___Dilyar Amûdî___
Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye? Pirseke balkêş e lê di vê serdemê de bersiva wê carinan “erê” ye.
Stranek heye ku vê pirsê dike û bersivê jî wisa dide;
Ji min re bibêje, çavên te qehweyî, şîn yan jî kesk in?
Gelo tu (qehweyê) bi şekir û şîrî vedixwî yan jî sade?
Ha wekî min î!!
Vê dawiyê hinekî zehmet bûye
Min perçe bi perçe difiroşin
Naxwazim bibim perçeyek hunera modern
Lê tenê nîv-dilekî min heye ku bidim te
Hêvî dikim besî te be
Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?
Pêdiviya min niha bi te heye lê ez hîn te nanasim
Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?
Ji ber aniha pêdiviya min bi te heye
Dikarî zûka min bibînî
Di nava fikirên xwe de winda me
Erê, pêdiviya min bi te, NIHA, heye
Lê hîn te nanasim
Ez dixwazim tu van tiştan bizanî
Lê ez hîn te nanasim
..
Straneke xweş e û hestên wê kûr in lê gelo sedem çi ye ku mirov nikare kesekî an kesekê di nav mîlyonên kesên li ber çavan peyda bike lê dil dikeve kesekî ku nedîtiye? Mirov dikare vî tiştî wekî evîn bi nav bike?
Gava mirov hinekî bi kûrahî li ser difikire, wisa dixuye ku ev paktirîn evîn e, ji ber ku mirov ji gotin, fikir û rihê wî kesî/ê hez dike. Ne ji dîtin an dirûvên wan ne jî hêviyeke cinsî li dû heye. Lê ma bi rastî jî wisa ye?
Li gorî hinek lêkolînan sedemên vê bûyerê hene û ew wisa ne:
Mirov tiştên ne li ber çavan idealîze dike. Valahiyan li ser kêfa xwe û bi dilê xwe dadigire. Hinekî wisa ye, gava mirov ji tiştekî yan du tiştên kesekî hez dike, mirovê dibêje qey dê ji her tiştê wî kesî hez bike û hemû tiştên din li ser kêfa xwe dîzayn dike. Navê vê jî Halo Effect e.
Sedema din jî ew e ku bêtir li himberî kesên navdar çêdibe. Navê vê jî Parasocial Interaction e. Kesek bi awayekî yekalî dil dikeve kesekî navdar û di serê xwe de xeyalekî derbarê wî kesî de çêdike.
Tiştekî din jî heye navê wê “Hyperpersona Model” e; ew jî gava ku mirov online hev dinasin û ji hev re dinivîsin, dilê xwe hêsantir vedikin û agahiyan bêtir didin. Helbet ev tişt jî girêdaneke xurtir di navbera her du kesan de çêdike.
Her wiha meseleya dopamînê jî heye ku mirov bi kelecanê jî zêde dibe. Ji ber mirov kelecanî dibe ku xeyala tiştekî xweş dike û pêşbîn dike ku ew ê çêbibe.
Her wiha balkêşiya nepeniyê; mirov dixwaze tiştên nepen balkêş dibîne, dixwaza fêm bike û têkeve kûrahiya wê.
Lê sedemeke giringtir heye; heger tu tenê bî û tu valahiyek di jiyana te de hebe, reng e ku tenê di rêya nivîsînê re tu dil têkevî kesekî.
Welhasil evîn çiqasî xweş be jî, divê mirov hay ji îlîzyonan hebe, divê ji bîr neke ku mirovên tekûz tune ne û kêmasiyên me hemûyan hene. Her wiha divê em bizanin ku heyat ji yek kesî mezintir e, ew piştî wî jî dewam bike..
***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil
- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?
- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?
- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e
- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'
- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn
- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?
- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!


