logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

MIJDAREKE BIMIJ

  • Dîrok: 27/11/2020
“Li gor Miail M.Bahtin di şêwazê an jî di vegotinan de gelek cure hene, mînak in: vegotina pirtûkê, vegotina populer, vegotina rojnamegerî, vegotina fermî, vegotina rojane û ji rêzê, vegotina sade.” Û li gor Bahtîn ji xeynî vana hin şêwazên din jî hene; vegotina bêjeyên heremî û gotinên arkaîk hin şêwazên kategoriyên din in. Bo çi min behsa van şêwaz, vebêjî û vegotinan kir, çimkî her nivîskar şêwaz û şêwaza vegotin û vebêjiya wan heye û cihê ye. Şêwaz, vegotin û vebêjiya helbestvan Reyhan Sarhan jî piranî bi vebijiyeke sade, rojane û tevlî hev neqişandiye Em îcar temamiya helbestan û naveroka helbestên xwe binêrin.
Pirtûka helbestvan Reyhan Sarhan a bi navê “Mijdar" mijara xwe piranî ji elementên civakê û ji serlehengên têkoşer yên ku bûne milkê  civak û gelê xwe werdigire. Yanê neynika hebûna têkoşeriya civaka xwe û gelê xwe di neynika çavdêriya xwe de teyisandiye. Vejîn û serîrakirina serlehengên civakê wekî findekê çirisandiye. Loma mijara helbestên me desthilatdarî, bindestî, serlehengî û têkoşîneke hebûnî ye. Her wekî din helbestvan bi şêwazeke sade û hêsan helbestên xwe vehûnaye, yanê helbestên bê metafor, bê analojî, bê bêwij, bêalegorîk û aforîzma û bêretorîk  hatine neqişandin. Loma şêwaz û vegotineke sade di helbestan de serdest e.
Helbestên Reyhan Sarhan helbestên şer û têkoşîna hebûna miletekî diteyisîne, em dikarin bêjin hemû helbestên me li ser civak û gelê kurd e. Yanê helbestvaneke civakparêz û gelparêz e. Asas neynika rastiya xwe û a gelê xwe ji me re veolandiye. Ji helbestên derûnî yên şexsî bêtir neynika êş û şahiya gelê xwe neqişandiye. Helbet helbestên şexsî û axaftinên hestewarî jî hene. Di helbestan de lêkolîn û lê pirsîna hin têgehan jî hene. Lê di encamê de helbestên  Reyhan Sarhan piranî li ser têkoşîn û lehengên têkoşînê ne, li ser welatparêziyê, lehengparêziyê ne. Di helbestan de gelek mekan û navên bajar û navçeyan dibore, her wekî din di helbestan de daxwaziya her car perçeyên welêt, eşqa Edûlê û Dewrêş, xerakirina gundan û penaberî û doza welatekî serbixwe û hwd gelek tiştên din di helbestan de hatine vehûnandin. 
Mijarên di helbestan de serdest in piranî wiha ne: Hebûn û vejîneke bi êş, keser û kul, hêviyên emirqûtî û bendemayinên bi êş û têkoşeriya lehengên civakê û hwd. Talî mijdareke bi êş û bi mij e helbestên “Mijdar"ê. Li xwe mikurhatinên şikestîn, penaberî û şibandinên cihêrengîn, doza welêt, bêrîkirin, şikestandin, derbdayînên doza welêt û her çar perçeyê Kurdistanê mijara helbestan e. Zarokatî û milkê zarokatiyê û bîranînan jî xwe di helbestan de neqişandine. Hin helbestên me jî wekî agirê tenûreke dadayî ya tenebûnê ye. Her wiha di nav helbestên Reyhan Sarhan de têgehên hatine dahûrandin û analîzkirin hene loma jî meriv dibêje qey ne helbest in, meriv dibêje qey teoriya têgehan e, mînakek:
EM Û GIRÎ
Girî qirêjiya dil davêje derve
Û hestên dil ji gemariyê paqij dike.
Carna hin kes û derdor
Girî wek qelsiyeke giyanî bi nav dikin
Û li gorî xwe dinirxînin.
Lê belê her kes çawa dinirxîne,
Ew mijarek din e û ji xwe ne girîng e
Bê kî çawa dinirxîne.
Ya girîng ew e ku, mirov xwe çawa bi  girî re hest dike.
Lê nebêjin ku girî her tim tê û li deriyê me dide
Na, mixabin ku girî her gav nayê
Eksa girî pir hişk e, dijwar e
Dema ku ji mirov dixeyide nayê
Dema em wî erzan dibînin ew nayê
Demekê pevcûnek di navbera me de çê bû,
Sê salan girî bi dora min neket. 
Helbestvan nabêje “Ez” dibêje “ Em” yanê dema lêkera girî tehlîl dike heman demê de tehlîla giriyê civaka xwe jî dike, helbet ji  xwe destpêkiriye û ketiye vê rêwîtiyê û xwe gihîştiye vê encamê. Yanê asas neynik xwe girtiye û paşê berê neynika xwe bi civakê vekiriye û dîtiye ku giriyê wê û yê civaka wê heman tişt e û heman hêsir û hestan diweşîne û dibarîne loma helbestvan bi qasî têgeha girî vekolaye û veçirandiye ew qasî jî xwebixwe ketiye nîqaşan û ketiye bin bandora têgeha girîbûnê. Asas helbestvan di vir de bi qasî têgeha girî analîz dike heman demê bandora ehleq û estetîka girî ya li ser şexs û civakê jî analîz dike. Vê analîza xwe jî bi şêwazeke monologîn vedirêsîne. Loma jî dema em li gelemperiya vê helbestê dinêrin, em fêm dikin, têgeha girî hatiye analîzkirin. Li ser têgeha girî helbestvana me analîzên xwe û tespîtên xwe datîne, helbestê nanivîse, di dewsa helbestê dahûrandinê û mijarên teorîk berbiçav dike. Belê teorî û analîzkirin baş e û ramanî ne lê bi awayekî helbestî dema meriv vê helbestê dixwîne meriv ekla helbestê jê wernagire, meriv tama ceribandina teoriya têgeha girî jê werdigire. Loma ji helbestê bêtir di ekla teoriya têgehekê de ye. Wekî em dizanin girî têgeheke hem xwezayî û hem jî  hesteke xwezayî ye, wekî hestên din girî jî ji bo jiyana mirovan hewcedar e. Em dikarin bêjin di hin deman de dermanekî rihî û hestî ne. Loma girî hesteke asayî ye û divê asayî bê lênêrîn. Taliya talî di temamiya helbestên me de mijar lehengên ji civakê bûne milk û têkoşerî û serhildanên wan hatine neqişandin. Loma em dikarin bêjin helbestvana me, ji “Ez ê” bêtir “Em” teyisandiye di helbestên xwe de....
Sûdewergirtin:
Mihail M.Bahtin, “Soylem Turleri ve Başka Yazilar”, Metis

Hin Nivîsen Nivîskar

BERSIVÊN HEQARETAN Û NEHEQIYÊ

  • 03 Tîrmeh 2019

"Ez vê nivîsê diyarî Diyarnameyê û hemû kesên xweşik û estetîk dihizir in dikim""Merheba xwînêrên ezîz û...

Anatomiya Fermana Dîtiran

  • 10 Rêbendan 2023

“Difikirim wê çaxê di tarîgewriyê de siyek im.” Belê Varjabed karakterê vê çîrokê di tarîgewriyekê de Siyek...”Di...

Dersxaneya Heyatê Kaniya Pehn

  • 23 Gulan 2020

Berî ku çîroka Kaniya Pehn binivîsim min telefona bavê xwe û diya xwe kir. Min go:- Elo dayê, diya min go “ha kurê min.” Min go- Tu çawa yî, baş...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Keyo Cegerxwîn ji ber koronayê wefat kir

ad

Dengê gîtara Django

ad

Êdî pîlotên kurd ên jin jî hene

ad

Newroz pîroz be, îro Amed Newroz e

ad

ECÎNA HELEBÊ*

ad

Wesiyetnameya Pîremêrd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname