___Serwet Ornek___
Ziman, îmtîyazeke mirovî û têgeheke pir alî ye. Ji vê bonê ji alîyê zimannasan ve bi nêrînên cuda hatiye pênasekirin. Li gor Aksan, “ziman hebûneke efsûnî ye, piralî ye û dema ku bi perspektîfên cuda bê nihêrtin, taybetmendiyên cuda eşkere dike û gelek sirên nepen vedihewîne û ji bo avakirin û parastina mîrateya çandî ya mirovan û civakan sazîyeke bingehîn e.” Ünalan ziman, wekî refleks û veguhezkarê awayê jiyanê, çandê; nêrîna cîhanê û qonaxên dîrokî yên neteweya ku pê diaxive û her weha têkiliyên ku ew bi civakên din ra ava dike, pênase dike. Macit M. Cavkaytar, balê dikişîne ser aliyê wê yên axaftinê û diyar dike ku ziman ne tiştek fêrbûyî ye, lê jêhatîbûneke bi awayekî xweber hatî bidestxistin e ku bi devkî tê veguheztin. Diyar e ku ziman, ji bo fêmkirina hawîrdora mirovî ya çandî, civakî û sîyasî amraza vegotinê ya herî girîng e. Ziman, kana çanda mirovahîyê ye û şîrovekrin û nirxandina berhemên devkî û nivîskî hatine hilberîn bi saya ziman pêkan dibe. Ziman qada ji xwe fêmkirinê û xwe pêkanînê ye. Ji ber ku ziman nîşaneyên kesayeta mirovan vedihewîne mirov dikare kesayeta mirovan bi rêya ziman binirxîne û bişopîne. Bê mirov tu hebûneke din xwedî rabirdu û paşerojê nîne. Ev taybetmendîya zimanî ji bo veguhestina zanîna rabirduyê, ji bo vegotina niha û paşerojê derfeteke bêhempa dide mirovan.
Zimanê her kesî li gor şert û mercên wî yên perwerdeyî, takekesî û civakî têşe digire û axaftvanê her zimanî xwedî zimanekî taybet e. Pêkan e ku ev zimanê taybet li gor şêwaza jiyana mirov û zanîna ku wî/wê berhev kiriye were guhertin. Bêguman kesayeta mirovan a civakî û çandî li gor erdnîgariya jidayikbûna wan û zimanê ku ew diaxivin têşe digire. Mirov bi her awayî bi zimanê zikmakî ve dorpêçkirî ye. Bîr û bawerîya mirovan li gor vê zimanê xwemalî têşe digire, dikemile û di derbarê jîyan û kesayeta wî/wê de agahîyan dide me. Di vê pêvajoya hînkirinê de pêdivî bi qursan, perwerdeya formal û bi dersên taybet jî nîne, fêrbûna ziman xwe bixwe pêk tê û mirov bi awayekî xwezayî bêyî ku hay jê hebe dibe koleyê zimanê ku dinav de welidîye. Bi me wer tê ku em desthilatdarê ziman in lê esasen ziman xwedîyê kesayeta me ye; haya me jê nîne. Ji vê bonê ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; di heman demê de hevîrtirşê avakirina sazîyên civakî, çandî û netewebûnê ye.
Pêdiviya mirovan a ji bo xweîfadekirinê ji kêliya afirandinê ve dest pê kiriye û ev pêdivî bi awayên cûrbecûr pêk hatiye. Hin caran bi rêya nîşanan, hin caran bi rêya axaftinê û hin caran jî bi rêya nivîsandinê hatiye pêşwazî kirin. Daxwaza ragihandinê, civakîbûnê û hiştina mîrateyekî ji bo paşerojê bi bikaranîna ziman pêkan bûye. Bi şiyana xwe ya zimannasî, mirov berê ji hawîrdora xwe agahdar bûye, bi agahiyên ku ji hawîrdora xwe bi dest xistine raman hilberandine û dû ra jî ramanên xwe anîne ziman.
Mirov bi rêya ziman danûstandinên rojane dike û fikir û ramanên xwe parve dike. Ji vê bonê ne civak bêziman dibe ne jî ziman bêcivak. Pêvajoya pêşveçûna ziman û dîroka ziman bi rêya nivîsê tê şopandin. Bi îcadkirina nivîsê ra, ragihandina hest û ramanan hêsantir bûye. Bi rêya nivîsê, mirovahîyê bûyerên girîng ên dîrokî tomar kirine û ew ragihandine nifşên nû.
Zimannas, ziman wekî zimanê axaftinê û zimanê nivîskî disenifîn. Mirov dema ku ragihandinê bi axaftunê bike, zimanê devkî bikar tîne; dema ku bixwaze hest û ramanên xwe bi nivîsê bîne ziman, zimanê nivîskî bikar tîne. Zimanê nivîskî, zimanê wêjeyê ye, standartkirî û çêkirî ye; zimanê axaftinê xwezayî ye û di jîyana rojane de li gor jîngeha civakî guherbar e.
Ew rastiya baş tê zanîn ku mijara bingehîn a zimannasiyê zimanê axaftinê ye û ev tespît ji hêla hemî zimannasan ve tê qebûlkirin. Zimannasiya avahîsaziyê, bi delîlên ku "axaftin ji nivîsandinê kevintir û berbelavtir e; sîstemên nivîsandinê yên tên zanîn li ser yekîneyên zimanê devkî ne” vê ramanê xurttir dike.
Zimanê Axaftinê, zimanê ku di jiyana rojane de tê bikaranîn e û ji zimanê nivîskî cuda ye. Zimanê ku mirov bi devkî bi hev ra têkilî datîne, zimanê axaftinê ye. Çavkaniya zimanên nivîskî zimanê axaftinê ye. Zimanê nivîskî bêyî zimanê axaftinê nayê ava kirin lê zimanê axaftinê, bêyî zimanê nivîskî her heye. Ji ber vê taybetmendîyê, di cîhanê de nêzikî çar pênc hezar ziman tên axaftin lê pergala wan a nivîskî nîne. Zimanê axaftinê di nav herêmeke zimanî de li gor jîngeha ku tê de tê jiyîn guherbar e. Cudahî herî zêde di bilêvkirina peyvan de tênê dîtin lê cudahîyên fonetîkî û avahîsaziyê jî hene. Zimanê axaftinê ne mihefezakar e û pêkan e ku taybetmendiyên wê bi demê ra werin guhertin. Welatek, an jî herêmeke piçûk, dikare gelek zimanên axaftinê vebihewîne. Zimanê axaftinê, di nav çandeke devkî de diwelide, pêş dikeve û dikemile û bi domana demê ra pergala nivîsandinê ava dike, digihîje asta ku bikare berhemên wêjeyî yên payebilind hilberîne û bi vî awayî beşdarî mîrateya mirovahiyê bibe. Afirandina zimanekî nivîskî bêyî kevneşopîya devkî ne mimkûn e.
Taybetmendiya herî girîng a zimanê axaftinê guherbarîya wê ya li gor şert û pêdivîyên rojane ye. Ev cudahî pir caran wekî "zarava" , “devok” an jî “varyant” tê binavkirin û hêmanên taybet yên van zaravayan dikarin di zimanê nivîskî de cih bigirin. Li gorî Porzig, heke zimanê nivîskî bêyî hilbijartinê pir zêde materyalan ji zaravayan deyn bike, têkiliya di navbera zimanên axaftin û nivîskî de têk diçe û ew şiyana xwe ya ku bibe zimanek hevpar winda dike. Ji ber vê yekê, divê zimannas, ji pratîkên ku zirarê didin zimanê nivîskî dûr bisekinin.
Zimanê axaftinê, ji nişke ve, xweber û bi awayekî nefermî derdikeve holê. Bikaranîna jest û îfadeyên rû di zimanê axaftinê de bandora axaftinê di veguhestina peyamê de zêde dike. Berî nivîsê, zimanê axaftinê him ji bo ragihandinê him jî ji bo veguhestina hestên estetîkî him jî ji bo veguhestina jest û mîmîkan hatiye bikaranîn.
Zimanê nivîskî li ser zareveya/devoka ku hatîye hilbijartin tê ava kirin. Zimanê nivîskî zimaneke bipergal e û di encama sedsalan de ji berhevkirina devkî têşe girtiye û di warên siyaset, wêje, huner û zanistê de bêtir derketiye pêş. Zimanê nivîskî, çalakîyeke ji kiryarên nivîsandinê û ji nivîsê bixwe derdikeve holê û dîroka wê û dîroka nivîsê bihevra destpê dike. Bi gotineke din, heke nivîsandin kiryarek be, wê demê zimanê nivîskî tevahîya çalakiyên nivîsandinê yên ku bi hezar salan vedihewîne û berhemên ku ji van çalakiyan derdikevin holê temsîl dike.
Pêvajoya avakirina zimanê nivîskî ne girêdayîyê avahîsazîya wê zimanî ye, girêdayî rêwîtiya wî ya civakî, siyasî û dîrokî ye. Ango avakirina zimanê nivîskî bi siyaset û desthilatdarîyê pêkan dibe. Li gor vê, em dikarin bibêjin ku zimanê nivîskî di pêvajoya standartkirinê de li ser du hîmên bingehîn tê avakirin: Yek hilbijartina devoka ku tê standartkirin e û yek jî li ser vê babetê lihevkirina civaki û sîyasî ye. Lê pêwist e ku di vê pêvajoyê de mirov bandora kevneşopiya devkî ji bîr neke.
Rewşa heyî ya lêkolînên zimannasîya giştî taybetmendiyên ku divê di zimanekî nivîskî de hebin destnîşan kiriye. Pêşveçûna her zimanekî nivîskî di demên cuda de pêkan dibe û faktorên civaknasî, siyasî û leşkerî dikarin pêşveçûna wî bilezînin an jî dereng bixin. Ev faktor dikarin taybetmendiyên zimanê wî yê nivîskî jî cûrbecûr bikin û xurt bikin. Wekî din, tê zanîn ku her zimanê xwedî nivîsê, nabe zimanê nivîskî.
Bi gelemperî pêvajoya avakirina zimanê nivîskî di çar qonaxan de pêk tê:
1. Hilbijartin: Ev qonax, hilbijartina varyanta ku ji hêla komeke serdest a siyasî, çandî û aborî ve tê axaftin dîyar dike û ji bo avakirina zimanê standart, kîjan devok hatîye hilbijartin taybetmendiyên wê varyantê vedihewîne.
2. Kodkirin: Di vê qonaxê de saziyên serdest, qaîdeyên yekîneyên zimanî destnîşan dikin de ku bi rêbazên yasayî waryantên zimanê standard kêm bikin.
3. Pêşxistina Fonksiyonan: Ev qonaxa zimanê standard ê bijartî ye. Di vê qonaxê de devoka bijarte fonksiyona xwe ya zimannasî di hemû aliyên rêveberiya hikûmetê û xebata nivîskî ya civakê de pêk tîne û wekî zimanê standard di qada perwerde, zanist û wêjeyê de tê bikaranîn.
4. Qebûlkirin: Divê devoka ku wekî bingeha zimanê standard hatiye hilbijartin, ji hêla civakê ve jî were qebûlkirin. Lihevkirina bi vî rengî ziman standart dike û cudahîyên devokan mînîmalîze dike.
Ziman, ji pêdiviya têgihîştinê derdikevin holê û bi domana demê ra, bi çarçoveya dîrokî, erdnîgarî û civakî-çandî ya civatekê ra paralel pêş ve diçe. Dema ku civak mezin dibe bi awayeke xwezayî ziman jî li erdnîgarîyeke berfireh belav dibe, di nav eşîr û qebîleyên cûrbecûr de parçe dibe û bi şêweyeke cuda li herêmên cuda bi cih dibe. Ev cudahîya ku di erdnîgarî û jiyana civakî-çandî de tê dîtin, pêşî di cîhana têgihîştî ya civatekê de û dû ra jî di zimanê wê de xwe dide der û bi vî awayî varyantên zimanî derdikevin holê. Bajar an herêmên ku wekî navenda rêveberî, bazirganî, siyaset, zanist û wêjeyê hatine pejirandin, zaravaya wan bi gelemperî di nav gel de belav dibe, ji hêla endamên herêmên din ve jî tê pejirandin û dibe zimanê hevpar ê civakê. Zaravaya ku dibe zimanê hevpar heta radeyekê ji fonetîk û ferhenga xwe ya resen dûr dikeve û li gor ku guncaw dibîne, materyalên zimanî ji zaravayên din digire. Ji ber vê yekê, zimanê hevpar, ji zaravayan dewlemendtir û mezintir e û derfetê vegotinê berfirehtir e.
Zimanê nivîskî, bi hêza desthilatdarîyê, bi pênûsên kesên xwenda û çîna bilind ve tê afirandin. Li gor rê û rêbazên rastnivîs, rêzimanî û fonetîka hatiye qebûlkirin tê çêkirin û zimanekî manîpulatîf e. Bi berhemên wêjeyî tê xemilandin û jî seranserê serdemên zimanî nimûneyan vedihewîne. “Hebûn û hînterlanda zimanê nivîskî bi prestîja çandî, siyasî û qanûnî ve tê misoger kirin.” Ji ber ku ev ziman di metnên edebî de tê bikar anîn, jê ra zimanê edebî jî tê gotin. Zimanê nivîskî, ji ber ku bi rêya perwerde û rahênanê tê belavkirin di heman demê de zimanê fermî yê qada giştî ye. Rêgez, bilêvkirin û rastnivîsa wê standardkirî ye û ji cudahîyên devokan dûr disekine.
Her çi qas berhemên destpêkê, di diyarkirina zimanê nivîskî de alîkar bibin jî bi avahiyên xwe yên hîn nestandardkirî dibin sedema hin gengeşeyan. Her zimanekî nivîskî, xwedî pêvajoyek standardîzekirinê ye. Kurtbûn û dirêjbûna vê pêvajoyê ji hêla faktorên rêzimanî ve tê destnîşankirin. Faktorên wekî desthilatdariya siyasî, berfirehiya erdnîgariyê, tevgera nifûsê û hwd. vê demê diyar dikin. Hewldanên ji bo standardîzekirinê bi gelemperî li ser bingeha pîvanên fonetîkî, rêzimanî û rastnivîsê ne.
Çawa ku her ziman xwe bi hevîrtirşê zimanê dayîkê rêk û pêk dike û têşe digire, hişê axaferên wî ziman jî li gor cîhana semantîkî ya wî zimanî têşe digire lewra mirov perçeyeke ji erdnîgarîya zimanî ye. Hemû axaferên ziman, nirxên hevpar ên ku ziman vedihewîne hildigirin û bi vî awayî hişmendîya zimanî ava dikin. Hişmendîya zimanî haweynê avakirina neteweyê ye. Ji ber vê yekê, hemû civakên ku dewlet ava kirine, hewl dane ku di nav sînorên wê dewletê de zimanekî hevpar û derbasdar bi dest bixin. Ev zimanê hevpar, hêza vîna damezirîner e. Hêza ku dewletê ava dike, miqtedîr e ku li gor şert û mercên demê û pêdivîyên civakê ji varyanteke zimanê devkî, zimaneke hevpar û desthilatdar saz bike.
Berî xiristiyaniyê, di yewnenîstana antîk de zaravayên heyî him ji hêla rastnivîsê ve û him jî ji hêla taybetmendiyên zimannasîyê ve ji hev pir cuda ne. Ji ber vê yekê, her nivîskarekê zaravaya xwe bi kar anîye. Wek mînak, helbestvan Sappho helbestên xwe bi zaravayê Aeolian ê Lesbosê nivîsandiye; Platon, ku li Atînayê dijiya, bi zaravayê Atîk nivîsandiye. Her çi qas têgihîştina hevbeş di navbera van zaravayên cuda de gengaz bû jî zimanekî standard tunebû. Axaferên yewnanî li gelek bajar-dewletên piçûk û serbixwe dijiyan û yekîtiyeke wan a siyasî tunebû. Tu ji van bajar-dewletan nikarîbû serweriya xwe li ser yên din ava bike. Ji ber vê yekê, dibistan, weşanxane, an saziyên din tunebûn ku diyar bikin ka çi yewnaniya rastîn pêk tîne. Lê belê, di sedsala 5-an a pz de, dewleta Atînayê xurttir bû û gelek bajar-dewletên din ên yewnanî xistin bin desthilatdariya xwe. Ev yek bû sedema ku zaravayê Atîk bibe zimanê hevpar ên Atînayê. Dû ra zaravaya Atîk ji aliyê Îskenderê Mezin ve wekî zimanê fermî yê rêveberiyê hatîye pejirandin û bi vî awayî yewnanî bûye zimanê dewletê û hêza wan a leşkerî heta Îran û Misrê belav bûye.
Têkiliya di navbera zimaneke hevpar û zaravayan de bi gelemperî beramberî hev e. Zarav ji bo dawlemendkirina ferhenga xwe û cûrbecûrkirina avahiya hevokan, materyalan ji zimanê hevpar digirin. Zimanê hevpar jî di encamê de, ji bo fonksiyonên peyv, paşgir û pêvekan ji zaravayan sûd werdigire. Ev danûstandin, zimanê hevpar rengdartir dike û wî zindî dihêle û nêzîkî jiyanê dike. Lê belê, danûstandina zêde dikare ji bo her du aliyan jî bizirar be.
Diyarkirina fonksiyonên zaraveyekî tê wateya diyarkirina nirxa wî ya temsîlî ya di nava wê civakê de. Hilbijartina zimanên standardkirî di vê çarçoveyê de, pêwîst e. Standardkirin, bi gelemperî hilbijartin, afirandin an guhertina alfabeya ziman; hêsankirin an jî destnîşankirina qaîdeyên rêzimanî û berfirehkirina ferhengê; destnîşankirina rêbazên afirandina peyv û termên nû; adaptekirina cûrbecûrên şêwazî li gor serdema heyî, şoreş û paqijkirina ziman û hewldanên ji bo misogerkirina yekîtiya termînolojiyê vedihewîne. Zimanên hevpar, bi gelemperî bi vî rengî hatine avakirin.
wekî encam mirov dikare zimanê axaftinê û yê nivîskî wiha bide ber hev. Zimanê nivîskî bi xebateke kûr û berfireh ji zimanê axaftinê tê çêkirin. Sînorê zimanê nivîskî ji yên zimanê devkî berfirehtir e. Nivîsandin bi tîpan tê lêkirin, axaftin bi dengan tê bilêvkirin. Ji ber vê yekê, zimanê nivîskî, hêmanên wekî rîtm, tewandin, an melodî nahewîne. Hêmanên wiha di zimanê nivîskî de bi nîşanên xalbendî û qaîdeyên rastnivîsê tên dîyarkirin.
Zimanê devkî ji bo veguhestina peyamekê ji temaşevanek diyarkirî an komeke piçûk ra tê bikaranîn. Zimanê nivîskî pir caran ji temaşevanekî ne diyar ra diaxife. Îfadeyên hestyarî yên wekî dilsozî, nezaket û dilnizmiyê, di zimanê nivîskî de bi qasî zimanê axaftinê bi bandor nayên bilêvkirin. Lewra zimanê axaftinê ji dil tê samîmî ye lê zimanê nivîskî fermî ye.
Axaftin amûrek ragihandinê ye ku ji bo guh hatiye çêkirin lê zimanê nivîskî formeke grafîkî ya nivîskî ye û ji bo xwendinê hatiye çêkirin. Di zimanê axaftinê de, wergirek rastîn heye û şander û wergir di heman çarçoveyê de ne. Di zimanê nivîskî de, lihevhatina hêviyên şander û wergir ne diyar e.
Zimanê axaftinê, bi kapasîteya bîranîna bîra mirov ve bisînor e lê zimanê nivîskî mayîndetir e ji ber ku ew tê tomar kirin. Di zimanê axaftinê de, guhertin zûtir çêdibe û rastkirina xeletiyan bisînor e; di zimanê nivîskî de, guhertin hêdîtir e, lê rastkirina xeletiyan bêsînor e.
Di zimanê axaftinê de rêzimanek bêserûber heye lê rêzimana zimanê nivîskî birêkûpêk e. Hevok di zimanê axaftinê de kurt in lê di zimanê nivîskî de dirêj in. Di zimanê nivîskî de, xunêr dikare her tiştê bixwîne an hin tiştan nexwîne. Lê belê, di zimanê axaftinê de, wergir, ango guhdar, xwedî bijarteyek bisînor e.
Dîroka zimanê axaftinê, bi dîroka pêkhatina mirovahiyê destpêdike lê zimanê nivîskî di encama çalakiyên nivîsandinê de derketiye holê. Ji ber vê yekê, zimanê nivîskî ji zimanê axaftinê nûtir e. Zimanê nivîskî jî mîna zimanê axaftinê bi domana demê ra tê guhertin lê ji ber ku ev guhertin di demek dirêj de pêk tê, ew wekî neguherbar tê dîtin.
Zimanê nivîskî, şêweya îdeal a zimanê ku ji rabirdûyê heta niha berhev kiriye ye û ev şêwe taybetmendiyên çand û zimanê ku ew temsîl dike nîşan dide. Zimanê nivîskî fonksiyona yekkirina civakê û misogerkirina berdewamiya wê pêk tîne. Ev rol bi jêhatîbûna wê ya ragihandinê ve girêdayî ye. Zimanê nivîskî komek çalakî û rêzikên tevlihev e ku nivîsandin û kiryarên nivîsandinê dihewîne û di encama van çalakiyan de derdikeve holê û fonksiyonel e. Bi kurtasî, zimanê nivîskî, guhertoya zimanî ya herî berfireh, çêkirî û tercîhkirî ye û fêkîyê şaristaniyê û neteweperwerî ye.
Çavkanî
1. Aksan, D. Her yonuyle dil. (4. Baski ). Ankara: Turk Dil Kurumu Yayinlari, 2007.
2. Unalan, Ş. Dil ve kultur. (3. Baski). Ankara: Nobel Yayinlari, 2005.
3. Macit, M., Cavkaytar, S. (Ed.). Turk dili- 1. (1.Baski). Eskişehir: T.C. Anadolu Universitesi Yayini, 2012.
4. Porzig. Walter, Dil Denen Mucize (Çeviren Vural Ulku) Ankara, 1986.
5. Akaarsu, Bedia Wilhelm Von Humbolt ’ta Dil Kultur Baglantisi, İstanbul, 1984, s,5-8.
6. Oner, Mustafa, “Turk Dunyasinda Yazi Dili”. Afyon Kocatepe Universitesi, Turk Dili Çalıştayi, 20-21 Ekim 2017, Afyon.
7. Ozbay, M.Turkçe Ozel Ogretim Yontemleri 2. Ankara: Oncu Kitap, 2006, s, 124.
***
Nivîsên Serwet Ornek ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Nîqaşên li ser pênaseya folklorê / Zanista gel