Diyarname
Êvarê maça Galatasaray û Fenerbahçeyê hebû. Piştî ku hakêm li firfiroka dawî da, pêşî Kerem Akturkoglu (FB) û Roland Sallai pevçûn.
Du tîmên Stenbolê Galatasaray û Fenerbahçe li Stada GS'yê Rams Parkê hatin pêşberî hev. Di deqîqeya 29'an de Victor osimhen bi şûtek dijwar gola yekê ya maçê avêt. Osimhen di deqîqeya 44'an de encam anî 2-0'ê.
Li ser navê Fenerbahçeyê Îrfan Can Kahveci bi rovaşatayê gol avêt lê vê yekê têra Fenerbahçeyê nekir.
Bi lêdana dûdikê ji aliyê hakem re di navbera lîstikvanê Fenerbahçeyê Kerem Akturkoglu û lîstikvanê Galatasarayê Roland Sallai de pevçûn derket. Bi vê re pevçûn zêdetir bûn, lîstikvanên din jî ketin navê.
Hat dîtin ku Abdulkerim Bardakçi (GS) û Archie Brown (FB) ketin hev û hev li erdê xistin.
Polîs ketin sehayê, ew ji hev kirin û bi zorê birin hundir.
Li gor beIN Sportsê li ser van pevçûnan hakem qerta sor daye Abdulkerim Bardakçi û Archie Brown. Qerta zer jî daye Kerem Akturkoglu û Roland Sallai.
Bi vê serketinê Galatasaray di dawiya hefteya 9'an de pûanên xwe derxistin 22'yan û kursiya lîderiyê ji Amedsporê bi paş ve girt. Amedspor bi 20 pûaanî duyem, Trabzon bi 19 pûanî sêyem û Beşiktaş jî bi 18 Pûanî di rêza çarem de ye. Fenerbahçe bi 16 pûanan ma û di rîza 5'an de ye.


