logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  2. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Xirakirin û Avakirin

  • Dîrok: 06/04/2020
Di van rojên koronayê de xalên herî girîng bawer im di jiyana me de têgihên ” Şikdarî, Tirs û Paranoyayê ye.” Belê, berî her tiştî dema ku mirov ji her tiştî şikdar bû a wê demê bila bê zanîn ku êdî şopên paronayayê dest pêkirine. Ji ber ku her kes li ên dijberî xwe bi çavên tirswarî lê dinêrin. Her kes li gor her kesî dibin ên din. Her kes bûne heman kes û heman tişt, tenê şertên wan ne wekhev in (Bo ên dewlemend û ên ku debara xwe dikarin bîne cî). Loma di vir de her kes ne heman kes in. 
Dema ku tu diçî derve her kes bi çavên berê li te nanêrin û xwe diparêzin, hevza xwe dikin ji ber koronayê, di hundirê mejiyê xwe de dibêje “gelo yê li hemberî min ne bi koronayê be?” Her kes li gor xwe mafdar e helbet. Lê belê ev pirs serê xwediyê xwe dixwe û xwediyê xwe bi hişmend dike. Gumanbarî bingeha tirsê, ewlehiyê, zanistiyê û baqilbûnê ava dike û tevgerên mirov diyarde dike. Ji ber ku bi saya vê şikdariyê mirov hema bêaqilî xwe navêje nava tiştan û bêaqilî tevnalive. 
Descartes hewante nedigo, “Difikirim wê çaxê heme" Îcar Descartes şikdarbûna xwe li hember xwe û li dijber Xwedê pêk anîbû. Ango têkîliya diyalektîka kirde û bireseran rûqalî hev dike. Esil hebûna xwe û hebûna her tiştî dide ber lêpirsînê û di serada mejiyê xwe werdide. 
Bingeha her tiştî li ser hebûn û nebûnê ye
Îcar çima em ditirsin welew ên ditirsin mafdar in, divê em bitirsin bira jî. Ji bo çi em ditirsin, herhal ji ber mirinê ye. Mirin hebûna me ji holê radike. Feqet mirin ne tunebûn e helbet. Tenê bi awayekî fizîkî mirin li dar dikeve. Lê belê Carinan mirin vediguhêze hebûneke. Helbet her kes bi mirinê venaguhere hebûneke, bo her kesî ne derbasdar e. Îcar hebûn çi ye. Hebûn ma ji mirinê tenê pêk tê. Helbet dibe ku mirov bitirse û tirs têgiheke fêrbûyî ye ango em paşê fêrî tirsê bûne. Loma mirov ji mirinê bitirsin ne tiştekî awarte ye, lê mirin bo her kesî ne heman tişt e, ev jî mijareke din e. Halbûkî em tu kes ne mayînde ne, an jî mayîndebûn çi ye, helbet mayîndebûn jî bi serê xwe mijareke din e. Welhasil divê mirov netirse, ji bo çi ez behsa hebûn û nebûnê dikim. Ji ber ku bingeha her tiştî li ser hebûnê ava dibe.
Îcar em werin ser meseleya nexweşiya koronayê; Bi ya min ev nexweşî dewletên kapîtalîst avakirine, em tenê dîmenan dibînin, halbûkî di paş perdeya dewletên kapîtalîst de timî tiştên kûr û hûr ên nayên dîtin hene. Binêrin her demekê tiştek dertê holê û timî dewletên kapîtalîst an jî pergala kapîtalîst bi saya van bûyeran xwe mayînde dikin. Ango hebûna xwe berdewam dike. Ji ber ku li ber hilweşandinê ne. Mînak in; Afirandina Daîşê, afirandina bapêşa çivîkan, bapêşa wehşan û corona û hwd giş alavên pergala xwerêvebirina kapîtalîzmê ne, vana êmên kapîtalîzmê ne. 
Em bi xwe kapîtalîst in
Sermaye, kar û debara pergala xwerêvebirina kapîtalîzmê ye. Ji ber ku pergala xwerêvebirina kapîtalîzmê stûnê avahiya xwe tim li ser aboriyê bilind dike. Têkiliyên xwe ên aboriyê jî li ser têkiliyên kirdeyan û bireseran ava dike. Bi saya dîyalektîka van xwe bi rê ve dibe. Ango ji xwe re alifekî diafirîne û hundirê wî tijî dike û paşê êmê xwe bi awayekî xurt bera nav naxiran dide. Sermaya pergala xwerêvebirina kapîtalîzmê alifê wî ye. Heta ku rojekê alif bihelweşe. Feqet tu carî nahêle cuherê wî vala bibe. Valabûna cuherê pergala kapîtalîzmê tê wateya têkçûnê, loma kapîtalîzm tim dixwaze xwe li ser lingan bihêle, dixwaze tim mayîn de be û dixwaze mayîndebûna xwe berdewam bike. Ango mesele hebûn an jî tunebûna pergala kapîtalîzmê ye, ev pergal jî desthilatdareke şîrîn e hemû kesan dixe binê konê xwe, kesên dijber pergala kapîtalîzmê jî di binê vî konê şîrîn de ne yanê em giş ji desthilatdariyê hez dikin. Loma hem em red dikin û hem jî em jê hez dikin ji ber vê sedemê em musebebê vê nexweşiyê bi xwe ne, ango em bi xwe kapîtalîst in û em ava cihoka cêfîna wê bi destên xwe dikolin û rê li ber vedikin. Yanê em bi xwe vedin. 
Descartes bi xwe dihese
Îcar a Descartes jî dijderketina desthilatdariyê ye. Ji ber ku divê dema fikirîm û min xwe rêvebir û hebûn û tunebûna min ji fikrên min za şûnde nexwe çima wê çaxê baweriya xwe bi Xweda an jî Xwezayê bînim çima ew ê min bi rê ve bibin. Yanê Descartes bi xwe dihese, bi hebûna xwe dihese, bi saya ramanê dizanê êdî ew heye. Ango Descartes bi saya fikrê xwe bireserê têk dibe û bireserê dike alava fikirandinê û şixulandinê. Pergala kapîtalîzmê jî heman alavan li ber çavên mirovan radixîne û bi saya van alavan vê carê fikirê têk dibe li hember bireserê. Welhasil hinekî mijar bi têkiliya desthilatdariya “Kirdeyan û Biresaran” ve girêdayî ye. 
Îcar bo pergala kapîtalîzmê hebûna xwe mayînde û berdewam bike pêdiviya wê bi alavên ku bi aboriyê ve girêdayî heye. Loma di dinyê de tiştên tên firotin û afirandin giş niha li ser alavên tenduristiyê û alavên xwarinê ne. Welhasil dinya ji qrîzê derê an derneyê nizanim. Lê piştî krîzê dinyayek çawa dê li ber çavên me bi berbiçav bibe ez wê jî nizanim. Dinyayek çawa û bi çi şiklî dê ava bibe em nizanin. Lê guherîneke dê derkeve holê. Lê piştî vê nexweşiyê dibe ku katarsîsek bêhawe pêk were. Her tişt ne diyar e. Ji xwe vê nediyarbûn, nizanbûn û xûmamîbûn mirov dike paronayak û şikdar. Belê mesele hebûn û tunebûn e. 
Her tişt sîmulasyona xwezayê ye
Pergala kapîtalîzmê bo xwe biheyîne û mayînde bike her daîm ew ê ji xwe re rê û rêbazan bigere. Kapîtalîzm dixwaze desthilatdariyê li xwezayê bike, û dike jî lê belê tu carî û tu kes nikare desthilatdariyê li xwezayê bike. Talî li hember xwezayê giş têk diçin. Her tişt talî sîmulasyona xwezayê ye. Platon hewante nabêje gelek tişt teqlîda xwezayê ye. Feqet ew çi be jî mecbûr e li hember xwezayê têk biçe. Çiqas kapîtalîzm û serdema post-modernîzmê bixwaze dirûvekî ango şiklekî bide xwezayê jî lê belê tu carî dê nikaribe serî bi xwezayê derxîne. Talî emê vegerin xwezaya xwe ya berê, belê ez bi xwe ne yekî bawermend im lê dikarim bêjim ez yekî agnostîk im. Loma ji dema feylesofan bigre heta vê serdema postmodernîzmê her daîm mirov xwestiye hikumdariyê li xwezayê bike. Lê ji teqlîdkirinekê wêdetir bi pêşve neçûye. Welhasil korona, Daîş, bapêşa çivîkan, bapêşa wehşan û hwd. giş alavên xwerêvebirina pergala kapîtalîzmê û postmodernîzmê ne. Bi vî awayî şikil hem didin xwezayê û hem şikil dide xwezaya mirovan. Halbûkî talî di pêşerojê de em ê giş vegerin xwezaya xwe yanê hewante Nietsczhe nedigo mirovê talî ew ê vegerin xwezaya xwe. 
Xwezaya me ji ku ve tê, xwezaya me ji natûralê tê, ji têkiliyên mirovên sade û têkiliyên germ tên. Ji dirûtiyan xayintiyê, sermayê ji kar û fen û fûtan, ji çavnebarî û parsekiyê û hwd nayên. Di Têkiliyên mirovan de xwerûbûn gerbûneke hevpar û ji dilî hebû. Dema ku cîranê me têketa tengasiyê û bêgav û bêçarebûya, heman deqê de herkes lê xwedî derdiket. Lê di serdema aniha de her kes sar e. Di serdema niha de berê berê “ez”a mirov ketiye pêşiya her tiştî. Yanê em koleyên ‘ez’a xwe ne, lê berê em koleyên “em”ê bûn. Ji têkiliyên şexsî bigire heta dewletan rastiya berê berê “Ez” heye. Yanê di pergala kapîtalîzmê postmodernîzmê de berê berê “Ez” heye, paşê ên din heye. Hebûna pergala kapîtalîzmê û postmodernîzmê li ser vî esasî ava û mayînde dibe. Di postmodernîzmê û kapîtalîzmê de a girîng “Ez” im. Ne “Em” in. Loma hebûn û tunebûn kapîtalîzmê û postmodernîzmê bi vî awayî dimeşe. Lê belê di “Em”ê de civakên têkîlgerm û civakên xwerû û sade hene. Ango di civakên komînal û xweser de “Em” hene. 
Mînaka gêrikan û însanan
Mînak dema gêrik(morî) bo ku pirtikek nan bibin moristana xwe hema hema hemû girêk li wî piçê nên dicivin û bi hev re dibin moristana xwe. Feqet di nava însên de ev alîkarî di vê serdemê de tune ye. Ji xwe em behsa “Însên” dikin. Însan bi xwe nakok in, paradoks in, ji kesayetekê ango ji şexsekî pêk nayên. Şexsek hem ji hêla dil, êqil, rih, der-bin-hiş ve tim guherbar e, loma tenê însanek(şexsek) di rih, aqil, dil û derbinhişê de qelebalix û pir kes in. Ev tenê însaneke wise ye, de îcar dinyayê û dewletekê tenê bifikirin. Kapîtalîzm û postmodernîzm jî ji vê valahiya mirovan an jî ji vê tevlîheviya rihê mirovan, ji qelsbûna wan û ji zeîfbûna wan a şexsî sûdê werdigire û bi vî awayî şivantiyê li serê mirovan dike. Belê kapîtalîzm û postmodernizm şivan e û em jî kerî ne. 
Hêz, hez, zewq, azwerî, xwestek û daxwazên mirov ne di destên mirov de ye. Lê mirov dibêje qey ez xwe bi rêv e dibim. Halbûkî haya wî ji bayê felekê tune ye, a ku mirov bi rê ve dibe: Desthilatdariya hêzê ye, desthilatdariya azweriyê ye, desthilatdariya xwesteka ye, desthilatdariya zewqê ye û hwd. Ev giş alav û alên kapîtalîzmê û postmodernîzmê ne. Ango em ji rêderketine. Em ji rêderketîne(em ji vê rêderketinê hez dikin, piştî ji vê rêderketinê belkî wateye zimên û çand û netew û nijadperestî û nijadê û hwd û wateya tu tiştî nemîne) postnodernîzm û kapîtalîzm berê me bi hundir vekiriye û em civînê xwe li hundir li sanalê dar dixin, em hemû tiştan êdî bi awayekî sanal li dar dixin. Ji eşqa bigirin heta seksê, erotîzmê, porno, xwarin û vexwarinê. Rêveberên me êdî bireser in û meta ne, ne raman e êdî Descartestoo! Yanê rêveberên me jiyanên dijîtal e, jiyanên kapîtal e û postmodern e ango jiyanên ji rêderketîne (Hemû nexweşî jî ji vê rêderketinê derketiye holê). Yanê edî li ser sanalê du kes ji hev hez dikin. Ango aşiqî hev dibin. Edî kes narin kerxaneyan berê xwe bi porno, û filmên seksê û erotîzmê vedikin. Ango her tişt bûye sîmulasyon, îlîzyon û sîmuklarîst... Hewante Baudrillard li ser sîmulasyonê, jiyana dijîtal, jiyana sîmuklebûyî, agahiyên dijîtal ne sekinîye. Ji ber wan sedeman jiyanên bêkêf û bêhizûr derketine holê. Û hewante negotiye em koletiyeke bihişmendî tevdigerin. Welhasil Her tişt êdî ji destê me çûye. Aqil ne rêvebere hez,  daxwaz, azwerî,  xwestekên me rêveber û desthilatdariyê li me dike. Hiş û aqil hespeke rewan e. Azwerî û xwestekên me jî li vê hespê rewan siwar bûye bi çargavkî difire. Hemû êş û nexweşî, şer, pevçûn û gazin û nizanim çi û hwd giş piranî sedemê wan Pergala xwerêvebirina kapîtalîzmê û postmodernîzmê ye. Helbet heta ku tiştek xera nebe tiştekî nû dernayê holê, loma jî divê hin asas ji binî ve bêxwarê ku tistekî nû biwelide..... De a bi xêr...

Hin Nivîsen Nivîskar

BÎRANÎNÊN HEFSÎYAN

  • 24 Gulan 2021

"Huner serîrakirina dijber neheqiyê û bêedaletiyê ye, huner li pê şopa rastiyê û jiyaneke estetîk e."Pirtûka Mehmet Çakmak a bi navê...

Romana Felsefîk, Mîtolojîk û Zanînê

  • 03 Avrêl 2022

Dema min dest bi xwendina vê romanê kir, min got qey ez pirtûkeke lêkolînî dixwînim. Çimkî di romanê de ji tehma wêjeyê zêdetir tehma...

BÊRÎKIRINÊN HÊRSOYÎN

  • 12 Berfanbar 2020

“Helbest, di protestokirina xwe de xewna dinyayeke dê hertişt cihê bibe tîne ziman.(1) Yanê li gor Adorno helbest dinyayeke cihê destnîşan dike, helbet li gor Adorno ev dinya cihê...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Yek bi yek waliyên bajarên kurdan têne binçavkirin

ad

Li ser Rojava û Sûriyeyê îro çi qewimî?

ad

Bi pêşangeheke tabloyên grafîkan qala jenosîdê kirin

ad

Li ser aboriya qirêj sê nûçe

ad

Ew kî bû got kurdî serbest e?!

ad

Navê Narîn Guranê li parkê kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname