logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  2. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
  3. Fîlozof Edgar Morin mir
  4. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  5. Peywira Tom Barrack bi dawî bû

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Dersxaneya Heyatê Kaniya Pehn

  • Dîrok: 23/05/2020
Berî ku çîroka Kaniya Pehn binivîsim min telefona bavê xwe û diya xwe kir. 
Min go:
- Elo dayê, diya min go “ha kurê min.” 
Min go
- Tu çawa yî, baş î, rojî çawa dibore? Vaye 3-4 rojê we mane. 
Diya min go: 
- Kurê min ma rojî sibê diqede, tu dibêjî 3-4 roj mane.
Welhasil devê min kilîd bû, min nizanî bû bêjim çi. Paşê min berdewam kir û min go dayê: 
- Ev çîrok û meseleya “Kaniya Pehn” çi ye? 
Diya min go: 
- Kurê min wele me çavên xwe vekiriye Kaniya Pehn hebûye (diya min û bavê min nêzî 70 salî emir kirine) 
Min go:
- Dibêjin bûk û zavayek tevî hespên xwe têde fetisîne ka tu dibêjî çi gelo? 
Diya min go:
- Wele kurê min va nû ji te dibihîzim
Dûre min go, “ka hela telefonê bide bavê min.
Min ji bavê xwe pirsî, bavê min jî go: 
- Kurê min bi Xwedê me çavên xwe vekirine Kaniya Pehn heye lê berê bîr bûye. Feqet, dibên bûk û zavayek tevî hespên xwe di bîrê de têwer dibin û difetisin. Paşê bi dar, mircaq, dîreg, naylon û bi hin alavên din ser wê digirin. 
Welhasil diya min û bavê min jî baş çîroka wê nizanîbûn. Lê rastiyeke wê hebû ew jî berê bîr bûye û ser wê hatiye girtin. Sedema girtina wê em aniha wiha dizanin: Bûk-zavayek û hespek tê de fetisîne. Yanê dema hesp tî dibe xwe xwar dike bo ku avê vexwe lê belê tevî bûk û zava têwer dibe û paşê ser wê digirin. Wisa tê gotin. Feqet a girîng Kaniya Pehn ji binî ve dizê ango ava wê her daîm dizê, xilas nabe, loma hemû zeytûnên Heremya (taxa Dêrikê ye) pê tên avdan... Îcar vê kaniyê ji kî re mazûvanî û mêvanî nekiriye gelo? Hembêza xwe ji kî re venekiriye gelo? Emrê wê çiqas e em nizanin, feqet bi qasî emrê xwe mazûvanî kiriye ji her kesî re, nizanim kî neketiye binê konê wê gelo? Îcar em werin ser têkiliya wê û a me, di navbera me de gelo têkiliyeke çawa hebû û çawa mazûvanî û mêvanî ji me re kiriye ka em binêrin:
Em gêncên Herêmya di vir de fêrî avjeniyê bûn
Bi xwe ez nizanim ez ê ji ku ve dest bi nivîsê bikim. Ma ev kanî ji kî re bûye war, ji kî re nebûye war gelo? Min çavên xwe vekiriye ev kaniya me heye, wexta em diçûn mektebê ji me re behrek bû, erê behra me bû, em zarok, xortik û gêncên Heremya hema hema giş di vê kaniyê de fêrî avjeniyê bûn, carê me dikola bo ku kûr bibe, lê belê dema me dikola dar û mircaq ji binî derdiket em ditirsiyan me wekî berê dikir, lê talî bi vî awayî jî em têde elimîn avjeniyê. Hem me têde dilîst û hem me av vedixwar, erê ava vexwarinê jî bû.
Ez dikarim bêjim zeytûnên Heremya hema hema giş bi saya vê kaniyê li dar in. Kaniya me ji her tiştî sûdewar bû, tu zirara wê tune bû, ji xêynî bûk, zava û hespê helbet ew jî ne sûcê wê bû. Erê Kaniya Pehn ji me re ciyê dersşixulandinê bû, ciyê felsefeyê, fesadiyê, çîrokan, guftûgoyan, galegalan, dersan, ciyê civatê bû, ciyê çîrçîrokan, meselokan bû, lê berê berê qehwexaneya me bû, qehwexaneya cihê fêrbûnê cihê lîstikê, welhasil ê her tiştî bû. 
Ji fotoyên erotîk heta benîştên mîntî
Ma em li ser vê kaniyê çi elimîn û çi neelimîn gelo? Em xortikên nûgihîştî bûn. Me her tişt dikir, çi bi ber biketa me efû nedikir. Ji şabûnên ku me li fotografên pelên kovarên erotîk dinêre bigire heta bixwexwe lîstinê. Bi darlastîkên xwe me çivîkên ji jor de dihanî xwarê, hêlînên ku me xera dikir, me tilîyên xwe di qula mozan re dikir, me gofret û benîştên mîntî difirotin, me li hev dixistin, me her tişt dikir bi safîyane û bêminet. Talî her berêvaran cîyê hevdîtinê dibû Kanîya Pehn. 
Dersxaneya me bû ew der
Erê dersxaneya me Kanîya Pehn bû di dema me de lê niha çawa ye zêde nizanim lê bi qasî dizanim ne wekî dema me ye. Helbet normal e. Her tişt diguhere. Di serdema lîseyê de ji bo me ciyê OSS’ê bû. Erê em nifşên dewra OSS û OYS bûn, me amedekariya ezmûnan dikir û Kaniya Pehn dersxaneya me bû, dersxaneya her xortik, gêncên Heremya bû. Em dihatin li ser vê kaniyê kom dibûn, riya me û simêlkên me hîna nû xwe dabûn der, bêhna xwêdana tertîr ji me dihat êdî... 
Em li ser kaniyê her berêvar diciviyan ser hev du û me civatek li dar dixist, û paşê me dest bi pirsan dikir, pirsên bo ezmûnan, Kaniya Pehn rêbertî û serokatî ji me re dikir. Em li ser kaniyê fêrî gelek tiştan dibûn. Ji felsefeyê bigire heta psîkanalîzmê, ji mîtosê bigre heta sosyolojiyê, ji siyasetê bigre heta şoreşgeriyê an eşkere an jî bi awayekî veşartî em jixweber dielimîn. Talî Kanîya Pehn ciyê dersa heyatê bû, dersxaneya heyatê bû, dersxaneya dîrokê bû, ew bi xwe tarîx bû. Hemû jiyana me ya zarokatiyê, xortaniyê û gêncaniya me li vir bihurîbû. Belê kaniya pehn kaniya Heremya bû û serketin bi xwe re dianî, taxa me bi saya vê kaniyê serkeftinên hêja li dar xistin. Loma dêrîkiyan carinan dihesidîn digotin: Ev zarok û gêncên Heramya çi jêhatî û efendî ne, tu carî zirar ji wan nayên di her warî de jêhatîne û digotin me hela em herin ava kaniya wan vexwin belkî em jî “çalişkan” bibin li mektebê. Erê ava kaniya me wekî tuberkê didîtin. Feqet hûn aniha ji dêrikîyan bipirsin dê bêjin tiştekî wisa tune ye lê rastiyeke heye ew jî dêrikî tim dildarên Heremya bûn an veşartî an jî eşkere. 
Belê Heremya jî ji taxan taxeke Dêrikê ye, wekî Dêrikê pişta xwe sipartiye çiyayekî zexm. Belê hem Dêrikê û hem jî Heremya pişta xwe sipartine çiyayên zexm û li dijberî hev du rawestiyane mîna fortan li hev du bikin. Di navbera her duyan de rêyek heye her du hêlên rê ji darên zeytûnan pêk tên. 
Heremya Kanîya Pehn ji Dêrikê xweser disekine
Erê Dêrik û Heremya çiqas li dijberî hev du bi awayekî dirûvî(şikil) sekînî be jî, dexsiya di navbera taxê û navçeyê nayê veşartin, lê ne ku ji hev du dibe'ecin helbet ji  hev hez jî dikin. Welhasil Heremya û kaniya xwe Kanîya Pehn ji Dêrikê cuda û xweser disekine ango  taybetiya wan heye. Helbet taybetiyên wê pir in tenê ji van taybetiyan em behsa Kanîya Pehn dikin, û helbet ew qas jî taybetiyên Dêrikê jî hene, lê ji ber ku mijar Kanîya Pehn û Heremya ye loma em pirtir behsa taybetiyên wê dikim. Îcar dema em bûn xwendevanên zanîngehê, ev rîtuela me ya li ser Kaniya Pehn neguherî û domand feqet, êdî em hîn têgihîştîbûn, me behsa xwendinên xwe dikir ji hev du re... Ji “Ortaokul”ê de em bi xwendinan re mijûl û têkildarbûn, wê demê em bi gelek klasîkan re haşir û neşîrbûn, ji Gorki “Dayik” bigire heta “Zanîngehên Min”, ji “The Grapes of Wrath” (Tiriyên Xezebê) û “In Dubious Battle” ên Steinbeck, “Sûc û Ceza” ê Dostoyevskî û hwd em mijûl bûn û me carinan behsa van pirtûkan ji hev re dikir li ser dersxaneya me ya qedirbilind Kanîya Pehn, yanê heta me zanîngeh qedand sohbet û dialogên li ser Kaniya Pehn domand... 
Dewran ji bo Kaniya Pehn jî diguhere
Welhasil paşê me dest bi KPSS’yê kir û dîsa me dersxaneya xwe anîn ser Kaniya Pehn û em li wir fêrî her tiştî bûn. Çi di tûrîkê me de hebûya me ji hev re digotin di navbera me de qayişkêşiyeke bi tehm hebû, erê qayişkêşiyeke me hebû lê ne bi nêtxerabî bû, piranî bo pêşketinê bû… Taliya talî me KPSS jî derbas kir û êdî hêdî hêdî em ji hev belawela bûn. Kaniya Pehn ji me re bû warê OSS, OYS, Zanîngeh û KPSS*, bû warê civatê, qehweyê, siyasetê û bû ciyê gotegotên şoreşê û hwd. Yanê ji me re bû ciyê serketinê. Erê em serketin, piraniya me bi serketin lê hîna jî çîroka Kaniya Pehn didome. Feqet êdî dewran guheriye û Kaniya Pehn êdî pîr bûye. Zarok û gênc êdî wekî berê naçin ser wê û behsa her tiştî nakin. Dersdayîna heyatê bi dawî kiriye esil bi dawî kiriye, serdem û dewran guheriye û pê re jî civak û însan guheriye. Kanî kaniya berê ye. Feqet zêde zarok, xortik û gênc êdî naçin, zêde extiyar naçin, heke biçin jî kêm in. 
Erê Kaniya Pehn dersxaneya heyatê bû. Hîna jî Kaniya Pehn dersxaneya heyatê ye tenê şert û merc, dewran û serdem guherîne... Loma Heraklîtos hewante nabêje: “Mirov du caran nikare xwe de çemekî de bişo.” Yanê tu tişt wekî xwe namîne tim diguhere û vediguhere ango dîyalektîka zemên û serdeman...
Nîşe: Belkî rojekê xwe bigihîjînim rastiya çîroka Kaniya Pehn. Aniha hema wilo min tenê metneke kurt nivîsî... 
*OSS, OYS li Tirkiyeyê pergalên ezmûnan ji bo dibistanên astek jortir, KPSS jî pergala ezmûna ji bo memûriyê bû.

Hin Nivîsen Nivîskar

Çavdêriyên di Şibakê de

  • 28 Rêbendan 2024

“Ya divê tu bêdeng bî, ya jî divê tu ji bêdengiyê xweşiktirîn gotinekê bibêjî.”  PîsagorNivîskar Serdar Komurcu di berhema xwe...

HÎÇ, Matematîk û Helbest

  • 03 Tîrmeh 2022

Li gor pirtûka Robert Musil ya bi navê “Mirovê Bêqalîte” matematîk wiha ye: Rih ji terefê matematîkê ve hatiye rûxandin, matematîk mirov kiriye...

MIJDAREKE BIMIJ

  • 27 Sermawez 2020

“Li gor Miail M.Bahtin di şêwazê an jî di vegotinan de gelek cure hene, mînak in: vegotina pirtûkê, vegotina populer, vegotina rojnamegerî, vegotina fermî, vegotina rojane...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Serokê İKSV'ê Şakir Eczacibaşi wefat kir

ad

Tuncel: Biryar ne zagoniye

ad

Reqîbên Diyarbakir BB'yê diyar bûn

ad

Der barê Kongreya DTP'ê de lêpirsîn dan dest pê kirin

ad

Parlemena Katalan zagona referandûmê pejirand

ad

Lîsteya Îyî Partî ya Amedê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname