logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

BÊRÎKIRINÊN HÊRSOYÎN

  • Dîrok: 12/12/2020
“Helbest, di protestokirina xwe de xewna dinyayeke dê hertişt cihê bibe tîne ziman.(1) Yanê li gor Adorno helbest dinyayeke cihê destnîşan dike, helbet li gor Adorno ev dinya cihê bingeha xwe ji helbesta lîrîk werdigire. Yanê kesên lîrîknîvîs hinekî dijkolektîf in. Çîmkî dengê lîrîzmê dengê “ez”ê ye, ev “ez” dijjkolektîf e û li dijber bireserê tê pênasekirin û derbirînkirin. (2) 
Helbestên Nûroj Mûnzûr jî hinekî lîrîk in û derbirîna der-binhişîn in. Di serî de bo helbestên Nûroj Mûnzûr em dikarin wiha bêjin, di helbestan de gotinên derbdayîn û hevokên bi tîn-bandor serî hildane. Hebûna têkoşeriya gotin û hevokan di helbestan de sergovendî gerandiye. Gotin û hevokên di helbestan de dibêjin em hene û em vedijîn. Wekî kelek û peroşiyeke hêrsoyîn û bêhna hestên sadîstîk ji hin gotin, hevok û risteyên helbestan tên, çimkî alav û gotinên talûke di helbestan de sergovendî kirine. 
Di hin helbest û risteyan de helbestvan di veguherîna rihê xwe de li neynika xwe rast tê di vê neynikê de bi xwe re û bi dîtirbûna xwe re dikeve têkoşîneke bêhempa û dijwar. Hestên komkirî û yên zarokatiyê û bîranînan li ber teqînê ne û giş paşê di risteyan de diteqin û dixwazin biteqin û carinan jî di xwe de teqandiye. Her wekî din mija melankolîzmê, mirinê, tunebûnê û lîrîzmê xwe li hevok û risteyan rapêçane. Her wiha di hin helbestan de nivîskar li pê şopa xwe ketiye, li pê cinavka TU yê ketiye. Li pê rastiya xwe ketiye, çima ew qas hêrsbûye û çima ew qas TU yê bikartîne. Îcar ev Tu kî ye? Bav e, yar e, hezkirî ye, bira ye, şervan e, dê ye, kî ye gelo? An jî vana giş in? Helbet di helbestan de mijara bindestiyê û serdestiyê jî heye (Dema dibêjim bindestî û serdestî ez behsa miletekî tenê nakim, dibe ku di malbatekê jî heman tişt hebe, mînak in, Bav dikare desthilatdariyê li dê bike, bira dikare desthilatdariyê li xweha xwe û birayê xwe bike, heywanek dikare desthilatdariyê li heywanekî din bike û hwd), lê dîsa jî bi qasî mijara bindestiyê û serdestiya gelan neqişandiye ew qasî jî têkiliya serdestî û bindestiya şexsan jî hatiye vehûnandin....
Di gelemperiya pirtûka helbestên Nûroj Mûnzûr a bi navê “Bêrîkirinên Îllegal" de hestên hêrsoyîn û tund serdest in, çimkî alav û gotinên hatine bikaranîn di helbestan de piranî tundiyê û hestên hêrsoyîn di xwe de vedihebînin. Ji hin helbestan mînak in: ”Kêrekê di zikê wî rake, Tembûrek xwe dikuje, min ji meytan hezkir, îro salvegera dînbûyîna min e, li doşeka mirinê raza, min ê kerba xwe di serî de vala bikira, ez di eksa xwe de diteqim, peyvên min ta digirin, ji miriyekî re li xwe mikur têm, mêrikê poz-genî, siya hêrsên min hwd.”
Di helbestan de hevok û gotinên wiha tund û hestên hêrsoyîn tê de tijî bûn min tenê hin hevok ji her helbestan neqand bo ku em bikaribin helbestên xwe bi gelemperî rexne û analîz bikin. Helbet ev hevokên tund û hêrsoyîn sersebeba wan ji bêrîkirineke sadîstîk tê. Yanê ji ber bêrîkirineke zêdeyî xwe welew ji ber aciziyeke zêdeyî xwe riste, hevok û hin helbestên me veguhezîne hestên narsîstîk û sadîstîk û bi vê şêwazê hin helbestên me hatine tevnesazkirin. Nivîskar di helbestê xwe de kerba û nefreta xwe di ser kê de dixwaze vala bike? Çima salvegara dînbûna xwe destnîşan dike, çima peyv ta digirin, ev mêrikê poz genî kî ye ew qas qicix û nefretê  jê distîne û dixwaze kerba dilê xwe di ser kê de vala bike? Îcar helbestvana me bêriya çi dike an jî ji çi qehiriye û ji çi diqehire ew qas bi hestên hêrsoyîn û sadîstîk bêjeyên xwe neqandiye û neqişandiye. Dixwaze kêrê di ser dilê kê daçikîne û dixwaze kerba xwe ji kê derxîne gelo? Ma ev hest ne hestên hêrsoyîk û sadîstîk in gelo? Çima meriv ji meytan hez bike, ma mirov ji meytan hez dike ev ne derûniyeke fetişîst û sadîstîk û psîkopatolojîk e gelo? An jî mabesta ku ji meytan hezkirin çi ye? Meytên şervanan e, meytên nasan e? Meytên malbatê ne, meytên dostan e, meytên kê ne ku helbestvan ji meytan hez dike? Heke hatibe vê radeyê dêmeg meytên pir û pir bi nirxdar e û hezkirin hatiye xwe di lûtkeya narsîzmê de xuya kiriye. Asas helbestvana me di navbera narsîzmê û sadîzme de pêlyaye. Helbet vana giş pirsên bêbersiv in. Lê ji bo ku meriv ji meytan hez bike divê teqez nêzîkatiyeke hevpar hebe an na bo çi meriv ji meytan hez bike? Encex meriv ji meytên herî bi nirxdar û pîroz hez bike? Hasilkelam di helbestan de her wiha têgeha zemên û cînavkên herî zêde hatibûn bikaranîn jî “ez û tu" bûn. Her wiha di helbestan de lêkera çûyînê jî têra xwe serdestî kiribû. Di helbestekê de divê tembûrek xwe dikuje helbet em dizanin ku ev tembûr di vir de metaforek e û mirov temsîl dike. Yanê mirovek xwe di vir de dikuje, îcar yê xwe dikuje kî ye nivîskar e an jî kesê nivîskar jê hez dike?  Di helbestan de têgehên xwekuştin û mirinê serdest e, nivîskar reşbînî helbestên xwe neqişandiye. Bendemayîn, hêvî, hestên hêrsoyîn û yên tevlîhev di helbestan de tijî bûn. Carinan bi zimanekî tûj û serserkî û carinan jî bi zimanekî estetîk helbestên xwe neqişandiye. Bi şêwazeke lîrîk, hundirîn û hebûnwarî neynika hiş û binhişê xwe ji me re teyisandiye...
KENÊ TE
Tu dizanî
Îro jî
Hevalên te, tu ji min pirsîn
Di çavên wan de tu..
Û
Nizanim çima
Min jî tu ji wan dipirsî
Em di vê risteyê dibînin dîsa cînavka Tu yê hatiye bikaranîn, lê dîsa kesek mîna dostekî an jî birakî welew hezkiriyekî ji helbestvan hatiye pirsîn, kî tê pirsîn gelo?  Lê di bersivê de dixuye kesê tê lêgerîn, pirsîn nexuyaye û nivîskar jî heman pirsê ji wan dike. Ev bêrîkirinekê destnîşan dike û bêrîkirineke ji dil e.
Îşev 
Dayê
Tizbiya xwe
Ya çil û sisêyan jî bi dawî kir
Û
Dîsa 
Yezdanê jor bê xew ma..
Bi te re ye
Morîkên çavên wê
Morîkên dilê wê
Di vê risteyê de em fêm dikin êdî dêyek li benda kurê xwe ye. Lê pirsîna cînavka Tu yê dêmeg dewsa kurekî wergirtiye? Çimkî divê “bi te re ye morîkên dilê wê û morîkên çavên wê” dêmeg morîkên çav û dilê wê bi kurê wê re ye...
*
Di dema bişirînên hîvronê de
Li benda te me
Piçûkê min..
Di vê risteyê de jî em dibînin dê ji kurê xwe re dibêje li benda te me piçûkê min, yanê dêyek li benda kurê xwe ye loma jî îhtîmal e ku cînavka di helbestan de serdestî dikir yanê Tu, dewsa kur de hatiye bikaranîn. Wekî em dizanin di gelê bindest e, pênûsa wan piranî êş û kul û birînên wan diteyisîne. Loma jî helbestvan di vir de êşa malbatekê teyisandiye dibe ku ev malbata helbestvan be û dibe ku malbateke din be, talî pênûs ev rastî vehûnaye û berbiçav kiriye.
HELBEST
Kê gotiye
Mirov, hebûneke nepen e
Sor digirîn
Û
Sor dikenin
Hemû bûnewer
Yên ku kenogirî ne
Dest bi xwekuştinê kirine
Di zikê dêya xwe de bê keys bûm
Loma jî
Ez behemdî anî me dinê
Dêya min
Ev helbest krîtîk e, çîmkî helbestvan bi hebûna xwe û bi hatina xwe ya dinyayê re şer û têkoşînekê berbiçav dike. Ev helbest helbesteke psîko-dînamîk û psîko-psîşîk e. Li gor Freûd psîşîzm bingeha wê xwe digihêjîne heyama zarokatiyê û raboriyê. Di van heyaman de piraniya tiştan tên qeydkirin, loma jî ya bi awayekî xewnî ya jî bi awayekî derhişî xwe diteyisîne pênûsa meriv. A helbestvana me jî xwe di pênûsa wê de daye der. Dibêje di zikê dêya xwe de bê keys bûm dêmeg tebatî nehatiye nivîskar, tim bêhizûriyeke psîko-dînamîk serdest bûye, çimkî dibêje ez bê keys bûm, yanê ne sabît bûye tim tim bi liv û tevgereke rihî tevgeriyaye. Loma jî dibêje ez bêhemdî anî me dinyê, heke bêhemdî be wê çaxê em dikarin bêjin helbesta me helbesteke derûnî ye û derûniyeke bixwehesandinê ye û ji ber vê bixwehesandina nivîskar, helbest veguheziye helbesteke psîko-psîşîk, yanê hêla helbestê a Psîşîk û rihî heye û serdestî li nivîskar û pênûsa nivîskar kiriye. Her wekî din dibêje sor digirî û sor dikene yanê di vir de sor têgeh, rengdêr û metefora welidandin û mirinê ye. Yanê hem jiyanê û hem jî mirinê temsîl dike. Çimkî di welidandinê de xwîn sor diherike û girî û ken heye, di mirinê de jî xwîn û girî heye. Du rastiyên jiyanê ne û dîyalektîka jiyanê diteyisîne. Loma jî ev helbest helbesteke derûnî, şexsî, rihîn, psîşîk e. Ev helbest mirin û jiyanê dinimîne. Welhasil di helbestên Nûroj Mûnzûr de a serdest gêreya şexsî û gêreya tu'yê ye. Helbestên me hem hêrsoyîk in û hem jî helbestên bêhna narsîstîk û sadîstîkê jê difûre. Lê sedema vê hêrs, narsîst û sadîzmê malbat û bindestî ye.  Bingeha vê rastiyê ji vir tê û loma jî ji helbestên me bêhna psîkoanalîtîkê jê difûr e. Taliya talî helbestvan bi giştî helbestên xwe bi şêwazeke hundirîn a şexsî û zarokatiyeke bi gêr û têkoşîneke hebûnî veolandiye di neynika derhiş û binhişiya xwe de...
Çavkanî:
1,2) Edebiyat Yazilari, Theodor W. Adorno, Metis, 
Hin Nivîsen Nivîskar

ÇAVDÊRIYÊN QEYDKIRÎ

  • 24 Rêbendan 2019

“Ji bo ku mirov êşê fêm bike, divê berê mirov bi xwe êşiyayî be, an na bêwate ye”“Êşâ kesê dinê rasterast û bi teqezî em...

NAVDARÊN ASÛSÊ

  • 02 Gulan 2020

“Ji bo Yekê Gulanê û hemû jinên tehdedîtine û hatine ricimandin"Pirtûka Mehmet Dicle a bi navê “Asûs”ê ji deh çîrokan pêk...

Paradoksa hezkirinê, eşqê û welatperweriyê

  • 07 Tebax 2022

Her nivîskar şêwazeke wan a xeradiyê heye, yanê helbestên xwe li gor tevnesazekê dixeridîne, da ku berhemeke baş bêyî vehûnadin. Mîna Ecer jî di...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê dikeve hilbijartinê

ad

Festîvala Fîlmên Karkeran didome

ad

Ji fûtbolê 3 nûçeyên îro

ad

6 jê HDP'yî, 19 mebûs bûn berendamên şaredariyan

ad

WDR'ê xêzefîlmên bi kurdî weşandin

ad

Kurê Salih Muslim Şervan Muslim hat kuştin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname