ENQERE
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di civîna hevserokên bajaran ên HDP’ê de axivî û got ku li Tirkiyeyê AKP û CHP temsîla feresata DAIŞ’ê dikin û panzehîra vê yekê jî HDP ye. Demîrtaş ji bo encama hilbijartina serokomariyê jî diyar kir ev serkeftin ne a wî, serkeftina partiya wan û bernemaye HDP’ê ye.
Hevserokên Bajaran ên HDP’ê ji bo nirxandina pêşketinên siyasî yên li Tirkiyeyê, pêvajoya hilbijartina Serokomariyê, xebatên ku di pêşerojê de HDP bimeşîne û di vê çarçoveyê de pêvajoya kongreyan a ku wekî seferberiya rêxistinî tê binavkirin li Navenda Giştî ya Komeleya Alti Nokta Korlerê civîn li darxistin. Hevserokên Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, hevserokên bajaran, endamên LRN'yê HDP’ê û hin endamên PM’ê beşdarî civînê bûn.
‘bernameya me ji aliyê civakê ve hate qebûlkirin’
Demîrtaş axaftina destpêkê ya civînê kir û bal kişand ser kongreya avakirina HDP’ê û got ku piştî kongreyê di warê girseyîbû û pêşniyarên xwe yên çareseriyê gihandina civakê de bibîryarbûneke derketiye holê. Demîrtaş diyar kir ku piştre di hilbijartina serokomariyê de derfetên ku projeya HDP’ê bê ceribandin dîtine û proje û xeta HDP’ê bernameya hemû civak û derûdoran e; ev yek di encama hilbijartinê de derketiye holê. Demîrtaş got: “Em wekî hevparên HDP’ê di ferqa vê yekê de bûn lê di encama hilbijartinê de dîtina vê me hemûyan xist heyecanê” û wiha berdewam kir: “Encama ku derketiye holê divê em vegerînin rêxistinkirineke mayînde. Di encama soza ku me daye gel de divê em vê pêk bînin û bi serbikevin.”
‘HDP berendamê desthilatdariyê ye’
Demîrtaş da zanîn ku hikumeta AKP’ê bi salan e gelan dixapîne û hişyariya “heke em peywira xwe bicih neynin ev rewş dê bidome” kir û wiha axaftina xwe domand: “Em bi bicihanîna berpirsyarî û pêywirên xwe dikarin bibin alternatîfa gelên Tirkiyeyê ku hêviyên wan ji me heye. Li Tirkiyeyê tenê valatiya muxalefetê nîn e, valatiya desthilatdariyê jî heye. HDP dê bibe namzetê dagirtina valatiya desthilatdariyê."
Demîrtaş bibîr xist ku CHP peywira xwe ya muxalefetê bi cih nayne, ger bi cih bianiya desthilatdarî ew qas har nêzîk nedibû û ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Lê pêşî wekî me tespît kiriye muxalefet xwedî feraseta muxalefeta rastgir e, û dixwaze bişibe AKP’ê; ev yek di hilbijartinê de derket holê. Vê rewşê ji bo hêzên demokrasî, yên din û ên tên eciqandin valatiyeke derxistiye holê.”
‘Bi mîlyonan kesan hêviyên xwe bi HDP’ê ve girê da’
Demîrtaş bal kişand ser pirsgirêkên ku di qada kedê de tê jiyîn jî û wiha got: “Polîtîkayên neo-lîberal, taşeronkirin, karkerên nav malê, karkerên çandiniyê û li hemû qadên kedê AKP desteserkina kedê wekî serkeftineke nîşanî civakê dide û bi CHP'ya qaşo çepgir e ve jî ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Tenê HDP dikare li dijî AKP’ê têbikoşe."
Demîrtaş nirxanên xwe li ser serkeftina hilbijartinê ya HDP’ê jî got ku bi vê encamê mirovan hêviyên xwe bi HDP’ê ve girê dane, 4 mîlyon kesan dengên xwe dane wan û hêrî kêm 3 qatê vê jî hêviyên xwe bi wan ve girê dane. Demîrtaş wisa got: "Di pêşerojê de jî ev rewş dê bidome û ji ber ku AKP ji encamên hilbijartinê tirsiyaye dê benda hilbijartinê danexe. Em heta niha ji ber benda hilbijartinê ya ku encama feraseta nedemokratîk û darbeker e bi namzetên serbixwe ketin hilbijartinan. Lê di vê hilbijartinê de divê em vê sîstema darbeker hilweşînin. Armanca me wekî partî ketina hilbijartinê ye. AKP dê bixwaze bendê dîsa bide pêş me lê dem dema serobinokirina bendê ye.”
Demîrtaş bi gotina “em ê ewil bawer bikin” xîtabî partiyiyên xwe kir û got ku heke ew pêywirên xwe bi cih bînin dê serkeftin ne zehmet be.
Demîrtaş têkîldarî pêşketinên li herêmê jî ev tişt anî ziman: “Em wekî HDP divê bibînin ku tenê li Tirkiyeyê çareserî afirandin ne pêywira me ye li hemû herêmê divê em bibin hêviyeke, divê em vê yekê bibînin. Mirovahî piştî ew qas salan bêguman nirxên wekî demokrasî, azadî û jiyana birûmet avakiriye wisa teslîmî hovîtiya DAIŞ’ê nake. Ev nirxên bi kedê hatine afirandin teslîmî çeteyên DAIŞ’ê yên ji mirovahiyê para xwe negirtine nayê kirin. Heke em çareseriyeke alternatîf dernexin pêşberî gelan ev qada me jî dê bibe qadeke ku hovîtiya DAIŞ’ê lê belav dibe. Bala xwe bidin îro DAIŞ li ku deran nîn e? Li cihên ku wekî projeyên HDP’ê tên parastin û derbasî jiyanê tên kirin de nîn e. DAIŞ nekarî bikeve Rojava, nekarî bikeve Kobanê. Bifikirin ku ev DAIŞ a ku her derê serobino dike ligel êrîşên xwe yên hovane nekarî Rojava têk bibe."
'AKP û CHP xwedî feresate yekperest a DAIŞ’ê ne’
Demîrtaş bal kişand li cihên ku DAIŞ hatiye rawestandin û wiha axivî: DAIŞ li ku derê rawestiya. Li Şengalê li hemebrî HPG û YPG’ê sekîniye. Pêşveçûna wan ew qas e. Li wir rihê ku serkeftinê tîne çi ye? Pratîka xeta ku HDP’ê daniye holê ye.”
Demîrtaş destnîşan kir ku yên kul i Rojava şer dikin tenê zarokên kurdan nîn e gel li wer hatine ba hev û hevdu hembêz kirine, axê li ser bingeha nirxên hevpar diparêzin. Demîrtaş got ku li Tirkiyeyê feraseta DAIŞ’ê wekî siyasî heye û wiha axivî: “Belkî li Tirkiyeyê terorê nameşîne lê feresatên DAŞ’ê yên siyasî hene. Yek ji wan jî feraseta yekperest û mezhebperest a AKP’ê ye. Ev ji bo Tirkiyeyê tehdît e. CHP jî şiklekî wî yê din e. Mezhebperest û yekperest e. Panzehîra van jî em in, HDP ye, hêzên di nava HDP’ê de cih digirin in.”
'Serkeftin a HDP'ê ye'
Demîrtaş, diyar kir ku HDP'ê li heremê hêviyek nû afirand û li Tirkiyeyê deriyên dilan ji bo HDP'ê hatine vekirin û wiha got: "Êdî di wî derî re ketina hûndir di dest de maye."
Demîrtaş, anî ziman ku piştî hilbijartina serokomariyê serkeftina HDP'ê wekî "serkeftina kesekî nîşan didin" hinek hewildan hene û wiha axivî: "Serkeftina hilbijartina serokomariyê ne serkeftina min e. Ev serkeftina bernameya HDP'ê ye. Ev ne serkeftina min ya partiyê ye. Heke bernameya HDP'ê neba serkeftin pêk nedihat."
Demîrtaş, da zanîn ku têkildarî seferberiya rêxistinê ya dane destpêkirin dê bi civîna LRN'yê ya sibê de zelal bikin. Demîrtaş, bilêv kir ku dê kolan kolan rêxistinê bikin û bi hêz kongreyan li dar bixin.


