Diyarname
Piştî şerê Rusya û Ûkraynayê UEFA’yê li hemberî spora Rusyayê hin biryar girtibûn niha hinên din girtin.
Li gor biryarên nû yên UEFA’yê ji bo EURO 2028 û EURO 2032 Rusya ji bo van tûrnûvayan mazûvanî bike dê nikaribe serîlêdanê bike. Serîlêdanê bike jî dê serîlêdana wan neyê xebûlkirin.
UEFA’yê roja 28’ê reşemiya 2022’yan biryar dabûn ku tîmên Rusyayên nikarin beşdarî organîzasyonên UEFA’yê bibin. Niha biryarên din jî girtin. Ji bilî serîlêdana tûrnûvayhen EURO 2028 û 2032’yan biryarên din ev in:
- Di sala 2022-23’yan de tîmên Rusyayên nikarin di Lîga Şampiyonan, Lîga Ewropa, Lîga Konferansê û Lîga Şampiyonan a Jinan a UEFA’yê de cih bigirni.
- Sala bê di Lîga B a Nateneweyan a UEFA’yê de dê cih negirin. Di van koman de bikevi kîjan komê raste rast di rêza çaran de dê cih bigiren û jê bikevin.
- Tûrnûvaya Euro 2022 ya Jinan îsal di navbera 6-31’ê tîrmehê de li Îngilistanê li dar dikeve. Rusya ku di Koma C de bû, dê nikaribe here tûrnûvayê. Ji dêval wê dê tîma Portekîzê ku li hemberî Rusyayê têk çûbû dê here fînalê.
- Ji bo Tûrnûvaya U21 a Şampiyoniya Europayê jî heman biryar ji bo Rusyayê derbas dibe.


