Berî çend rojan min filmê “Dangal” temaşe kir. Bi kurtasî film behsa serîrakirina li hember civakê û zayendiyê dike. Di film me de hemû qebûl û zagonên civakê û nêrîna li hember zayendiyê têk diçe. Helbet filmê me heman demê têkçûna îngilîzan ya li hember hîndûyan jî temsîl dike. Wekî em dizanin gelek salan hîndû mêtingera îngilizan bû.
Bi kurtasî filmê me hemû civakê û kesayetan bi xwe re diguherîne, nêrîna hemû hîndûyan bi xwe re diguherîne. Huner ev e bi ya min. Welhasil dixwazim vê bêjim, serîrakirina li hember qaîdeyên heyî, an jî qebûlên civakî divê civakê bi xwe re biguherîne, an na serîrakirên bo berjewendiyan tu wateya wê tune ye. Bo herkesî ev rewş derbasdar e. Divê bertekên meriv rewş û motîfên civakê biderizîne û biguherîne, derbdayînê hunerî civakê diderizîne û diguherîne, huner çawa şexsan diguherîne heman demê civakê jî bi xwe re diguherîne, deriyekî nû vedikin. Ger huner tenê şexs biguherîne ev pirsgirêk e, divê guhertinê bide dora xwe jî, çimkî huner find e. Heraklitos hewante nabêje, “Hûn du caran nikarin di çemekî de xwe bişon.” Yanî tu tişt wekî xwe namîne. Îcar em werin ser mabesta xwe:
Hefteyeke difikirim, gelo çima mirov bo desthilatdariyê û popularîteyê ew qas şerê navxweyî bikin û ji xwebûnê û xwebûna xwe dûr bikevin?
Çima?
Gelo piştî her xurtbûn, otorîtebûn û ava çemê populîzmê ji xwebûnê dûrketin dest pê dike, ego û narsîzma mirov dibe ku hunera mirov têk bibe?
Divê em çawa lê binerin? Helbet gotina “Huner bo hunerê ye an jî huner bo civakê ye” ne hewante ye, lê belê di serî de huner, serdem, civak, wext, mekan, şexs, xweza û gelek tiştên din, di bin konê modernîzm û postmodernîzmê de qalikguhertin ava kiriye, belkî jî ne huner û ne jî civak ma ye, her tişt wekî lastîkê vedizele, her kes bi herkesî re, û her kes ne bi tu kesî re ye. Tenê îlîzyon, xapandin û sîmuklarîzyona alîgir û nealigirîbûnê xwe berbiçavî dike.
Halbûkî tiştekî wiha têkçûyî, hatiye rûxandin di vî zemanê û serdema qebrax de, her kes li pê hesab û kîtaban, tu derdê kesî jî tune ye ango ne xema tu kesî ye maf, edalet, heq û hiqûq, her tişt bûye lastîk û vedizele, destê kê di bêrîka kê de ye ne diyar e, jiyaneke qehpeyîn û serdemeke orosipîyîn, bila tog û qehpe min biborîne, mecbûrmam peyvên wiha bikarbînim.
Mîza tu kesî jî êdî ne zelal e. Hemû nirx, nasname, xwebûn, ezîtî û xwebûnî û têkoşerîbûna xwebûniyê hatiye rûxandin. Di bin banê populîzmê û otorîtebûnê de, hemû kesayet bûne wekî lastîkê, berjewendî, ego, fetîsîzma populîzmê siyeke desthilatdar li ser kesayetan ava kiriye. Loma dibêjin gelo huner mirî ye, wateya hunerê nema ye, ecêba divê huner xwe ji nû ve dirûvkirin bide, ka nirxên wekî Roboskî û hunera Guernîka, ka nirx, huner û nifşên wekî Hozan Serhed û Xelil Xemgîn, Ciwan Haco û M.Şêxo... ka mekanên wekî qesr û qonaxên dîrokî, ka kesayên wekî beton û dîwaran, ka û ka... Niha her tişt eklektîk e, vedizele, herkes bi herkesî re û heman demê herkes ne bi tu kesî re ne. Xwebûn, ezitî û têkoşîn û serhildana xwebûnê têkçûye, hatiye rûxandin. Her tişt bûye sanalîzasyon û kanalîzasyon, Peresazîzyon, Xsazîyon, Instagramsaziyon û Tîktoksaziyon û hwd...
Berê dinyê û civakê bi ku ve diçe ne diyar e. Pozîsyon û rolwergirtina civakan girîng e, lê belê em hîn şûnde tên û agirê navxweyîn em bêtir gur dikin, heta ku em hev bişewitînin. Carinan kela dilê mirov dikele û dibêje hema bi ceqmeqekî agir bi vê dinya boş û vala xîne û bila tu kes li ser rûyê dinyê nemîne. Belkî ji vê êşê û êşberdewamiyê çêtir be. An jî belkî meriv ji xwe re ker û lal û korbûya çêtirbûya çi pê dizanim, hema min jî a di dil û hişê xwe vegot, axir em dikarin a dil û hişê xwe vebêjin û verişin.
Em giş çîroka Narkîsos dizanin, hewce nakim behsa çîrokê bikim. Narsîzm heta radeyekê baş e, lê belê ji radeyekê şûn de zirarê dide mirov. Çimkî narsîzma zêdeyîn rûxandin û têkçûn e. Bedela narsîzma zêdeyîn giran e. Yan xweza yan jî civak dê bedela narsîzma zêdeyîn tewanbarkirin bide. Narsîzma zêdeyîn jixweveçûn e, tu kesî neguhdarkirin e, tenê ez, ez, ez û ez im.
Îcar huner ez, ez, ez û ez im an jî huner ez û tu û em e. Ez û ez û ez bê pîvan e, jî eyarketiye, bêmêzîn e. Ez û tu û em jî a ku bi pîvan û mêzîn e. Îcar kîjan xwebûn e, kîjan populîzm e, dibê em ji hev du bineqînin. Helbet ez, ez, ez berê me bi binhiş û derhiş vedike, a ku ez û tu em jî civakî ye û berê me bi hiş û êqil vedike. Îcar kîjan rastiyên diteyisîne.
Helbet li gor psîkoanîlzmê derhiş heqîqetê û rastiyê diteyisîne, her çiqas rastî jî bûbe sîmulasyonek, welhasil a ku hiş û êqil jî diteyisîne bêtir ji rastiyê dûr û a ku hatiye binpêkirin e, a ku biryardayîna wê di bin tehdedayîn û tesîra civakê ve hatiye dayîn e. Helbet rastî guherbar e, li gor vê serdemê rastî jî hatiye rûxandin. Çimkî her tişt bûye sîmulasyon û dîjîtalîzasyon. Rasteqînî perçe perçe bûye, rasteqînî miriye, navend bûye bireser û otorîteya bireserbûnê, êdî raman desthilatdariyê li rastiyê dike, peyv û gotin bandorê li rastiyê dike. Berê rastiyê û derewê diguherîne û vediguherîne rûyekî din, dikevin dewsa hev, dikevin ser hev du, hev du hemêz dikin û dîsa jî ji hev du vediqetin rastî bûye wekî hunera orîgamî. Ekletîzm û lastîkîzm û kanalîzasyonîzm û xweşgotinîzm û xweşvebêjinîzm rastiyê û derewê li binguhên hev dixîne, cihguhertinê pêk tîne.


