Diyarname
Di warê fûtbola mêran û jinan de her sal Xelata Ballon d'Orê didin lîstikvanên serketî. Îsal dan lîstikvanê îngilîz Harry Kane û lîstikvana ji Spanyayê Aleksia Putellasê.
Merasima xelatdayîna lîstikvanên serketî yên salî Ballon d'Orê êvara 26'ê mehê li London Palladiumê ya Londonê li dar ket.
Îsal 70'emîn car ev xelat hatin belav kirin. Ev cara yekem bû ku merasîm li derveyî Fransayê û Swîsreyê dihat lidarxistin. Lîstikvanê îngilîz Harry Kane ku nila li Bayern Munihê dilîze wekî lîstikvanê salê yê serketî di warê mêran de hat hilbijartin û Ballon d’Or girt. Di warê jinan de jî lîstikvana Barselonayê Alexia Putellas xelat girt.
Xelata Socrates ya Karên Ji bo Miroviyê dan lîstikvanê Arselanê Bukayo Saka (Îngilîstan). Saka li Nîjeryayê projeya alîkariya tenduristiyê dabû dest pê kirin. Bi vê projeyê lêçûyînên tenduristî û emeliyetê yên ji bo zarokên pêdiviya wan pê heye girtibû ser milên xwe. Wî bi vî karî xwe ev xelat girt.
Harry Kane (Bayern Munich û Îngilistan)
Lîstikvan Kane bi vê xelatê bû yekem îngilîzî ku piştî Michael Owen (2001), yanê piştî 25 salan vê xelatê digire. Ev 25 sal bûn ev xelat neçûbû Îngilistanê. Kane di serdema 2025-26'an de bi tevahî 73 gol avêtibûn: 61 ji bo Bayernê, 12 jî ji bo tîma neteweyî ya Îngilîstanê.
Par Bayern Munih li Bundesligayê Bû şampiyon û her wiha Kûpaya Almanyayî jî girt. Kane bi 36 golan bû golavêjê salê yê li Bundesligayê. Di Şampiyoniya Ewropayê de 14 gol û di Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de jî 6 gol avêt.
Kane di dema girtina kûpayê de got: “Wow, wow, wow! Ez hema bêdeng im. Li Londonê girtina vê hîn taybettir bû.”
Alexia Putellas (Spanya)
Lîstikvan Putellas cara sêyemîn (piştî 2021 û 2022) e vê xelatê digire. Bi vê re ew gihîşt rekora lîstikvan Aitana Bonmatî ku wê jî sê caran ev xelat girtiye.
Di demsala dawî ya Barcelona de (berî ku biçê London City Lionesses) tîmê bi serokatiya wê çar xelat (di nav de Şampiyoniya Jinan a Ewropayê) girt. Di Champions League de 7 gol û 7 asîst kir û bû Lîstikvana Demsalê ya pêşbaziyê.
XELATÊN DIN
Di şevê de ji bilî van hin xelatên din jî hatin belavkirin. Va ne ew xelat û xelatgir:
- Lîstikvana/Lîstikvanê Ciwan: Lamine Yamal (mêr, Barcelona) / Vicky Ltpez (jin, Barcelona)
- Xelata Yashin Trophy ya ji bo Qeleparêzê Herî Serketî: Unai Simon (mêr, Athletic Club) / Cata Coll (jin, Barcelona)
- Xelata Ger Muller Trophy ya ji bo Golavêjê serketî: Harry Kane (mêr) / Charlyn Corral (jin, Pachuca – Meksîk)
- Kluba Serketî ya Salê. Paris Saint-Germain (mêr) / Barcelona (jin)
- Teknîk Dîrektorê Serketî: Luis de la Fuente (Spanya – mêr) / Pere Romeu (Barcelona – jin)
- Xelata Socrates ya ji bo Karên Ji bo Miroviyê: Bukayo Saka (Arsenal / Îngilîstan)
TOP 10'ÊN SALÊ:
Di beşa Top 10'ên, yanê 10 serketiyên salê de jî rêzeyeke wisa çêbû:
- Harry Kane (Bayern Munich / Îngilîstan)
- Kylian Mbappe (Real Madrid / Fransa)
- Lamine Yamal (Barcelona / Spanya)
- Rodri (Barcelona / Spanya)
- Lionel Messi (Inter Miami / Arjantîn)
- Khvicha Kvaratskhelia (PSG / Gurcistan)
- Ousmane Dembêlê (PSG / Fransa)
- Erling Haaland (Manchester City / Norwêc)
- Michael Olise (Bayern Munich / Fransa)
- Fabian Ruiz (PSG / Spanya)
RÊZA TOP'ÊN JINAN
Di beşa yên serketî yên jinan de jî ev hilbijartin çêbû:
- Alexia Putellas
- Ewa Pajor (Barcelona / Polonya)
- Khadija Shaw (Manchester City / Jamaîka)
- Melchie Dumornay û yên din.
HETA NIHA YÊN HERÎ SERKETÎ
Di warê Ballon d'Orê de heta niha Lionel Messi ev xelat girtiye. Messi tam 8 caran (salên 2009, 2010, 2011, 2012, 2015, 2019, 2021, 2023) ev xelat girtiye. Paşê Cristiano Ronaldo bi 5 caran, dûre Michel Platini, Johan Cruyff, Marco van Basten her yek bi 3 caran tên.


