___Rêbîn Ozmen___
Di pencereyê de kulîlke me ya di qotiyeke piçûk de hebû. Roj bi roj çilmisî û taliya taliya hişk bû. Lê te dît dibêjin, di her tiştî de xêrek heye. Herhal hişkbûna vê kulîlkê jî xêrek bû. Piştî kulîlka me hişk bû, rojekê min dît, çend qirşik di qotîkê de ne. Min fêhm nekir, lê piştî nîvro dema min dît, qumriyeke di devê wê de qirşikekî din hat û ew di qotiya kulîlkê de bi cih kir min mesele fêhm kir. Li vî bajarê mistî mezin ku mirov cih û war ji ajalan re nehiştiye, qotiya me ya kulîlkê ji cotek qumrî re bibû hêlineke ewle. Zêde neçû min dît qumriya me hêk jî kirin û dema diçûm ber pencêrê jî bi dostanî li min dinêrî û nedifiriya. Paşê qumriya me çêlîk jî derxistin. Ew mezin kirin û bi firê xistin. Niha qumriyên ku li ber pencereya me mezin bûne li asîmanê vî bajarê mezin difirin. Kêm jî be carinan dîsa tên seredana me.
Hûnê bêjin ma ev cihê tu behsa wê dikî li ku derê ye û çi ye? Ez bêjim; Ez behsa Medya Kitabevî ya li Stenbolê dikim ku avakarê wê nivîskar Selahattin Bulut e. Helbet ez dirêj nakim û behsa damezrandina Medya Kitabevî nakim. Lê tenê vê bêjim, Medya Kitabevî ji berê ve bûye cih û warê kitêbên kurdî, yên li ser kurdan, kitêbên li ser kêmareyan û cihê hevdîtin û sohbetên kurdan û kurdî.
Min çima wisa dest bi vê nivîsê kir? Ez wê jî bêjim. Berî bi çend mehekî Selahattin Bulut, çîroka Medya Kitabevî ya ku hema bêje temenê wê gihaya dora sih salî wekî kitêb nivîsî. Kitêb bi ser navê “Meşa Kîso” û jêr navê Çîroka Medya Kitabevi ji nav Weşanên Avestayê derket. Di kitêbe de gelek serpêhatiyên li Medya Kitabevî derbasbûne hene. Yek ji wan jî ev jêgirtina li jêrê ya ji kitêbê ye:
“Li qorîdorê her ku diçû bêhna gazê zêde dibû, esnafan pace û deriyê dikanên xwe digirtin. Bêhna Çaycî pir teng bûbû, du-sê muşteriyên wî hebûn wan jî çayên xwe nîvçe hiştibûn û çûbûn. Bi hêrs li bergiya kitêbxaneyê di ber camekanê re diçû û dihat û di ber xwe de dipeyivî, bi rastî mirov nikarîbû bigota dipeyive, raste rast xeber didan, ji xwendevanan re, ji polîsan re, ji kurdan re, ji tirkan re hema kî di ber keta; dengê xwe bilind dikir dixwest wî bibînim û bang bikimê. Wextê xeber didan û dipeyivî rehet dibû. Li gorî tesbîta wî; wextê li Îstîklalê hedîse çêdibûn wî wê rojê çayê nedifirot û yên hedîse jî derdixistin kurd bûn. Ew wiha diçû û dihat û dipeyivî ji qorîdorê pirte pirta dengê baskên çûkan hatin. Ewilî min got qey kevok in, dûre min dît cotek qumrî ne, wer xuya bû li derve şaxikekî xwe lê deynin nemabû. Serxweş li erdê çawa bûn ew jî li hewa weha bûn.
Wezna xwe winda kiribûn. Wekî ku şil bûbin xwe diperpitandin. Herhal li safên xwendekaran firiyabûn û li ava polîsan qelibîbûn, diricifîn, min nedixwest tiştekî xerab bifikirim lê mirov ditirsiya ku wê tiştek bi wan bê! Li ser pencera nîvqata Pirtûkxaneya Medyayê kirikek heye, fir, fir, fir û fir, firiyan û çûn xwe li ser wî kirikî danîn!”
Medya Kitabevi wekî li jorê jî xuya dike piştî bi dehan salan jî hîn jî ji cotqumrî kitêbên kurdî, yên li ser kurdan, yên li ser kêmareyan û ji kurd û kurdî dibe mal. Jixwe Selahattin Bulut di kitêbê de jî diyar dike ku wî Medya Kitabevî bi mebesta ku ji kitêbê kurdî û kurdan re malekê ava bike dadimezirandiye. Ji sala 1996’an û vir ve Medya Kitabevi her vê wezîfeya xwe bi cih tîne. Hîn jî li Medya Kitabevi, sohbetên bi kurdî yên di mijarên cur bi cur de pêk tên, heval lê civanê didin hev, hev dibînin, kitêban dikirin, çaya xwe vedixwin bi kêfxweşî û aramiyekê ber bi malên xwe ve diçin.
De îcar em werin ser kitêbê ku mijara vê nivîsê ya esasî ew e. Kiteba Meşa Kîso ji heşt beşên pêk tê. Lê em dikarin bêjin ku kitêb ji du beşên serekê pêk tê. Beşa ewil ku Selahattin Bulut nivîsîye û beşa duyem ya ku ji aliyê nivîskar, akademîsyen, weşanger û kesên ku rêya wan di Medya Kitabeviyê re derbasbûne ve hatiye nivîsin. Divê ez vê jî lê zêde bikim, di kitêbê de nivîsa 49 nivîskar, akademisyen, weşanger, helbestkar û lêkolîneran heye. Beşên kitêbê bi van serenavan e:
1- Lihêfa Kurdan li Ser Pişta Wan e
2- Evin Kitabevi
3- Avakirina Kitêbxaneya Kurdî: Medya Kitabevi
4- Ciyê Medya Kitabevi yê Nû
5- Şewba Nexweşiya Coronavîrûsê, Qrîzên Aborî, Jiyan Bihayî û Rewşa Medya Kitabevi
6- Û Ciyê Medya Kitabevi yê Nû: Bekar Sokak
7- Mêvanên Medya Kitabevi
8- Nivîsên li Ser Medya Kitabevi
Her serenavekî kitêbê di jêr xwe de gelek sernavên din jî dihewîne. Di beşa ewil ya ku Bulut nivîsiyê de, gelek serpêhatî û bîranînên wî yên bi kesên cuda re cih digrin. Ji avakirina Medya Kitabevi heya bi van salên dawî kesên hatine Medyayê, astengiyên ku Medya Kitabeviyê jiyanê, salên ji hêla siyasî ve zehmet û tiştên wan deman hatine jiyîn hemû ji aliyê Bulut ve bi zimanekî herikbar û çîrokî hatine nivîsandin.
Lê kitêb ji aliyekî din ve jî gelekî girîng e. Ji ber ku “Meşa Kîso” di kurmancî de kitêba pêşî ye ku li ser mekanekî hatiye nivîsandin. Her wiha di kitêbê de em civaka kurdan ya di dawiya salên nodan de li Stenbolê bûne dibînin. Di kitêbê de agahiyên gelekî giring yên derbarê komeleyên kurdan, weşanxaneyên wan, rojnameyên wan û kesên bi siyaset û çanda kurdî re eleqedar re hene. Kitêb ji vî alî ve xalekê li dîroknûsiyê zêde dike û gelek çîrok û tiştên ku em nizanin li dîrokê zêde dike. Li bajarekî wekî Stenbolê hebûna Medya Kitabevi, bertekên ku li hember wê hatine nîşandan, carinan mirov bêhevî bikin jî gelek caran jî mirov dikenîn û bêhna mirov fireh dikin. Hebûna Medya Kitabevi, li ser piyan mayina wê ya hêma bêje sih salî û kitêba Meşa Kîso ku bi keda bêhempa ya Selahattin Bulut û bi dehan kesên di derdikeve pêşberî me helbet di nivîseke bi vî rengî de hilnayê. Ji ber wê pêşniyara min li we vê kitêbê bixwînin û we divê rojekê rêya xwe bi Medya Kitabevi bixin. Di cîhana pirtûkê kurdî de, ligel kulîlk û darzeytûnên Dêrîka Çiyayê Mazî çayekê vexwin. Wê demê hûnê têbigihên ku Medya Kitabevi hîn jî hêlîneke ji bo kitêbên kurdî, kurdan û cot qumriyan.