logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî
  2. ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin
  3. Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez
  4. Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
  5. Li Kobanî 27 hezar xwendekaran karne girt
news-details

Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?

  • Dîrok: 05/07/2025
  • Beş: Serbest

___Dilyar Amûdî___

Gava em biçûk bûn, Kurdistana azad a mezin ji min re wisa xuya dibû, wekî ku ew ê bihuşt be. Em ê hemû azad, dewlemend bin, kêşe û xemgînî dê tune bin lê tenê şahî, bextewarî dê hebin. Helbet mirov mezin dibe û serê wî li kevirî dikeve û fêm dike ku azadî û serxwebûn welatî nake bihuşt lê rê vedike ku welatekî wekî bihuştê bê avakirin. 

Mixabin em hîn gelekî dûrî wê rêyê ne û heta hinekan dev ji wê armancê jî berdaye û wekî xewneke nepêkan dibînin.  

Ez bixwe bi xewnê mezin bûm û her çiqasî bizanim ku dûr e û îhtîmala ku ez bibînim jî hîn dûrtir e, ez naxwazim dev ji wê xewnê berdim. Lê wekî min di serî de got, serxwebûn û azadî mirovî nabe bihuştê. Nexasim li welatekî wekî welatê me mezin, rengîn bi zarava, devok, ol û mezhebên xwe, gelek zehmetiyan li pêşberî me datînin.   

EMÊ ÇAWA BIKIN KU JI WELAT HEZ BIKIN?
Ev pirengîniya me, bedewî û ciwaniya welatê me ye lê piştî sedan salan ji bindestiyê divê mirov ji niha de bizane ka ew ê çawa welatê xwe bi rê ve bibe, çawa dê bihêle ku her kes ji vî welatî hez bike û xwe aîdî wî hîs bike. 

EMÊ WEKÎ EREBAN WELATÊ XWE PARÇE BIKIN?
Divê em bizanin bê perwerde dê çawa be, divê em bizanin ew ê ol li ku bin, divê em bizanin ka em Kurdistanê bi sîstemeke federatîv bi rê ve bibin an navendî? Gelo ew du elifbê hebin an jî em ê bên ser elifbêyekê? Gelo ew zaravayeke fermî hebe yan ew ê her zaravayên fermî yên herêman hebin? Gelo kurmanc dê fêrî kirmanckî, soranî û hewramî bibin an tenê kurmancî? Heman pirs ji bo soran, kirmanc û hewraman jî divê were pirsîn. Gelo em pergaleke perwerdehiyê çêkin ku her çar perçe ji bîr bikin wan cudahiyên ku bi salan di navbera wan de hatibe çandin yan em ê jî wekî ereban welatê xwe bikin çar perçe û mîrata neyaran bidomînin?  

Gelo em ê çi bikin da ku êzîdî xwe xerîb hîs nekin û hinek kurdên misilman dev ji çavsorî û xerabiya xwe li himberî wam berdin? Em ê wekî Iraq û Tirkiyeyê bin ku li elewî û şiiyên xwe wekî neyaran dinere yan em biaqiltir bin?

Em ê çi bikim ji kêmîniyên Kurdistanê? Siryan bin, tirkmen bin, ereb bin yan çi bin, ew ê di çi rewşê de bin?  

JI NIHA DE GERE EM NÎQAŞ BIKIN
Mixabin hîn Kurdistana serbixwe çênebûye lê ev pirs û gelek pirsên wekî wan hene ku divê em ji niha ve bersivan wan bidin. Em dereng mane ji bo gelek tiştan lê bila ev tişt nebin asteng û zehmetî li ber me. 

TECRUBEYA BAŞÛR KÊMASÎ YE
Heger mirov li başûr binere dê bibîne ku tecrubeya wan bi kêmasî ye. Gelek tişt hebûn diviyabû bihatina kirin ku ew bibûna bingehê Kurdistana mezin, nehatine kirin. Lê em wekî civat û kes jî, divê xwe amade bikin û bersivê bidin. Divê em tevger û reftarên xwe li gorî wê bikin.

DIXWAZIM DIL TÊKEVIM KEÇIKEK SINÊ YÎ
Kurdistana serbixwe xewn be yan na; ez dixwazim bikarim biçim bi hêsanî û bi trenekê biçim Kirmaşanê da ku beşdarî konserekê bibim, dixwazim derfet hebe ku dil têkevim keçeke sineyî, li Mehabadê bigerim, li Kerkûkê û Silêmaniyê biçim zanîngehê, şevekê li Hewlêrê bimînim. Dixwazim biharan biçim Wanê û ji wir xwe bera ber bi Mêrdînê ve bidim û li jorê li beriya wê binêrim. Dixwazim biçim festivala Dêrsimê. Dixwazim havînan biçim Efrînê û masiyan li wir bixwim. Li Kobaniyê biçim ser Firatê, biçim Amûdê bo diya xwe bibînim û ez yara xwe bi destê hev bigirin û li Qamişloyê bigerin. 

Kurdistana me mezin û xweşik e lê divê em jî bizanim ka em ê çawa wé xweşikiyê biparêzin da ku welatê me bibe bihişt.

 

***

Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?

- Kurdiya baş çawa ye?

- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil 

- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?

- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?

- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e

- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'

- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn

- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?

- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?

- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!

 

 

 

************

  HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 10 06 2026

Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî

news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sanata Hayata nû derket

ad

Hollande: Yên îro li Efrînê êrîş li ser wan e li dijî DAIŞ'ê şer kiribûn

ad

Vaye fîkstura Lîga 2'yemîn ku Amed spor jî têde ye

ad

Lêkolînek ligel kurdên li Berlînê: Sedî 92'yan got em bi kurdî diaxivin

ad

Komeleyeke din; KURDÎWAR vebû

ad

Kronolojiya komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî

  • 10 06 2026
news

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

  • 09 06 2026
news

Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez

  • 10 06 2026
news

Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)

  • 10 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname