Diyarname
Parêzerê Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli parêzer Mehmet Emin Aktar got ku ligel parêzeran hevdîtina wan heta 5 rojan hatiye qedexekirin. Aktar got ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye û ligel vê biryara astengkirina nêrîna li dosyayê jî hatiye girtin loma nahêlin parêzer jî li dosyayê binêrin. Aktar diyar dike ku ji ber vê yekê ew nizanin ji ber çi hatine binçavkirin lê texmîn dikin ku ji ber du lêpirsînên cuda ew hatine binçavkirin. Sedema gihîştina vê encamê jî Aktar van gotinan bi rêz dike: "Roja lêgerîn kirin li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin hem jendirmeyan hem polîsan lêgerîn dikir. Di destê polîsan de biryara lêgerîna ji bo her cihê şaredariyê bikin hebû, lê jendirmeyan tenê li odeya Anli lêgerîn kirin. Ji ber vê yekê dixuye ku du lêpirsînên cuda hene. Di dema lêgerînê de deriyên şaredariyê hatin şikênandin. Pêşî destûr nedan parêzer bikevin hundir. Lewra bi temamî li çi geriyan, yan jî çi girtin em nizanin."
**
Nûçeyên Elqedar:
- Polîsan êrîşê wekîlan jî kir
- Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli hatin binçavkirin kirin


