logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Spas Şêrko Bêkes!

Me dostê min helbestvanê kurd ê navdar ber bi koça dawî bi rê kir. Gelê kurd helbestvanê xwe yê nirxdar winda kir. Şêrko

  • Dîrok: 12/08/2013
  • Beş: Serbest

Cemîl Bayik

Me dostê min helbestvanê kurd ê navdar ber bi koça dawî bi rê kir. Gelê kurd helbestvanê xwe yê nirxdar winda kir. Şêrko Bêkes yek ji çend helbesvanên navdar ên kurd bû. Kedeke wî ya mezin di avakirina hest, rih, hezkirina jiyanê ya demokratîk û azadiyê ya gelê kurd de heye. Ew nirxên ku bi gelê kurd daye qezenckirin tu caran nayên jibîrkirin. Gelê kurd heta ku hebe hebûna wî jî wê hîs bike. Helbestvanê nemir ez li ser navê tevgera xwe û gelê xwe spasî û minetdariya xwe pêşkêşî te dikim! Rehet razê! Ev zarokên kurdan ên ku helbestvanên mezin rih daye wan, dê hemû parçeyên Kurdistanê bigihîne azadî û jiyana demokratîk. 

Helbestvanê mezin, ji ber ku dostekî min wekî te heye ez gelekî şanaz û serbilind im. Ev serbilindiya ku te bi min daye jiyîn, ez ê her dem bi bîr bînim. Bîranînên te barê ser pişta me zêdetir kiriye. Di destê me de ji layiqbûnê pêşdetir tu riyek din tune ye. 

Felyosofek Yewnan gotiye ‘Hêza kesên staran çêdikin ji yên ku qanûnan çêdikin zêdetir e’. Piştî windakirina te, me rastiya vê gotinê careke din dît. Ew hêz û bandora te tu caran kêm nabe û wê wisa bidome. Ew afirînerî û avakariya te her dem dê were hîskirin. Hebûn, bandor û hêza te ya di nav gel de her roja dê mezintir bibe. Hêza helbestvanan. Hunermendan û wêjenasan heta bêdawî dê bidome. Ji ber ku ew karê pîroz dikin. Ji ber vê yekê kesayeta wan jî pîroz e. Nemirbûna wan ji vê derê tê.  

Civaka ku nirx bide helbestvan, hunermend wêjenasên xwe, wê demê azadî û jiyan heq kiriye. Civakên ku nirxeke mezin didin helbestvan, hunermend û wêjenasên xwe, ev civakên bi hêz in. Dibe ku kurdan berê vê yekê fêm nekiribûn. Ger ku îro kurd hene û em qala kurdîtiyê dikin, keda mezin ê helbestvan, humermend û wêjenasan e. Ger ku îro pênc-deh berhem ji me re mîrate nemana gelo me yê îro qala kurdîtiyê bikira? Ev rastî tenê girîngiya helbestvan û hunermendan a di hebûna civakê de nîşan dide. We pêşiya helbestvan, hunermend û wêjenasên mezin vekir. Bi vê yekê re hêza jiyanê, xwesteka azadî û demokrasiyê ya gelê kurd zêdetir bibe. Ji ber vê yekê civak deyndarê we yê minetê ye.  

Hunermend her dem têkoşerên li dijî xirabiyê ne û bi hest û ramanên xwe her dem jiyanê diafirînin. Ji ber vê yekê heta bêhna xwe ya dawî jî bûne şervanê başiyê. Ji ber vê yekê wexta ku avakarên xweşikbûnê bûn û di têkoşîna wê de jiyana xwe ji dest dane. Di nava şer de jiyan xwe dan. Ew bûne xwediyê jiyanê û hatine asta şehîdbûnê. 

Kesên ku herî zêde xizmet ji gel re kirine helbestvan in û ev jî watedar e. Ji ber ku xizmeteke mezin ji gel re kiriye gihîştine vê rûmetê. Ji ber vê yekê heta bêhna xwe ya dawî bi moral bûn; di rehetiya ku peywira xwe ya ji bo gel bi cih anîne de jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê yekê helbestvan, hunermend û wêjenas bi rûkenî xatirê xwe ji vê dinyayê xwestine. Gelo jiyana mirov ji vê xweştir û watedartir heye? Wexta ku mirin nêzîk dibe û bêhna xwe ya dawî dide, moralbûn û hêvîdarî encax dibe nesîbê mirovên wisa mezin.

Helbestvanê mezin ez ê te tu caran ji bîr nekim! Pirtûkên te yên îmzekirî her dem dê li ber serê min bin! Ez ê her dem qala te bikim! Ev tevger her dem dê te bi bîr bîne! Dê ji helbest û hestên te xwedî bibe!

Min bihîst ku te wasiyetnameya xwe nivîsandiye, ev yek bandorek mezin li ser min çêkir û ez hestewar bûm. Wextê ku hevalan ev agahî anîn min biryara nivîsandina nameyekê wergirt. Lê ji ber ku rewşa te min di cih de nebihîst û di dema wê de nenivîsand ez xemgîn im. Min xwest ku hestên xwe di van hevokan de bînim ziman. 

Ne mimkûn e ku mirov karibe te bide naskirin. Ji bo ku mirov te bide naskirin divê wekî te helbestvanê avakerê hestan be. Lê dîsa jî min xwest bi van hevokan hevaltiya bi te re nîşan bidim. Ji ber ku ez dizanim tuyê min bi başî pêşwazî bikî, min bi vî awayî xwe anî ziman.

Tu xwedî li vî gelî derketî, dê ev gel jî heta dawiyî xwedî li te derkeve!

 

Ji Azadiya Welat hatiye girtin 

 

 

***

 

Nûçeyên eleqedar: 

 

-  Cenazeyê Şêrko Bêkes sibê dişînin Kurdistanê

 

- Oxir li Şêrko Bêkes tê kirin 

 

 

 

 

 

 

 

***

 

 

 

REKLAM

 

 

 

 

 

 

 

 

Hejmara nû ya "Kurt Tarihi" li benda we ye.

 

Ji bo nûçeyê bitikînin:   Di Kurt Tarîhî de 'Çapemeniya Kurd a Serdema Osman

 

 

Ji bo agahiyên berfirehtir: www.kurttarihi.org

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ene xebere ecêb a: Maskeya zêrîne

ad

Li Wanê 24 sazî ji bo ziman meşiyan

ad

Pirtûka çîrokên berxwedanê

ad

Torbe!

ad

Nav her pirsgirêk bûn di nav kurdan de

ad

UEFA ceza da Hirvatistanî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname