Diyarname
Di "Koma Kujer" de du tîmên favorî yên tûrnûvayê hatin hemberî hev. Di encamê de dîkan nikilike li tangan dan û sê pûan birin mal.
Koma F komeke dijwar e, navê "Koma Kujer" lê kirine. Di maça yekemen de yek ji favoriyan Portekîzê ji Macaristanê 3 pûanên xwe girtibûn û meraq ew bû ku di maça din de dê Almanya yan Fransa bi ser bikeve. Fransa herî dawî bûbû şampiyonê dinyayê û Almanya jî di sala 2014'an de bûbû şampiyonê dinyayê. Portekîz herî dawî bûbû şampiyonê Euro 2016'an. Loma muhîm bû kîjan tîm dê pûanên pêşî bi dest bixe.
Di maça Almanya û Fransa de Fransiz bi 1-0'ê bi ser ketin û sê pûan li tabloya xwe nivîsandin. Di maça li Allianz Arenayê de lîstikvanê alman Hummels bi şaşî gol avêt keleha xwe. Denge golek din nehat, lê golek Fransizan ku Benzema avêt ji ber bi mîliman ofside bû hat betalkirin.
Niha di komê de Portekîz û Fransa xwedî 3 pûanan, Almanya û Macaristan bê pûanan in. Roja şemiyê dê Almana û Portekîz, Fransa û Maaristan bên hemberî hev.
**
Ji bo kanala Youtubê ya Diyarnameyê:



.jpg)