Diyarname
Sînemaya Kadikoy îro daxuyaniyeke girîng belav kir û got, “Ji sala bê em êdî cih nadin Festîvala Bogazîçî ku li vir fîlman nîşan bide.” Ev gavek erênî bû. Baş e, çi bo? Bi rêzê em qal bikin.
MESELEYA FINCANCI
Seroka Konseya TTB’ê Şebnem Korur Fincanci ji ber ku îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî anî ziman, daxwaza lêkolînê kir hat binçavkirin û girtin.
Dûre êvara 28’ê mehê şeva merasima xelatdayîna 10’emîn Festîvala Fîlman a Bogazîçî hebû. Merasima xelatdayînê li AKM’ya Beyogluya Stenbolê lidar ket. Derhêner Ozcan Alper bi fîlmê xwe “Karanlik Gece” xelata Derhênerê Herî Serketî girt.
GOTINA DERHÊNER OZCAN ALPER
Ozcan di dema xelatgirtinê de xelata xwe diyarî Fincanci kir û got, “Me di ciwaniya xwe de dizanîn ku ew sazî baş in. Ji ber ku di têkoşîna herî biçûk a ji bo mafên xwe de em rastî şîdeta dewletê dihatin. Dibe ku ez gelek hindik rastî vê hatim lê bi taybetî ez ji hevalên xwe dizanim, dema ew hevalên me rastî îşkenceyê dihatin çend sazî hebûn em diçûn çend saziyan. Ji van hin saziyan bêyî li fikrên siyasî binêre, li welatekî wekî Tirkiyeyê, TÎHV (Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) hebû, ÎHD (Komeleya Mafên Mirovan) hebû. Û di van saziyan de jineke ku her aştî dixwest, nedixwest şer çêbibe, Şebnen Korur Fincanci, hûn dizanin, tenê ji ber ku aştî xwest mixabin rastî kampanyaya lîncê hat. Ez hêvî dikim ev dê biba ya dawî. Ez hêvî dikim zûtirê demê dê ji girtîgehê derê. Ez vê xelatê diyarî wê dikim.”
DAXUYANIYA FESTÎVALA BOGAZÎÇÎ
Piştî vê daxuyaniyê Festîvala Fîlman a Bogazîçî îro bi ser hesabê xwe yê twitterê re daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev gotina derhêner Ozcan Alper şermezar kir. Festîvalê wisa got, “Em wekî festîvalek ku her gav hunermend û fîlman derdixin pêş, di merasima xelatdayîna me de yên ku di dema xelatgirtinê de bal kişandine ser tiştên polîtîk em wan şermezar ikin, em hêvî dikin ku dê hunera me li ser bingeheke tundirist bilind bibe.”
HELWESTA SÎNEMAYA KADIKOYÊ
Û li ser vê daxuyaniya festîvalê Sînemaya Kadikoyê bi ser hesabê xwe yê twitterê re ev daxuyanî belav kir, “Em ji bo hemû sektora sînemayê radigihînin ku di salên bê de emê ji bo Festîvala Fîlman a Bogazîçî mazûvanî nekin.”
SIYAD’Ê BIRYARA XWE DA
Li aliyê din Komeleya Nivîskarên Sînemyê (Siyad) li ser van yekan bi ser hesabê xwe re biryara xwe ragihand. Siyadê wisa got, “Em ji bo raya giştî radigihînin ku di salên pêşiya me de emê juriya Siyadê di Festîvala Fîlman a Bogazîçî de peywirdar nekin.”


