logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Bêrîvan Aymaz, Zekî Ozmen û yê donercî

  • Dîrok: 27/09/2025
  • Beş: Serbest

___Dilyar Amûdî___

Rola kurdên diasporayê her cihê fikirîn û meraqê ye ji bo kurdên welatî. Berî ku ez jî bibim kurdekî derveyî Rojhilata Navîn, min jî ew mereq dikir û digot gelo çima kurdên diasporayê ne jêhatîtir in, ne çalaktir in û her wiha çima bandora wan li ser Kurdistanê û her wiha li ser cîhanê jî ne xurtir e. Ev û gelek pirsên din ên wekî van, di serê min de dizîzikîn û niha piştî ku ez jî Almanyayê me, hîn jî ne bersivê dizanim û ne jî dizanim bê çawa bigihîjim bersivê. 

Lê tiştê dikarim bikim ew e ku bı niha çavdêriyên xwe bigihînim we û ji we re bibêjim ka ez çi dibînim belkî kesên ji mêj ve li vir in jî bixwînin û hinek xalan zelaltir bikin. 

Ez dê di vê nivîsê de li ser du mînakan rawestim; yek ji wan nivîskarê pirtûka "Kurdên Almanyayê" Zekî Ozmen e ku niha gelek vîdeoyan li ser Almanyayê çêdike û bi taybetî nûçe û agahiyên girêdayî kurdan jî di wan vîdeoyan de şirove dike. 

Mînaka duyem, donerciyê min e ku ez gelekî diçim cem û nêzîkî 35 salan e li Almanyayê dijî. Ew û malbata wî kurd in, welathez in û dibêjin em kurd in û dilxwazên kurdan in. Lê wêneyê Stenbolê li dikana wî daliqandî ye. Karê xwe dike û serkeftî ye. Tirk tên cem bi tirkî diaxive bi wan re, kurmanc tên bi kurmancî, soran tên dîsa bi kurmancî diaxive û eger fêm nekin li almanî vedigerin.

Sedema ku min ev herdu mînak dan jî ev hilbijartinên dawî yên mezintirîn wilayeta Almanyayê Nordrhein-Westfalenê (herêma Bakurê Reyn û Westfaliya) ne. Li wê derê siyasetmedara kurd a Partiya Keskan Bêrîvan Aymaz hindik maye bibe şaredara çaremîn mezintirîn bajarê Almanyayê. Ew namzeta bajarê Kolnê ye. 

Ev demek e, Zeki Ozmen bi taybeta behsa Bêrîvan Aymazê dike û videoyan li ser çêdike. Ji kelecana wî xuya ye bê çiqasî dixwaze haya kurdan jê çêbibe û bi ser keve. Agahiyan dide, li ser rewşê û kampanyayên dijber diaxive. Mirov ji wir fêm dike ku divê her kurdekî Almanyayê piştgiriya Aymazê bike. Di şexs û berhemên Zekî de, mirov kesekî wisa dibîne ku dizane çi Almanyayê çêdibe, haya wî jê heye ku li Almanyayê dijî û divê bizane li wir çi dibe û divê ew jî wekî welatiyekî ji bo Almanyayê rola xwe bilîze. Lê her wiha kesekî wisa jî dibîne ku ji  bîr nekiriye ji ku hatiye û gelo dikare ji bo welatê xwe yê yekem û gelê xwe çi bike. 

Îca eger ez werim ser donerciyê xwe. Ez jî bi heyecana vîdeoyên Zekî û hinek nûçeyên din li ser kurdan û hewlên wan bo cihgirtina di siyaseta Almanyayê de, çûm ba donerciyê xwe. Min jê re got, kurd wisa dikin û hewl dikin têkevin encumenên şaredariyên. Wî got, “Ê wê çi bibe? Nikarin bi kerê diçin kurtên.” Wekî ku tu aveke cemidî bi ser min de dake, ez sekinîm. Paşê min got, reng e ku Bêrîvan Aymaz bibe seroka şaredariya Kolnê. Wî got, nanasim. Min jî helbet nema tiştek got. 

Gava mirov van herdu mînakan dibîne, berî her tiştî mirov dizane ku haya kurdan ji hev tune ye. Diaspora kurdan ne yek e û ne alman in, heta wan gundê xwe li pişta xwe kiriye û aniye Almanyayê û ji wî gundî derneketine. 

Li vir ne ku şaş û rast heye, ne ku xerab û baş e heye. Lê rewşek heye û divê em bibînin. Nizanim lê wekî ku em nikarin bi hêsanî wê rebenî, bindestî û neçariya welatî ji serê xwe biavêjin. An jî wekî Şahin Bekirê Soreklî di helbesta xwe “Fatimeyê” de dibêje:

“Ma em ji vir in, em ji wir in
Nema dizanin em kî ne
.
.
.
Lê te ji bîr kir
Rehê te ji welatekî ne,
Tu dest jê berdî jî ew dest ji te bernade, Fatime.”

Çîroka helbestê ne girêdayî vê meseleyê ye jî lê belê ev beş parçebûn û windabûnê nîşan dide ku êdî li ba her kurdekî peyda dibe.

Lê eger em vegerin ser mijara xwe. Divê em aliyên geş jî bibînin û hewl bibin ne fêm bikin bê çima em wisa ne. Anku gava mirov Bêrîvan Aymaz jî dibîne, ji xwe re dibêje, hêvî jî namire û hinek hene bi navê xwe li Almanyayê kar dikin û ji bîr nakin ji ku hatine û gihîştine cihên bilind. Ev jî cihê hêviyê ye.

***

Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- ‘Date’a min bi jineke alman re

- Hesasiyeta kurdan li hemberî rexneyan: Çîroka îngilîzekî û ya cihûyekî

- 'Komara erebî' jî neçar ma ku bi kurdî weşanê bike

- Werger û rojnamegerî: Yek mînak

- Gelo bi rastî peyva 'Reşo' nijadperestî ye?

- Çivanoka Muhlenbergî û rewşa kurdan

- Beşa winda hat dîtin: Zimanê hindoewropî ji ku hatiye?

- Çiqolata û Qomisyon û hinek peyvên din: Kîjan rast e?

- Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?

- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?

- Kurdiya baş çawa ye?

- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil 

- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?

- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?

- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e

- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'

- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn

- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?

- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?

- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!

 

 

***********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Neviya Seyîd Riza: Komkujî hîna jî berdewam dikin

ad

Konserê Aştî virazêno

ad

Wattpad li Tirkiyeyê hat qedexekirin

ad

Vê carê li Girtîgeha Batmanê şewat derket

ad

Nivîskarên kurd li Edeneyê tên pêşberî xwendevanên xwe

ad

UEFA’yê li ser spora Rusyayê biryarên nû girtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname