ZEHRA TUNÇ*
Di sala 1994’an de li bakurê Kurdistanê 4 hezar gund hatin valakirin. Sedema valakirina van gundan pekutiyên dewletê yên ku digot yan cerdevaniyê bipejirînin yan jî gundên xwe vala bikin bû. Em jî neçar man ku ya duyemîn hilbijêrin û gundên xwe terk bikin. Hinek li bajaran belav bûn û hinekan jî berê xwe da başûrê Kurdistanê. Li Başûr li du cihên bi navê Şeraniş û Bihêrê sekinîn. Yekemîn saziya ku ava kirin saziya perwerdehiyê bû. Ji ber ku di jiyana mirovan de tiştê herî bi rûmet perwerdehî ye û perwerdehî ronahiya jiyanê ye. Ji ber hevkariya tirkan û hikûmeta heremê em neçar bûn me bar kir û li Bêrsîvê bi cih bûn. Ji wir jî di 11’ê mijdara 1994’an de bi arîkariya NY’ê li du wargehên bi navê Geliyê Qiyametê û Etrûş hatin bicihkirin.
Destpêkek, jiyanek û perwerdehiyeke nû, zimanekî nû tê nivîsîn. Bi hemû şert û mercên kêmderfetî yên madî û manewî lê bi bawerî û hêviyeke mezin me dest pê kir. Sala yekem mamostayên me ders digotin û me guhdarî dikirin û carnan jî me beşdarî dikirin li şîroveyan. Heya em gihiştin Etrûşê, me bi awayekî fermî di sala 1995’an dest bi dibistanê kir. Sê dibistanên seretayî yên bi navê Dibistana Ş. Salih Kendal, Ş. Mihemed Karasungur û Dr. Mihemed Nûrî Dêrsimî nav kirin. NY hinek arîkarî jî dida. Em di bin çadiran de li erdê rûdiniştin. Mamosteyan pênûsek li du kesan û defteref li çar kesan parve dikir û me bi vî rengî didomand.
Mamostayên me ji kampê bûn. Gelek zorî didîtin. Di wergera dersan de ji ber ku hemû dersên me didîtin ji zimanên biyanî ji bo kurdî dihat wergerandin di perwerdehiyê de gelek astengî derketin pêşiya me. Lê dîsa jî çi ji destê wan dihat dixebitîn ji ber destpêkê li wê mamostatî pir zor bû. Bêyî ku mûçeyekî (meaş) bigirin yan ji hinek ji bo wan bêjin bi xwe weke erk û berpirsyarî li ser milê xwe didîtin û pir bi baldarî tev digeriyan ji bo têgihiştina xwendevanan. Dema ku me zorî didît yan jî em tiştek tênedigihiştin em diçûn li gel mamostayên xwe. Di heman demê de mamostayên me bi me re heval bûn, di hemû şert û mercên jiyanê û perwedeyê de.
Di sala 1996’an de dibistan ji bo me çêkirin, mase ji bo me anîn êdî me hîs kir ku em xwendekarin û jiyana me dişibe ya xwendekaran. Lê dem derbas nebû, ambargo li ser kampê danîn, sê mehan çûn û hatin qedexe bû. Lê rojekê jî me navber neda dibistana xwe. Di dawiyê de wê êrîş kiribana li ser kampa Geliyê Qiyametê, li ser vê me li kampa Etrûşê meş li dar xist. Hevala Jiyan li gel Mamosta û xwendekaran li pêşiyê û gel jî li dû wan dimeşiyan. Hikûmeta herêmê wekî hovan bêyî ku bêjin ev zarok in gule li ser me barandin û hevala Jiyan şehîd kirin, hinek birîndar jî hebûn. Piştre me li cihê hevala Jiyan şehîd ket Dibistana Navin ava kir. Navê dibistanê jî danîn Şehîd Jiyan. Li vê wargehê sê sal derbas bûn, bi dawîkirina her salekê festîvala xwendekaran ya bi dawîkirina dibistanê dihat amadekirin. Festîval ji muzîk, werzîş, govend û hwd. pêk dihat. Lê sala sêyem di nîvî de ma. Ji ber ku ji neçarî em koçber bûn. Di 14’ê nîsana 1997’an em hatin Nînova ku bi erebeyê saetek ji Etrûşê dûr bû. Me li warekî nû dest bi jiyaneke nû kir û me perwerdeya xwe berdewam kir. Careke din di bin çadiran de û em li erdê rûniştin. Sala me ya sêyemîn temam bû, me sala çarem dixwend. Car din sala xwendinê ya çarem di nîvî de ma û di 13’ê sibata 1998’an me berê xwe da Nehdaran. Di şertên herî zor de ku êdî çadir jî nebûn û malên me piranî naylon bûn me ji derve ders didîtin. Ref ref ji hev cuda rûdiniştin ji dûr ve wekî komik komik dixuyan. Sê mehan bi vî awayî borî. Lê di van sê mihan de dersên edebî baş bûn lê me sûdeke baş ji dersên bîrkarî (matematîk) nedît ji ber kêmderfetiyan. Di dawiyê de 18’ê gulana 1998’an bi dawîkirina sala xwe ya perwerdehiyê, wek her salên din me festîvalek li gorî derfetên xwe ji hemû beşên werzîş, muzîk,govend û hwd. pêşkêş kir. Her guhertina kampekê di demsala zivistanê de çêdibû. Bandor li perwerdeya me dikir carnan dibû sedem ku em wê salê dubare bikin, lê heya ji destê me dihat me navber nedida perwerdeya xwe. Belkî weke zarokan me zarokatiya xwe bi lîstokan û hestên nazik ku ji bo zarokan têne nîşandan nejiyan. Lê di dema perwerdehiyê de me demeke xweş bi hev re derbas dikir.
Li 28’ê hezîrana 1998’an em hatin Mexmûrê. Di wan du mehan de xwendekaran li gel malbatên xwe ji kerpîçan, sê Dibistanên Seretayî û yek ya Navîn çêkirin. Li gel maseyê ku xwendekar li ser rûdinin ji kerpîçan hatin çêkirin û li gorî pêwîstiyan defter, pênûs û pêwîstî hatin belavkirin.Di 13’ê îlonê de me dest bi perwerdeya xwe kir. Lê wê demê rewş ber bi xirabûnê ve diçû û 9’ê cotmehê nêzîk dibû. Me dema (donem) yekê bi hemû kul û kederê xwe bi dawî kir. Bi destpêkirina dema duduyan re me ji hebûna xwe jî nefret kir. Ji ber ku hêviyek me hebû, ew jî dîl girtî bû. Beşek ji xwendekaran berê xwe dan çiyan û beşê din berdewamkirin. Dîsa ji bo me mase anîn û me maseyên ji heriyê xirab kirin û yên nû danî cihê wan. Sala duyem ji bo me dibistan çêkirin û ew xwendekarên ji Navîn mezûn bûn ji bo wan dibistana Amadeyî (lîse) di sala 2000’an de hat avakirin bi navê Ş.Koçerîn ku navê xwe ji Mamostaya me ya jin ku di sala 1994’an de tevli gerîla bû û şehîd bûye digirt.
Di perwerdehiyê de zimanê giştî kurdî ye, zimanên biyanî weke îngilîzî, tirkî û zaravayê soranî tê dayîn. Niha rewşa perwerdehiyê bi giştî baş e, her çend di aliyê cih, teknîk û pirtûkan de kêmasî hebin jî li gorî demên borî niha baş e. Jiyana li wir wek destan û serboriyeke hêj berdewam e. Ji bo wê jî mirov dixwaze di vê destanê de berdewam bike. Sîstema di nava wê de weke nimûneya ji bo dema dahatu ye. Ew qas coşeke mezin dide mirovan dema ku jê dûr dibe her tim di hesreta rojek li wê bijî de dimîne. Ne ku ji ber ez li wê mezin bûme lê ev rastiyeke ku pêwîs te mirov li gorî heqdayîna wê bîne ziman. Di jiyanê de azadî tiştê herî bi rûmet e, li wê mirov xwe azad hîs dikin û hest bi tu tiştên qedexe yan jî tund û tûjiyan nakin. Mirov di nava jiyaneke bi her kesere heval û di her tiştî parvekirinê de ye. Jixwe xweşiya wê di vê de ye ne ku di cihê wê çola Erebistanê de ye. Dema ku mirov di hemû xweşî û nexweşiyan de li gel hev be wê demê cih jî ji bo mirov xweş dibe. Weke Mexmûr ku çoleke Erebistanê bû lê niha bûye cihê jiyaneke wiha ku dest jê nayê berdan. Di afirandina wan nirxan de çiqas zorî hatin dîtin wê tu carî dev jê nêyê berdan û ji bo parastina wan her tim bibin xelek.
Xwendekar bi cilên fermî, pirtûkên hemû dersan bi zimanê kurdî û zimanên biyanî jî tê wergerandin weke kurdî, îngilîzî û kurdî û tirkî ji bo baş bê têgihiştin bi vî rengî tê dayîn. Her bi destpêkirin û dawiya hefteyê bi sirûda neteweyî dest pê dikin û bi dawî dikin. Ji derveyî wê her roj berî destpêkirina dersan sond dixwin û dikevin dersên xwe. Li dibistanê her kes hevdu nas dikin û bi hev re hevaltiya herî germ dijîn. Ji bo wê jî şêweyê jiyana wan mirovan ber bi dilgermî û cîhaneke geş ve dibe.
Xwendekarên ku Amadeyî qedandine li zankoyên herêma Kurdistanê dewam dikirin. Lê rastî çand, sîstem û zaravayekî ku bi elfabeyeke cuda hatin. Gelek zor û zehmetî derketin pêşiya me. Di aliyê ne têgihiştina ziman û her wiha sala yekem ji bo çêkirina qeydan hem dereng dixin û hinekî zehmet dikin. Niha jî nêzî 212 xwendekar di zankoyên heremê de dixwînin û rastî heman pirsgirêkan tên. Bi hemû zoriyan min qedand, lê ez ji sîstem û zimanê cuda xilas nebûm û heman pirsgirêkan piştî di nava Koma Mexmûrê de ku ji bo aştiyê hatin Tirkiyeyê jî dijîm. Ez nizanim ev ji bo min qedere yan jî çi ye ku ez her dem rastî sîstem û zimanên cuda têm ku nikarim xwe bidim fêmkirin. Ez bawerim di jiyanê de zoriya herî mezin ew e ku mirov nikare xwe bide fêmkirin ji bo ew kesên beranberî xwe. Di nava van zoriyên jiyanê de min bêdengî hilbijartiye û di her şert û mercan de ez bêdeng dimînim.
Li Tirkiyeyê zarok çawa perwerde dibin nizanim, li gorî min pir zor e ji ber ku li vir tund û tûjî zêde ye. Bi taybet li ser zarokan ev jî ji bo psîkolojiya zarokan tiştê herî xirab e. Dema di temenê zarokatî de tund û tûjî yan jî tiştekî di aliyê nebaş de bandorê li ser psîkolojiya wan bike dibe sedem ku di hemû temenê wan de bandorê bike. Zarokên dibistanê hevalê xwe bi cilê dibistanê ve kuştî dibîne yan jî di zîndanê de dibîne. Gelo ev bûyeran e çiqas bandorê li ser psîkolojiya zarokan dike nayê zanîn. Li milekî dibêjin zarok pêşeroja civakan e û li milekî jî bûyerên bi vî awayî bi wan didin jiyîn. Dema ku em dibêjin kêmendamî (seqet) lê kêmendamî tenê ne di lebatên laş yên ji derve ne, her wiha kêmendamiya herî mezin ew e ku mirov bûyerên giran dijî û li ser psîkolojiya mirovan bandor dikin. Belkî destpêkê mirov ne di ferqa wê de ne lê piştî derbasbûna dem hêdî hêdî derdikeve pêşiya mirov. Dibe sedema acizbûn, gelek tiştên din, hin caran dibe sedema xwekuştinê.
* Yek ji Koma Mexmûrê ku ji bo aştiyê hate Tirkiyeyê. Di heman demê de civaknas e.
Ev nivîs ji Azadiya Welat hatiye girtin


