Ji bo guhdarîkirinê:
Demek berê di nav pirtûkên min ên di refan de, pirtûka "’Tarih" (Dîrok) a Herodotes a bi wergera tirkî ber çavên min ket. Bi salan e di nav pirtûkên min de, di quncikekî de, bi hemû heybeta xwe ya stûr sekiniye. Nizanim çend sal berê min kirîbû û heta îro li wî cihî danîbû û dest neavêtibû wê. Min ew ji wî quncikî hilgirt destê xwe û çav di nav rûpêlan gerand; dema min sernavekî bi Medan ve tekildar dît di cih de çend rûpel min ji wir xwendin. Pişt re ez vegeriyam serê pirtûkê, ji serî heta dawî min xwed. Bi rastî xwendina vê pirtûkê pir hesan bû; tu dibêjî qey li rêzefilmekî temaşe dikim (bi xwe ji temaşakirina rêzafilman hez nakim), herikbar bû û ev jî bi dîtina min ji hostatiya çîrokbêjiya Herodotes e.
Min piştî xwendina hemû pirtûkê biryar da ku ez pasajên bi dewlet û împaratoriya Medyayê û Medan ve tekîldar ji xwe re wergerînim kurdî. Min wergerand kurdî, ji bo ku bi dîtina min gelek bûyer û çîrokên balkêş ên ji rastiya dîrokê dûr têde hebûn; li ser van bûyer û çîrokan bi kurdî bifikirim û biponijim. Min kir…
Niha ez dixwazim hinek li ser van bûyer û çîrokên balkêş bisekinim; binirxînim û şîrovê bikim; ji bo ku eger Med pêşe-Kurd in - ku di van vegotinên Herodotes, ez ji sedî sed qanî bûm ku Med pêşe-Kurdan in – bi dîtina min, ev bûyer û çîrokên Herodotes vedibêje, îro hê jî di nav jiyan û çanda me kurdî de bi cih girtine û bi bandor in.
Dîrok û Çîroka Medan Ji Vegotinên Persan
Her çiqas Herodotes li ser dîrok û bi gelemperî li ser jiyana Medan gelek agahî dide me jî, lê pêşî ev agahiyên Herototes dide, hema hema sed û pêncî sal piştî rûxandina keyîtiya Medan berhev kirine û ya duyem, Herodotes van vegotinan ji dema êdî Persan Med bi temamî ji serweriyê, rêvebiriyê û sarayê dûr xistin de ji Persan digire. Ev vegotin çiqas rast e çiqas şaş e, biguman e. Vê yekê, Herodotes di pûrtikê xwe de eşkerê dike, dibêje, "niha emê vê ji xwe bipirsin, kî ye ev Kyros dê desthilatiya Kroisos bi dawî anî û Asya çawa bi destê Persan ket? Vê yekê em ji cure bi cure vegotinên Persan hîn dibin. Ez ji nav van, şûna yên çîroka Kyros cîla dikin û dibirîqînin, yên bûyarê wekî bûyî didin der vebêjim; her çiqas ev ne ji çîroka Kyros cuda cuda bi sê dirûvên cuda didin jî, ezê dîsa jî van bişopînim."
Yanê em li vir ji Herodotes fêm dikin ku Pers di vegotinên xwe yên dîrokî, an jî "çîrok"a rastiyê "cîla dikin û dibirîqînin" û "cuda bi cura" vedibêjin; rastiyê, rast e rast nabêjin; dîrokê xira dikin, li gor xwe ava dikin.
Herodotes dema destpêka avakirina dewleta Med vedibêje, wiha dinivîse: "Asûran, Asyaya jorîn pêncsed û bîst sal di bin serdestiya xwe de digirtin; cara yekem Med jê veqetîn; ji bo serxwebûna xwe bi şerkirinê, egîdiya xwe nîşan dan; ji kolêtî filitîn, azadiya xwe bi dest xistin.
Piştî van heman tiştî gelên din jî kirin... Di nav Medan de kesekî jîr ê bi navê kurê Phraotes (Ferhat an jî Firat e) Deiokes hebû. Wî Deiokesî çavê xwe li bilindiyê bû û wiha dikir: Med wê demê li gundan bela wela dijiyan û Deiokes di gundê xwe de kesê herî rêzdar bû; bi baldariyeke mezin û bê bêzarbûn dadgerî dikir. Mediya ji serî heta binê di nav tevliheviyekê de bû..."
Eşkere ye agahiyên di vê paragrafê de jî bi tahrîfat ji Persan girtî ye, ji bo ku kesê ku dewleta Mediyayê ava bike, divê ne kesekî ji rêzê bibe; lê agahiyên ku Herodotes ji Persan wergirtin û gihandine me, Deiokes kesekî gundî, lê di gund de kesê "herî rêzdar" nîşan dide. Lê em zanin ji wê demê heta demên nêzik, bo keytî an qiraltiyê divê ew kes ji malbateka resen an jî esîl ya herî biçûk ji mîratiyekê bibe. Beravajî dema qala Kîros dike ji vegotinên Persan dibêje bavê wî ji malbateke resen an jî esîl bû. Ezê li jêr qal bikim ku Herodotes û Yewnanî bi esl û asterê Kyros biguman in.
Em ji vegotina Herodotes dihêsin ku Persên serweriya Medyayê bi dest xwe xistin, heta dema Darios ê derbeya duyemîn a li hemberî Medan kir û Med bi temamî ji serweriyê û serayê dûr xistin Pers û key an jî qiralên Persan di bi siya reseniya keyitiya Medan serweriya xwe bi rê ve dibirin. Ew Kyros û zarokên wî keytiya xwe bi malbata keytiya Medan ve girê didin û bi wan xwe meşrû nîşan didin. Heta dema Darios xwe pirî caran wekî Med bi nav dikirin. Cara yekem Darios gor ku lêşkerekî ji rêzê bû û piştî bi derbeyekî serwerî bi dest xwe dixe, ji xwe re zirnijadek a Axamenî yanê dîrokekê sexte ji xwe re ava dike; bi vî avayî ji reseniya Medan difilte û Medan bi qir kirineke mezin ji seray û serweriyê dûr dixe.
Agahiya diduyan a ku Persan dayiye Medan biçûk bixin, "Med wê demê li gundan bela wela dijiyan" e. Divê ev agahî jî şaş bibe, ji ber ku Herodotes heft mîratî an jî federasyonên eşîran ên Medan dijmêre. "Yên di bin serweriya Deîokes kombûn bi tenê ahaliya Medan bû; Med ji cure bi cure bavikan pêk dihatin: Busan, Paetaken, Strukhatan, Arîzantan, Budîyan, Magan". Ev jî vê rastiyê nîşan dide: Medan rêveberiyên xwe hebûn û "Med wê demê li gundan bela wela" nedijiyan.
Di Vegotinên Lydiyayan de Kyrosê Persî
"Rojekê heştir wê bibe keyê Medan." Ev gotin falbazên Lydiyayî gotibûn ya ku Herodotes vedibêje. Herodotes dibêje, "Kyros bû ew heştir; ji bo ku dê û bavê wî ne ji yek nijadê bûn; diya wî ji nijadekê resen dihat, bav jî bi qasî wê ne resen bû; diya wî keçekê Medyayî a ji keyê Medan Astiyages (ev Azîdehaq e û ezê di nivîsê de vî navî bi kar bînim) çêbûye; bav jî pers, qet layiqê wê nabe jî, merikekî di bin banê xwedanê xwe de destûra jiyanê dayibûyî bû..."
Li vir eşkereye Herodot Persan ji çavkaniyên Grêkan yanê Yewnanan dide û li hemberî Azîdeheq Kyros hema hema bê resen dibîne; gor Herodotes û Lydiyayî û hemû Yewnanan di civata Rojhilat de resenî û asîlbûn para Medan e û Pers ji ku û ji kîjan eslî hatine nexuya ye; ne di bilindiyê Medan de ne. Lê dema Herodotes ji vegotinên Persan vediguhêse, Pers ji Kyros û xwe re çîrok û dîrokek resen ava dikin û Herodotes jî bi xwe pir van vegotinan bawer nake lê dîsa jî ji nav van hinekan tê bawarkirin vediguheze.
(Nivîs ê berdewam bike)
Not: Piştî min ev nivîs nivîsî, edîtorê malperê bi bîra min xist ku pirtûkek bi navê "Dîrok" a Heredotos bi wergera Ziya Avci ji Weşanên Azad derketiye. Ezê wê jî bixwînim.