logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Neviya Seyîd Riza: Komkujî hîna jî berdewam dikin

Sempozyûma ji aliyê Navenda Giştî ya BDP'ê ya bi navê "Qêrîna natemire: Dêrsim û rasthatina bi heqîqetê re" li Otela Nev

  • Dîrok: 26/02/2012
  • Beş: Nûçe

ENQERE
Sempozyûma ji aliyê Navenda Giştî ya BDP'ê ya bi navê "Qêrîna natemire: Dêrsim û rasthatina bi heqîqetê re" li Otela Neva Palasê berdewam kir. Aktivîstê Meclîsa Tirkiyeyê Îmam Canpolat rûniştina "Bi dîrokê re rû bi rûbûn û heqîqat" rê ve bir. Di rûniştinê de neviya Seyîd Riza, Zelîxa Polat axivî û got; “Em ê her tim li ser vê xakê bijîn. Di roja me de jî bi Komkujiya Roboskiyê zîhniyeta xwe nîşan dan dîsa. Daxwaza me aştî ye. Bila li dîroka xwe, ne leke, ne jî komkujî, bila aştî binivîsin. “

Di rûniştinê de Neviya Seyît Riza Zelîha Polat têkildarî dîroka devkî ya Dêrsîmê, nivîskar Huseyîn Ayrilmaz têkildarî lêkolînan, Meltem Aslan mijara Komîsyona Edalet û Heqîqatê û Doç. Dr. Nazan Ustundag mijara dadgeha cezayên navneteweyî, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Tirkiye û kurd, Serokê Komeleyên Dêrsîmê yê Enqere Yaşar Kilavuz jî li Dêrsîmê Heqîqat û bi dîrokê re rû bi rûbûnê tevlî sempozyomê bûn.

Nivîskar Huseyîn Ayrilmaz jî bal kişand ser lêkolînên dîroka devkî ya Dêrsîmê û Dêrsîmiyên baweriya xwe bi arşîvên dewletê tînin rexne kir. Ayrilmaz, anî ziman ku Dêrsîmê wekî welat dibînin û wiha got: "Baweriya min bi arşîvên Şukru Kaya, Înonu û Ataturk nayên. Eşîrên Dêrsim bi hev re girêdayîbûn. Lê piştî polîtîkayên salên 1990'an di navbera eşîran de cudakarî derket."

Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat got; “Gelê me nirxê ku pîrê gelê me, rêberê gelê me heq kiriye daye. Ew bi xwe jî mirovek sade û dilnizm bû” û wiha berdewam kir; “Ez gihîştim bapîrê xwe. Dema ez biçûk bûm jiyana wî ji min re digotin. Ji ber ku ode çargoşe bûn, axayan xwe didan quncikan. Mêvanên ku dihatin jî li pişt derî diman. Bapîrê min ji vê yekê aciz dibû. Piştre ji hostayeke ermenî re dibêje ‘ji me re odeyeke girover çêbikin ez ê jî di avakirina vê odeyê de bixetibim. Piştre jî ode tê çêkirin, yên ku tên jî bi awayeke bi edalet rûdinin. Lê ev ode bi bombeyên Sabîha Gokçenê avêtin, bi erdê re bûn yek û heta niha cihê wan jî nayê znaîn.”

QIRKIRINA BI KOMEL Û VEGER

Polat diyar kir ku Dêrsim ji vî serî heta serê din li rastî qirkirinê hat û wiha berdewam kir; “Ji bo ku malbat bi temamî tune nebe, bapîrê min malbatê li çend koman belav dike û her komekê ber bi cihekê ve dişîne. Mam Şêrhesen wana diçin Pilûrê. Mamê min wana 40 kes bûn, di rê de li rastî leşkeran tên û leşker wana didin ber guleyan. Ji wana tenê du zarok bi saxî filitîn. Li wir di bin terman de dimînin û rizgar dibin. Lê yek ji wan îro najî. 40 kes li wir diavêjin goreke komî. Hîna jî di wê gorê de ne. Mamên min ên din jî rizgar dibin. Piştî ku kalê min dizane ku ji malbata me 40 kes hatine kuştin, pir xemgîn dibe. Piştî bapîrê, min dapîra min Sakîne sirgûnê gundê Bademler ê Îzmîrê dikin. Piştî ku 7 salan li wir dimîne, tabû axa ku dewletê dabû wana, li dewletê vedigerîne û vedigere Dêrsimê."

DIVÊ PIŞTÎ LÊBORÎNEKE JIDIL, HEQÎQET BÊNE EŞKEREKIRIN

Neviya Seyîd Riza Zelîxa Polat bal kişand ku piştî komkujiyên berî damezrandin û piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê pêk hatin, xwe spartine zîhniyetên înkarker û yekperest û wiha berdewam kir; “Hesabpirsîna li hemberî asîmîlasyonê pir girîng e. Her çiqas gundên me vala dikin, bila bikin, Dêrsimê çiqas wêran kirin, lê em dîsa vegeriyan. Em ê her tim li ser vê xakê bijîn. Di roja me de jî bi Komkujiya Roboskiyê zîhniyeta xwe nîşan dan dîsa. Daxwaza me aştî ye. Bila li dîroka xwe, ne leke, ne jî komkujî, bila aştî binivîsin. Ji bo komkujiyê em daxwaz dikin ku lêborîneke jidil bixwazin. Ger naveroka vê lêborînê tije be, dê êdî pêşî li komkujiyan were girtin. Ger arşîv bêne vekirin jî dê ji destan derbas bibin. Teqez tê rotûş bikin. Ez ji vê bi guman im. Her wiha, ez dixwazim ku navê Dêrsimê lê were vegerandin û navê Sabîha Gokçen ya ku li kolanên Dêrsimê hatiye kirin, were rakirin. Ji ber ku ev yek me diêşîne. Divê komîsyoneke rastiyan were sazkirin û bi dirustî bixebite."

BILA NIFŞÊN NÛ WEKÎ ME TEVÎ ÊŞAN NEJÎN

Polat di axaftina xwe diyar kir ku ew rexneyên ku duh Civaknas Îsmaîl Beşîkçî li Dêrsimiyan kir, mafdar û di cih de dibîne û wiha berdewam kir; “Rexne mafdar in. Me bi bêdengiya xwe êşên xwe avêt hindurê xwe. Lê êşên me berdewam in. Di sala 1987'an de bavê min hat kuştin. Di sala 1995'an de birayê min hat kuştin. Ez êdî hînî van êşan bûm. Lê divê ev êş wiha berdewam nekin. Hîna jî komkujî berdewam dikin. Roboskî heye. Divê nifşê van êşan nejîn.”

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Ev jî çêbû: Tîma Lîga 4'emîn tîma mezin Arsenal têk bir

news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xelata Karo dan nivîskar Ehmed Mihemed

ad

'Dîsko 5 No'lu' diçe Ewropayê

ad

Li ser girtina TV û radyoya agahiyên nû

ad

Dilek Ocalan dê meclisê bi rê ve bibe

ad

Encamên Pêşbaziya Çîrokan a Abdullah Duran diyar bû

ad

12 fîlmî ji bo Kozaya Zêrîn destên xwe dirêj kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname