Diyarname
DTP di vê hilbijartina herêmî de li Stenbolê jî dixwaze hin navçeyan bi dest bixe û hin nav jî rêz kirin.
Rêxistina DTP'a Stenbolê biryarnameyeke ji rêxistinên xwe yên navçeyan re şand, têde got ku li Stenbolê dê hilbijartin di navbera DTP û AKP'ê de derbas bibe û xwest ku hemû navçe li gor vê yekê tevbigerin.
DTP dide zanîn ku ew bi îdîane ku dê naçeyên Esenyurt, Erengazî û Sancaktepeyê bi dest bixin, digel vê di warê endamtiya Mecliya Şaredariya Bajarê Mezin û endamtiya meclisê ya şaredariyên navçeyan de jî hêzeke bi dest bixe.


