Çav neynika hiş, binhiş û derhiş e. Guh, neynika guhdarîkirina rih e. Çav û guh neynika rih diteyisîne. Heman dema çav û guh du organên psîkoanalîtîk e. Ji hêla temaşekirinê û ji hêla bihîstin û guhdarîkirinê ji êqil, hiş, binhiş û derhiş re dibin organên psîkoanalîtîkê. Şîrovekirina dîmenan û guhdarîkirina derdoran ji hiş û êqil dibin alav û van alavan an jî agahiyên guh û çav dibin sersebebên nîqaşên estetîk, kaotîk, kompleksîf, derûnî û psîko-felsefîk û hwd. Yanê bi taybetî du organên girîng e di jiyana mirovan de û civakê de, çimkî her du organ carinan dibin sersebebên psîko-civakî û carinan jî dibin sersebebên estetîk yên rihî û psîko-civakî jî. Yanê esas talî bi nêta civakê û kesan ve girêdayiye bikaranînan çav û guh. Çimkî çav û guh neynika hiş, êqil û binhiş û derhiş e. Di romana “Warê Firaran“ a nivîskar A. Bedir de du organên serdest hene. Yek jê çav e, û ya din jî guh e. Loma min xwest piçekî behsa çav û guh bikim. Îcar em werin ser romana xwe:
Dema min dest bi romana Warê Firaran kir, ez pir bi heyecan bûm, pir bi hêvî bûm. Belê ez behsa romana Warê Firaran dikim, behsa romana A. Bedir dikim. Belê xweseriyeke û taybetiyeke nivîskar a zimên heye, lê ne ew qasî, belê mijareke folklorîk a ku qinê xwe ji qetlîama Geliyê Zîlan distîne heye, belê sewta dengbêj, eşqa Siyabend û Xecê , Têlî û Filît, Mem û Zîn û hwd heye ser çavan û ser seran, lê belê dema min rûpelên romanê her ku diqulipand, ji ducarbûnan an jî ji peyv û gotin û hevokên dubarekî ez xeniqîm. Belê nivîskar çavdêriyên xwe bi şêwazeke monologîn vedihone. Lê belê nivîskar zêdeyî xwe bi heman mijarê û bi heman peyv, hevok û paragrafên xwe dihone. Loma gengaz e ku xwendevan ji vê şêwazê aciz bibe. Dibe ku nivîskar bêje ne xema min e, ew jî bijartineke helbet. Lê belê hêviya min têk çû, çimkî li hember romanê min tehma devê xwe û devê hişê xwe xweş kiribû.
Helbet di romanê de tiştên xweş jî hene, wekî mijara folklorê, mijara eşqên folklorîk, mijara dengbêjan û sehneyên empresyonîst yên folklorîk, deng û qêrîna nivîskar a monologwarîn, dikarim bibêjim dubarekirinên nivîskar ji ber ku dixwaze bêyî dîtin (çav) nivîskar ji ber ku pir temaşe kiriye û temaşeyê hez dike û temaşekirina xwe verêsiyaye loma jî xwestiye temaşeya bingeha hişê xwe û dîtinên xwe bi me temaşekirin bide, dixweze bêyî dîtin.
Nivîskar xwestiye folklorîzma wî, zimanê wî, taybetmendiyën wî bêyî dîtin. Têgeha dîtinê û gotinê li cem nivîskar taybet dixuye. Çimkî di romanê de peyva “Go" yê werkî têyî gotin êdî meriv ji rê derdixîne. Carinan min digot qey ez di hundirê odeyê de diçim û têm, diçim û têm. Yanê tim heman dubarekirina mijarekê û gotin û peyvan dihatkirin. Ji romanekê wêdetir dişibe vegotina kesên dibêjin. Nivîskar di romana xwe de ji hedê xwe zêdetir van peyvan bikartîne: “Go, digo, digotin, gotin, gote" û hwd. Yanê dişibe vegotina vegotvanan. Kî dibêje û vedibêje û vedigote ne diyar e. Ango mijareke, karekterekî an jî karakterên rasterast tune ye. Em di romanê de tenê deng û şexsê Piltanê dibînin, ew jî pir zêde xuya nabe. Yanê meriv nizane meriv romanekê dixwîne. Bêtir meriv dibêje qey nivîskar heman mijar û dîmenan bi sêwazeke dîtinî, temaşeyî û gotin û vegotinî berbiçavî me dike. Helbet têgeha dîtinê girîng e û têkiliya wê bi çav re heye. Loma jî a ku bi çav re girêdayî be, heman demê bi meraqê jî ve girêdayî ye. Meraq jî bingeha wê jê yek xwestin û xwestek e. Bingeha xwestek û daxwazan jî xwe digihêjîne zarokatiyê. A ku bi zarokatiyê ve têkîldar be, gengaz e bi psîkoanalîkê ve jî girêdayî be. Loma nivîskar daxwaza xwestekan dike. Lê xwestekên çawa? Çi dixwaze? Çima dixawze? Mesele girîng e helbet. Ji ber vê xwesteka nivîskar û dîtinê roman zêdeyî xwe dubare bûye. Yanê di romanê de serserbebê dubarekirinên peyv û gotin û hevokan xwestek û daxwazên nivîskar. Çimkî xwestekên û daxwazên zêdeyî xwe dubarekirinê bi xwe re ava dike. Çimkî tiştên ku meriv zêdetir û zêdetir bixwaze piranî meriv dubare dike. Wekî zarokên zêde tiştan dixwaze û heman peyv û hevokan dubare dikin. Sedema wê jî ji ber xwestek û arezûyên mirov e. Sebeba vî tiştî jî ji ber xwestina bêyî dîtinê ye. Talî dinya sehneyeke û her kes dixwaze bê dîtin. Lê dîtineke çawa? Zarok jî dema tiştekî pir dixwazin, heman tevgerên xwe dubare dikin. Yanê di heyatê de jî ev rastiya heye, a ku têyî xwestin, her daîm dubarekirinek pê wê re tê. Loma jî nivîskar di peyv û hevokên xwe de têra xwe dubarekirin kiriye.
Mînakin ji romanê: “Li wan zozanan, li wan waran, li wan êlan, li wan çîmenan, li wan rastan, li ber belekiyan di nava hezar kulîlkî, kulîlkên bi hezar rengan, hezar bêhnan da... Bêhnên şêh, rengên kumêyt, dengën nûzîn, nûzîn, li ber zînan, li ber zînên dengan, dengên dengbêjan; mîna koçê, li wî konî... Ew koça; koça bayê, koça çêrê, koça avê, koça xezalan, kendalan, koça kewê, koça hespan, ber bi warê sûrevêtkan; koça çilan, koça çiyan... Ber bi wan kavilan...”(rp, 35) Dema em li vê paragrafê dinênirin em heman frekans, şêwaz, dubarekirin û rîtmê dibînin. Loma peyv û hevokên dubarekirî, sehneyên temaşekirinê û guhadarîkirinê her daîm serdestî li nivîskar û metna wî kiriye. Esas temaşekirin û guhdarîkirin duhêliyên organên mirovan ên serketî û baş in. Çimkî bi saya temaşekirinê û guhdarîkirinê analîz têyî kirin. Bi saya van lebatan hiş û aqil tevdigerin. Helbet lebatên mirov yên din jî girıng in. Lê girîngî û taybetiya çavan tiştekî din e.
“Lê dida wan durufên şêh. Li kon şêh, bi ser xalîçê şêh, li ser wê xalîça di binê dengbêjan de şêh, bi nemûşên mêrgan, mêrgên bi nexşên zoman şêh... Go kumêyt bûn havîn; go, kumêyt bûn bihar; go, şêh bûn payîz. Şêh bûn kulîlkên sipîtangê, şêh bûn kulîlkên çevga; go, kumêyt bûn mora xaşxaşkê, go, li mêrgê, li zomê. Şêh...Go sîha kûlîlkênşêh ketibû li ser demsalan, li ser kirên zozanan, li ser terazînên palan, li ser mêrgên li ber qorixan, li ser zozanên ku mexelê kavir, mexelê hogeç, mexelê beranan lê, lê raxistî. Go, şêh bûn, go kumêyt bûn zozanên, mêrgên li wê der, li wê dorê. Go, şêh bûn...”( rp, 77)
Dema em li vê paragrafê dinêrin em fêm dikin, gotin û peyvên dubarekirî tijî ne. Ev tenê mînakeke di romanê de dubareyën ji vê paragrafê zêdetir tijî hebû û hene. Her wiha dema em li paragrafa xwe dinêrin em fêm dikin zimanekî nivîskar yê xweser heye, heman demê bêhna empresyonîzmeke folklorîk ji paragrafa me difûre. Dengê hesp û dengbêj û zozanên bi kulîlk bi dengvedaneke folklorîk bangî çavên me û guhên me dike. Ev romana çav û guh e. Bo guhdarîkirinê û bo temaşekirinê hatiye nivîsandin. Loma jî ne bo fêmkirinekê, hewceyî fêmkirinê nake, jixwe dema temaşeyî dîmenên romanê û guhdarî dengê dengbêj û eşqan bikî jixwe em ê fêm bikin. Belê nivîskar xwestiye dengê dengbêjan û ziman û felsefeya dengbêjan, bingeha wêjeya dengbêjan berbiçavî me bike. Lê çiqasî bi serketî ye ew jî bi xwe pirseke din e. Xwestiye xwezaya deng û dengê dengbêjan û zimanê wan yên xwezayî berbiçavî me bike. Her wiha di dengbêjan de û di dengên wan de wekî em dizanin, eşq, erotîzm, pornografî, arezû, zewq, xwezabûn, monologên hundirîn, neteweperwerî, ziman, welatparêzî, civak, felsefe û kodên psîkoanalîzmê meriv dikare van têgeh û ramanan gişan bibînin. Helbet bi guhdarîkirinê û li ser hizirandinê. Îcar di romana me de van kodan kîjan mevcût e gelo? Welhasil romana me romaneke helbestîk e. Helbesteke folklorîk e. Wekî min go esas mijara romanê û hewla nivîskar, folklorîzmê, zimanê folklorîzmê, ziman û dengê dil û hizrên dengbêjan vebêje, xwestiye trajediya Geliyê Zîlan, dengbêj û eşqa denbêjan û derdê dengbêjan û eşqên folklorîk biteyisîne. Helbet ji vê hêlê ve romaneke serketî ye. Nivîskar analîtîka dengbêjiyê, folklorê, bingeha eşqên folklorîk yên dengbêjên me ji xwe re kiriye mijar û teyisandiye ziman û dengbêjiya xwe... Em dikarin bibêjin bi zimanê serhediyan, bi zimanê herêma xwe roman hatiye vehonandin. Devoka Serhedê desthilatdarî li metnê û nivîskar kiriye. Loma jî konê zimanê Serhedê xwe li ser hemû anatomiya romanê rapêçaye û raxistiye. Her wiha di temamiya romanê de peyva “Go” û “Digo” hatiye bikaranîn. Yanê kesên sêyem yek yekjimar û pirjimar û carinan jî kesên nediyar jî serdestî li metnê kiriye. Yanê wekî meriv li civatekê an jî li dîwanekê rûnên û guhdar bike, paşê jî kesên tiştên gotine-gotibe û vegotine-vegotibe meriv îcar rabe bêje û vebêje. Loma jî em dikarin van pirsan bikin: “kê“ go û “digo” gelo? Wî, wan,” hwd... nivîskar hem temaşevanê dîmenên romana xwe ye û hem jî monologê romana xwe ye. Loma jî carinan ji ber dubarekirinên nivîskar, metnên Samuel Beckett bi bîra min dianî. Çimkî di metnên Samuel de meriv di heman cihê de diçin û tên. Yanê tim li xwevegereke nediyar e. Bêwate ye. Lê di nivîskar Bedîr de ne li xwevegereke bêwate ye. Heman metnê bi şêwazeke folklorîk û li dora heman ziman û mijarê re diçe û tê. Li dorê dizîvire. Ji bilî dubarekirin, dubarekirina heman mijar û zimanî xweseriyeke nivîskar heye. Em dikarin bibêjin nivîskar rahiştiye keval û firçe û şovala xwe û li ser girekî Serhedê rûniştiye û wêneyên hespan, dengbêjan, eşqa Filît û Têlî, Siyabend û Xecê dirêsîne. Êşa Geliyên Zîlan û hwd dirêsîne. Yanê em dikarin bibêjin romana me tabloyeke folklorîk a emresyonîst e.


