnkirin” dixwînin û dûre ev agahî tên pêş çavan: “Gelek kurd çûn sirgûnê, xaniyên wan hatin şewitandin, gundên wan hatine valakirin, cihê komkujiyê jî ketina wir bo 20 salan hatiye qedexekirin. Gelek niştecihên Geliyê Zîlanê kirine girtîgeha Edeneyê. Dest danîne ser axa wan û dane hinek kesên din ku wekî çewlik bikar bînin. Ji bilî vê hinek kesên ji welatê Afganistanê di axa Zîlanê de bi cih kirine. Di dîrok û mejiyê kurdan de ew dem û dewran êşeke bi bandor hiştiye.”

Di pirtûkê de 15 hevpeyvîn hene ku 12 şahidên bûyerê axivîne. Berî pirtûk bê çapkirin ji şahidan Tahir Nas, Riza Sargut, Abdurrahman Gurbuz, Salih Polatcan û Vahyettin Îlçî dimirin û ew çapa pirtûkê nabînin. Agahiyên şahidan jî balkêş in. Ji wan Tahir Nas dibêje, “Tiştên hatine serê me bila neyên serê gurê har”, Ali Taştan dibêje, “Niha jî Kundikê (qala gundekî dike) da hestiyên mirovan tijî ne”. Dîsa ji wan Abdulbakî Çelebî jî wisa dibêje, “Metreyekî bilindtir, metre û nîvekî qalimahîya hestiyan hebû.”

ARMANC: 'EM PÊVAJOYA DÎROKÎ JI BÎR NEKIN'

Nivîskar Nihat Gultekîn ku berî vê pirtûkê bi navê “Tahir Nas - Şahidekî Komkujiya Geliyê Zîlanê” (Weşanên Lîs, 2020) pirtûkek din amade kiribû li ser armanca vê pirtûkê wisa dibêje, “Di vê kitabê de armanca min ev e ku, bi gotinên şahidên li pey komkujiyê trajediya hatiye jiyîn wekî belgeyekê pêşkêşê xwendevanan bikim. Armanca min bi tenê ev e ku em vê pêvajoya dîrokî ji bîr nekin, nedin jibîrkirin.”

NÎHAT GULTEKÎN KÎ YE?

Nivîskar Nîhat Gultekîn di sala 1971’ê de li gundê Girberanê yê bi ser Bazîda Agiriyê de hatiye dinê. Piştî xwendinê di navbera salên 1989-1991’ê de li Bazîdê mamostetiya wekîlî kiriye. Wî li Bazîdê sê salan Serokatiya Komeleya Ehmedê Xanî kiriye. Bi xanima xwe Bahar Gultekîn û birayê xwe Mehmet Gultekîn re pêc salan li ser Salnameya Ehmedê Xanî (2008 – 2013) xebitiye û ew her sal çap kirine (Weşanên Belkî). Ji bilî van pirtûkên wî bi navê “Jiyaneke li pey zanyariyên kurdî kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl” (Weşanên Lîs, 2019) û  “Tahir Nas - Şahidekî Komkujiya Geliyê Zîlanê” (Weşanên Lîs, 2020) derketine. “Esmanê Sor” ku niha derket pirtûka wî ya dawî ye. Ji bilî van, di hin kovar û rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin. Ew endamê PEN’a Kurd e.

- Esmanê Sor, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930 / Nîhat Gultekîn / Weşanên Doz / Dîrok-Lêkolîn /  Adar 2022 / 236 rûpel

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Serketiyên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt diyar bûn

ad

2024: Yên ku xatir xwestin

ad

Di festîvala Amedê de Konferansa Ehmedê Xanî

ad

Ji 'Russia 2018' notên derketin pêş

ad

Salvegera rojnamegerên kurd pîroz be

ad

Dê ferhenga Tibê çêbikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname