Diyarname
Meclisa Şaredariya Farqîna Amedê bi yek dengî biryar dabû ku navê Qada Bajar a Kiliçarslanê Yekemîn biguherîne û navê "Rindêxan"ê lê bike. Lê Qeymeqamiya Farqînê ev nav red kir.
Qeymeqamî di redkirina xwe de navê "Rindêxan" wekî ne bi tirkî ye û di ferhenga Saziya Ziman a Tirkî de tune ye bi nav kir û got ku li gor rêzimana "biyanî" hatiye nivîsîn.
Hevşaredarên Farqînê Sevim Biçici û Kadri Esen li ser vê yekê daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û gotin, "Em vê biryara ku ji aliyê Qeymeqamiyê ve li dijî zimanê kurdî û navên kurdî hatiye girtin qebûl nakin û hewaleyî wijadana raya giştî û gelê xwe dikin!"


