logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)
  2. 'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya
  3. Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên
  4. Xelata Tibê ya Nobelê dan sê zanyaran
  5. Tirkiye carek din têk çû
news-details

Ji 'Russia 2018' notên derketin pêş

Tûrnûvayeke din a Kûpaya Cîhanê bi dawî bû û heta 2022’yan xatir xwest. Di Kûpaya Cîhanê Rusya 2018 de notên ku derketin

  • Dîrok: 15/07/2018
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2018

Berhevkar: Cemil Oguz

Tûrnûvayeke din a Kûpaya Cîhanê bi dawî bû û heta 2022’yan xatir xwest. Di Kûpaya Cîhanê Rusya 2018 de notên ku derketin pêş me dan hev. Fermo:

Xelata 20 salan hat cih
Fransayê di sala 1998'an de yekem car Kûpaya Cîhanê biribû mala xwe. Dixwest carek din bi ser bikeve. Zarokên ku di 98’an de li birên xwe temaşe dikirin vê carê li sehayê bûn û kûpa bi dest xistin.

Yekem car Fair-Play rê da tîmek
Di dîroka Kûpaya Cîhanê de yekem car pûanên du tîman yek derdikevin, golên avêtine û yên ku xwarine jî yek derketine çêbû û di dawiyê de tîmek bi rêbaza Fair-Play bi ser ket: Japonya. Her tiştê Polonya û Japonya yekbûn loma FIFA'yê serî li Fair-Play da û Japonya ji ber ku ji Polonyayê hindiktir qertên zer dîtibûn ew ji komê derket û derbasî Dora 16'an bû.

Tîmên derketin pêş: Hirvatistan û Japonya
Hirvatistan surprîz çêkir, pêşî çarîk fînal, paşê nîv fînal û herî dawî jî derket fînalê. Ev surprîza herî mezin bû. Di nîv fînalê de îngilîz kêfxweş bûn ku Hirvatistan derketiye pêşberî wan; digotin ew dê herin fînalê, bi ser pozê xwe re li Hirvatistanê dinêriyan lê hirvatan nîşanî îngilîzan da ku tu çiqas bilind bifirî ew qas bilez tuyê li erdê bikevî. Hirvat çûn fînalê lê îngilîz ne tenê çûyîna fînalê, nekarîn bibin sêyemînê dinyayê jî.
Her wiha Hirvatistan di dîroka xwe de yekem car bû derdiket fînalê û bi vê yekê wan notek din li dîroka xwe ya fûtbolê kir.
Japonyayê di Koma H de Kolombiya bi 2-1 têk bir (19.06.2018) ku vê yekê kir ku Japonya firsendê bi dest bixe ku ji koman derê. Japonya ku kesî hêvî nedikir ji koman derê baweriya heyî ser û bino kir. Her wiha lîstikvanên japon piştî têkçûn û xatir ji tûrnûvayê xwestin balkêş e odeya li stadê ku kincên xwe diguherînin û derdikevin maçê paqij kirin û ji odeyê derketin. Vê yekê kir ku her kes ji bo wan lîstikvanan li çepikan bide.

Tîmên xeyalên alîgirên xwe şikandin
Almanya ku Kûpaya Cîhanê ya 2014'an biribû mala xwe nekarî ji nav koman derê. Bi ser de jî di maça koman a sêyemîn de li hemberî Koreya Başûr bi 2-0 têk çû. Berî kûpayê nîqaşa lîstikvanên bi eslê xwe tirk û yên alman de nexweşî hebû ku ev têkçûn bi vê ve jî hatibû girêdan. Lîstikvanên bi eslê xwe tirk li Îngilistanê çûbûn serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û ev yek li Almanyayê bûbû sedema nîqaşê.
Tîma ku herî zêde xeyalên temaşevanên xwe şikand Almanyayê bû û paşê Arjantîn, Portekîz û Spanya hatin. Ev her sê tîmên din ku di nav favoriyan de bûn tenê karîn heta Dora 16'an herin û di vê dorê de têkçûn.
Fransizan Arjantîn şand mala xwe, Ûrûgayê jî Portekîz şand mal û her du tîman nehişt ew derkevin çarîk fînalê.  Her wiha Messi û Ronaldo ku hêvî ji wan hebû ligel tîmên xwe ew jî vegeriyan mal û wan jî hêviya hezikiriyên xwe şikandin.
Û Rusya ku mazûvan bû di Dora 16'an de ji bo spanyolan got "Mazûvaniya min ew qas e, em we li vir naxwazin" û ew şandin mal.

Maçên bi pir golan
Di kûpayê de çend maç bi pir golan xwe nîşan dan. Yên ku bi ser 5 golan re xwe nîşan dan bal kişandin. Rusyayê di maça yekemîn a Kûpayê Cîhanê de tam 5 gol avêtin Erebistana Siûdî (14.06.2018)
Di Koma G de Belçîkayê tam 5 gol avêtin Tûnûsê; Tûnûsê bi 2 golan bersiv da lê encam neguherî (23.06.2018)
Îngilistanê 6 golan avêtin Panamayê û yek xwar, 7 gol hatin avêtin; Bi vê yekê di vê kûpayê de maça herî bi golên zêde hatiye bi dest xistin ev hat tomarkirin. (24.06.2018)
Di yek maçê de golên zêde di maça Portekîz û Spanya (15.06.2018) de ku 6 gol hatin avêtîn  (3-3) û di maça Fransa û Arjantînê de xwe nîşan da: 7 gol (Maç bi 4-3 bi dawî bû) 

Lîstikvanê herî extiyar û ê herî ciwan
Di tûrnûvayê de lîstikvan qeleparêzê Misirê Essam Al-Hadary 45 salî bû û bi vê wekî lîstikvanê herî extiyar ê vê tûrnûvayê hat hilbijartin.
Lîstikvanê Frasayê Mbappe ku di serketinê de gelek keda wî jî hebû wekî lîstikvanê herî ciwan ê gol avêtiye ket nav dîrokê. Di nav dîrokê de Pele bi emrê 19 di Kûpaya Cîhanê de gol avêtibû û niha Mbappe jî li vê dîrokê zêde bû.

Tiştên nû
Di vê tûrnûvayê de yekem car “VAR” (Video Assistant Referee / Hakemê Alîkar Vîdeo) hat bikaranîn. Hakêmên ku di biryardayîna hin xalan, wekî penaltî, gol, nîşandayîna qertan de tam ne bawer bûn, serî li VAR’ê dan. Herî dawî di maça fînalê de jî hakêm ne bawer bû çû lê mêze kir û biryara penaltiyê da.
Her wiha biryara ku FIFA’yê girtibû ku di demên zêdek de dikare lîstikvanê 4’em jî bê guherandin di vê tûrnûvayê de hat cih. Di fûtbolê de 90 deqe tîmek dikare tenê 3 lîstikvanan biguherîne.

Serketiyan xelatên xwe girtin
Ji bilî fînalê wekî her gavê lîstikvanên serketî jî hatin hilbijartin.
Lîstikvanê îngilîz Kane bi 6 golan bû golavêjê tûrnûvayê.
Qeleparêzê belçîkî Courtois wekî qeleparêzê herî serketî hat hilbijartin û lepikên zêrîn girt.
Kaptanê Hirvatistanê Modric ku 3 caran wekî lîstikvanê herî serketî yê maçê hatibû hilbijartin bi îro re wekî Lîstikvanê Herî Serketî yê Tûrnûvayê hat hilbijartin û Goga Zêrîn girt.

3’yemîn ‘Hem lîstikvan hem teknîk dîrektor’ê serketî
Berî niha di Kûpaya Cîhanê de kesên hem wekî lîstikvan,hem wekî teknîk dîrektor ev kûpa girtine du kes hebûn. Mário Zagallo ê brezîlî di salên 1958 û 1962'yan de wekî lîstikvan, di sala 1970'ê de wekî teknîk dîrektor; dîsa Franz Beckenbauer di sala 1974'an de wekî lîstikvan û di sala 1990'î de wekî teknîk dîrektor ev kûpa girtin. Îşev Teknîk Dîrektorê Fransayê Didier Deschamps jî li van zêde bû. Deschamps di sala 1998'an de wekî kaptanê Fransayê li sehayê bû û ev kûpa girtibû.

Şampiyon Fransa çawa hat heta vir?
Gotina dawî: Fransa çawa heta fînalê hat? Fransayê di Maçên Koman de ligel Avustralya, Perû û Danîmarkayê lîst û wekî 1'emînê komê ji komê derket. Di Dora 16'an de bi 4-3 Arjantîn têk bir. Di çarîk fînalê de Ûrûgûay bi 2-0 têk bir û herî dawî di nîv fînalê de bi 1-0’ê Danîmarka şand mal û hat fînalê.

 

***

Nivîsên din ên  Cemil Oguz li ser Kûpaya Cîhanê ya 2018'an:

- Hirvatan ne fûtbol, lê îngilîz şandin mal! 

- Favorî her gav ne favorî ye! 


- Çernîşevkî Rusya rakir piyan!

- Lehengên her du favoriyan li sehayê bûn û bi temamî 6 gol hebûn 

 ***


Ji bo agahiyên berfirehtir fermo rûpela me ya taybet:

- RÛPELA TAYBET A KÛPAYA CÎHANÊ 2018   

***

REKLAM:

Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin... 

www.bizebiletal.com

  

Parve Bike

Youtube Me

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Li QAMIŞLO'yê çend dibistan hene? Rewşa perwerdehiyê niha çawa ye?

news

Amedspor dikaribû ji Kasimpaşaşê 3 pûanan bigire?

news

Li Rojava dibistanan bi boykotê dest pê kir

news
Kûpaya Cîhanê 2018 - Nivîsên Dawî
news
  • 20 07 2018

Ji pencereya Twitterê re Kûpaya Cîhanê

news
  • 15 07 2018

Û fînal hat, kerem bikin

news
  • 15 07 2018

Gotinek din navê, Şampiyon Fransa

news
  • 15 07 2018

Ji 'Russia 2018' notên derketin pêş

news
  • 14 07 2018

Taktîkên îngilîzan bi kêr nehatin; 3'yemînê Dinyayê Belçîka ye

news
  • 13 07 2018

Îdîaya Infantino: Ev organîzasyona herî serketî ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Komleya Nivîskaran girtina nivîskaran şermezar kir

ad

Li ser dîroka bûyîna mirovan agahiyên nû

ad

Super Kupa: PSG û Aston Villa kay kenê

ad

Xelata Mikemeliyê dan Derviş Zaîm

ad

ESP: 'Nasnameya kurdî bixin Makezagonê'

ad

'Êşa Genim' derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

  • 05 10 2026
news

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

  • 06 10 2026
news

Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên

  • 06 10 2026
news

Xelata Tibê ya Nobelê dan sê zanyaran

  • 05 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname