logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

'Qebûl nabe malbat pirsgirêkên xwe bi çekê çareser bikin' (Hat Nûkirin)

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku hewl tê dayîn pirsgirêka kurd a 100 salan bi rêbazeke bêçek bê çares

  • Dîrok: 23/08/2013
  • Beş: Nûçe

AMED

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku hewl tê dayîn pirsgirêka kurd a 100 salan bi rêbazeke bêçek bê çareserkirin û got, "Di rewşeke bi vî rengî de nayê qebûl kirin ku malbat pirsgirêkên xwe bi çekan çareser bikin." Demîrtaş banga aramî û berpirsyariyê li malbatan kir.

Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, li gel Şaredaran, Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl û heyetek ji BDP'ê, çûn sersaxiya xizmên 8 kesên ji malbata Tekîn û Ûgûrlayan ên li gundê Helhela Hezroyê di pevçûnê de hatin kuştin.

Demîrtaş û Kişanak ên li navçeya Bismilê ji aliyê partiyiyan ve hatin pêşwazîkirin, çûn serdana sersaxiya Malbata Ûgûrlûyan ku 4 ferdên wan hatin kuştin. Heyetê, li Mizgefta Gundê Ûlûturkê bi mezinê malbatê Abdûrrahman Ûgûrlayan û ferdên din ên malbatê re axivî û ji bo wan hêviya aramiyê kir. Abdûrrahman Ûgûrlayan ji heyetê re got, "Hûn bi xêr hatine. Li ser serê me cihê we heye. Em vê meselê êdî ji we re dihêlin. Wekî partî hûn çi bikin, çi biryarê bistînin, emê li gorî wê tevbigerin."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî xemgîniya xwe ya ji ber bûyerê anî ziman û diyar kir ku di demên dawî de bi awayekî anormal di pevçûnên nava malbatan de zêdebûnek rû daye û ji bo balê bikşînin ser vê rewşê û sersaxiya malbatê bikin, ew li gel Rêxistinên Civakî yên Sivîl hatine. Demîrtaş got, "Em pevçûna navbera malbatan de qebûl nakin. Sedema wê çi dibe bila bibe, di şûna axaftin û diyalogê de em naxwazin ku mirov hewl bidin pirsgirêkên xwe bi çekê çareser bikin. Wekî partî em hewl didin pirsgirêkeke 100 salan bi axaftin û diyalogê çareser bikin. Di rewşeke ku me pevçûnên ji ber şer ji sedî sed rawestandine de, em pevçûnên navbera malbatan qebûl nakin. Di rewşeke ku em hewl didin aştiyê têkûz bikin de, nayê qebûlkirin ku gelê me li hemberî hev çekê bikar bîne. Divê em pirsgirêkên xwe bi axaftin û diyalogê çareser bikin. Di vê mijarê de partiya me di xizmeta gelê me de ye. Komîsyonên aştiyê yên partiya me hene. Bi serlêdana li komîsyonên me re, pirsgirêk bêyî pevçûnan dikarin werin çareserkirin."

 

Çareserî muzakere û diyalog e 

 

Heyet li Helhelê ji aliyê malbata Tekin û gundiyan ve hat pêşwazîkirin. Di ziyaretê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, sersaxî ji bo malblatê re xwest û diyar kir ku ev bûyerên bi vî rengî wan xemgîn dikin û dixin nava fikaran. 

Selahattin Demirtaş jî û wiha got: "Di demên dawî de şerê di navbera gundiyan de zêde bûye û ev ne ji rêzê ye. Li Êlih, Mûş û herî dawî li Lice Hezro, Farqînê şer pêk hatin û herî kêm 30 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ev ne bûyerên ji rêzê û ji xweber in. Ev encama polîtîkayên salan e li ser kurdan tên meşandin. Dixwazin bi vê yekê re têkoşîna azadiya gelê kurd vala derxin. Em van bûyeran qet qekbûl nakin. Kesên dixwazin tevna civakî ya kurdan xera bikin vê pêvajoya ku PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji xwe re dikin firsenda berjewendiyê. Lê bila her kes zanibin kesên dixwazin alozî û tevliheviyê bikin dê têkoşîna wan bê encam bimîne. Di pirsgirêka kurd de 50 hezar mirov hatin kuştin. Çareseriya vê yekê muzakere û diyalog e.

Heyet herî dawî malbata li taxa Kale ya Farqînê dimîne ziyaret kir.  

 

Çend roj berê di navbera malbata Ûgûrlûyan û Tekin de pevçûna çekdarî çêbûbû, ji her du malbatan nêzî deh kesî ji wan hatibûn kuştin û hin jî birîndar bûbûn.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin

ad

Ahmet Turk: Eger ez ciwan bama ezê biçûma Kobanê minê şer bikira

ad

X, W, Q û kurtenameyek ji bo birêz Hasîp Kaplan

ad

BDP’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

ad

Dengê Galatasaray li Amed, Şirnex û Culemêrgê bilind bû

ad

'Sergo' derket ser dikê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname