Diyarname
Vê carê li Girtîgeha Tîpa M ya Batmanê şewat derket. Pêşî li menzela A5 ku jinên girtî yên siyasî têde ne, dûre li menzela girtiyên edlî şewat derket. Hêzên Agirkuj midexele kirin û agir temirandin.
Waliyê Batmanê, Wekîlê Şaredarê Batmanê Serhat Temel, Serokê Mazlûmdera Batmanê Murat Çiçek, Serokê Baroya Batmanê Ekrem Taşkin çûn bi girtiyan re axivîn û dûre li ber girtîgehê daxuyanî dan.
Wekîlê Şaredarê Batmanê Serhat Temel got ku di bûyerê de kes ne miriye ne jî bir^nidar bûye. Temel got ku şewata yekemîn li menzela jinên siyasî, ya diduyan jî li menzela edliyan derketiye lê tiştek tirsê nîn e, girtiyên li hundir silav ji malbatên xwe re şandin.
Meha borî li Rihayê li girtîgehê şewat derketibû û 12 girtiyan jiyana xwe ji dest dabû.


