Lîncoln, dema serleşkerê xwe tayîn dike wiha dinivîse: “Ji min re gotin hedefa we dîktatorî ye. Ji bo ku hûn karibin bibin dîktator tenê rêyeke wê ya yekane heye, ew jî bi destxistina serketina ye. Ez talûkeya dîktatoriyê didim ber çav û ez li benda serketinên we me.”(1) Her desthilatdarî piştî wextekê vediguhere nexweşiyekê, desthilatdar tim dixwazin yên din di bin hikumdariya wan de be. Di her desthilatdariyê de bişaftin heye, çimkî alava desthilatdariyê bişaftin e. Lê belê bişaftineke bi giştî bikar tînin. Di vê romana me de jî karekterê desthilatdar padîşah û serleşker Cengîzxan e. Belê her du serleşker karakterê me yê bindest ji zarokatiyê de dibişaftin e û nahêle serê xwe rake û nahêlê çavên xwe veke, çoyê desthilatdariyê tim li ser serî wî ye, lê belê desthilatdar vî çoyê xwe yê desthilatdariyê tu carî rê nadê, bi awayekî veşarî, bi konetî û baqilî coyê xwe yê desthilat bi rê ve dibe. Desthilat-dar ji bo desthilatdariyê jinên xwe û qîzên xwe jî dikin alav, çimkî bo wan desthilatdarî li ser her tiştî ye, desthilatdarî esas ji dewletê wêdetir e. Desthilat tu carî baweriya xwe bi tu kesî nîn e, loma jî çiqasî Keleş xapandibe û mejiyê wî şûştibe jî baweriya xwe pê nîn e, çimkî desthilat-dar tu carî baweriya xwe bi tu kesî û tu tiştan nîn e mînakek: “ – Baş e, ez jî dizanim çawa çalak e, lê ji îro û pê ve, divê her di bin çavdêriya te de be û tu hay ji liv û hereketê wî hebe. Ew çêlikê êzdiyan e, bawerî pê nabe, divê tu pê zanibî heta ew nebe misilman em nikarin jê piştrast bin. Tu berpirsiyarê wî yî û qasidê navêna min û wî yî. Tiştekî ne li rê bibe, divê tu min agahdar bikî... Baş e!(101)
Em di vê paragrafê de dibînin ku tu carî desthilatdar baweriya xwe bi tu kesan û tu tiştan nîn e û desthilatdariya xwe jî bi vê şêwazê didomîne. Çimkî desthilatdarî jî azadî ye, desthilat tu carî naxwazin qonaxa wan ji binî ve biheje û bihedime loma jî ji rehetiya xwe hez dikin, rehetî jî hinekî azadî ye. Werhasil em di vê paragrafê de hem desthilatdariyê û hem şêwaza bişaftinê dibînin.
Mînakek din: “-Baş e. Hemîd tu serbazekî baş î. Ez te ji mêj ve dişopînim. Ez dizanim tu leşkerekî baş î û me te ji bo Keleşê reş wezîfedar kiriye, em dizanin dayîn û standinên te ligel wî baş diçin lê tu dizanî Keleş çêlîkê êzdiyan e, jehr ji çêlîkê mar naçe.” (110)
Desthilatdar tim bi konetî tevdigerin, tu carî werîsê xwe nade destê tu kesî, werîsê xwe zexm girê dide. Loma baweriya xwe bi tu kesî nîn e. Hewante nabêje “em(însan) heywên diçêrîne lê dewlet-desthilatdar însana diçêrîne.” Yanê desthilat bi fen û fûtan, bi deq û dolaban û bi konetiyên xwe li ser piyan disekine û azadiya xwe ji dest beranadin.
Paşa: Tu bi xêr hatî keleşê reş. Ez bi te re serbilind im. Hemû cihan û Rom behs û qala lehengiya te û kurdan dikin.(171) Em di vê hevoka xwe de jî fêm dikin Keleş karekterekî kurd e û bi eslê xwe jî êzdî ye. Lê belê kurdekî bişaftî ye û Keleş bi destê xwe xwîna êzdiyan dirijîne, lê ji ber ku bişaftî ye haya wî ji hebûna wî û kok û asas û rehên wî tune ye, yanê xwînrijandina gelê xwe bêhişmend dike. Lê wekî em dibînin padîşah Keleş serbilind dike, dinepixîne û helbet Keleş karakterekî çiqasî jîr û jêhatî be di qadan de lê talî li gor temenê xwe hîna naşî ye. Werhasil em dikarin bêjin romana me romaneke mijara wê xwînmijîn û mêtingeriyê ye.
Kurtenaveroka romanê:
Di romana nivîskar Newaf Mîro a bi navê “Lehengê Tazî “ de mijar bişaftina karekterekî Êzdî ye. Karakterê romanê Keleş êzdî ye û hatiye bişaftin. Bi destê dewleta Osmaniyan ve tê bişaftin. Di destpêka romanê de, Keleş û diya xwe Xatûnê pev re dijîn. Keleş û diya xwe rojekê diçe dikanê û li wê derê keleş şekirekî radihêje û paşê nîşanî diya xwe dike, diya wî jê re dibêje Keleşê min şêr şêr, piştî vê gotina diya wî êdî keleş nasekine her carê tiştekî didize û heta civak û dewleta Osmaniyan ji vê rewşê aciz dibe, paşê Padîşahê Osmaniyan fermanê dide û dibêje ez ê zêran li vir bela bikim û kesên karibin ji wan zêran bidize û heke ez pê nehesim ez ê wî/ê kesî xelatkirin bidim. Paşê tê ber guhê keleş û keleş binê sola xwe hinek qîr pê dide û li ser zêran dimeşe, helbet kes ferq nake, paşê Padîşah li zêrê xwe dinêre kêm e. Ecêbmayî dimîne, divê min nedît tu kesî dizî jî, çawa ev zêrên me kêmbûne gelo? Paşê fermanê dide dîsa divê kesê zêrên min dizî ne heke were cem min û ji min re behs bike ez ê xelatkirin bidim. Welhasil Keleş tê cem padîşah û behsa xwe û serpêhatiyên xwe û diziya xwe dike. Talî dîwana padîşah dicivin û bo ku biryarekê bidin, her kes tiştekî dibêje, werhasil divê Keleş yekî jîr û zîrek û jêhatî ye, a baş ji me re leşkeriyê bike dê di pêşeroja dewleta Alî Osman a misilman de ew ê gelekî ji me re lazim bibe û ew ê gelekî bi kêrî me bê. Talî ca wî cezakirin didin lê vêya ji Keleş re nabêjin, Keleş dide ber destê Hemîd û heta ku hevalê wî di şerekî de tê kuştin, lê dilê Keleş di qîza padîşah Pêrîxanê de ye, ew jî dizane heta nebe bi nav û deng dê têkiliya wan çênebe, werhasil bi nav û deng dibe lê Pêrîxanê rojekê jê re wiha dibêje: “Min got ku kêfa min ji te re tê ger ez bixwazim jî ka ez ê çawa bi te re bizewicim. Ka dayik û bavê te, kî yê ji te re bibe xwazgînî û xelk ê bibêjê keça Paşa bi kê re dibe mal û dizewice? Tu êzdiyekî mêrkuj û diz î. Ger em zewicîn û bûn dê û bav jî, ka ez ê ji zarokên xwe re çawa vê bibêjim? Tu lawê êzdî yî û êzdiyekî êzdîkuj î. Min sond xwariye ez ê mêrkuj, birakuj û dizan nekim û nakim jî...(.176) Em dibînin çêlikên desthilatdaran jî dişibin xwediyên xwe, wekî xwediyên xwe difikirin, loma jî desthilatdar bo ku qonaxa wan hilneweşe hemû rê û rêbazan bi pêk tînin. Lê Keleşê reş, aşiqî neyarê xwe bûye û bi destê xwe xwîna gelek gelê xwe yê êzdî dirijîne. Çîmkî Pêrîxanê perdeyeke daye ber çavên Keleş û nahêle Keleş bi xwe bihese, xwebûna xwe bihese, bi çand û dîroka xwe bihese loma Keleş karekterekî bişaftî ye. Pêrîxanê alava bişaftinê ye bo desthilatdar, Pêrîxanê bi xwe vê pişaftinê pêk tîne. Taliyê de desthilatdar bi hemû amûrên xwe Keleş dibişavîne û li gor dilê xwe Keleş bi rê ve dibe. Her wiha romana me hinekî di tama romanên folklorîk de bû, mekanên şênber yên herêma serhedê bikaraniye. Vehûnandina mijarê hinekî dîrokî, folklorîk û kevneşopîk e. Taliyê mijar dejenerebûna karakterekî êzdî ye. Mijar ola misilmanî û olên din in. Behsa dewleta Osmaniyan a misilman û dewletên din yên xwedî olên cihê dike. Wekî cihû, xiristiyan, êzdî û hwd dike. Helbet li gor wan êdî tenê oleke hukumdar heye û ew jî ola misilmaniyê ye. Yanê di binê desthilatdariya ola misilmaniyê de her tiştî ji xwe re mubah dibînin. Loma jî dewleta osmaniyan bi hemû coyên xwe desthilatdariya xwe pêk tîne, her wiha di romanê de gelek gotinên felsefîk û aforîzmatîk û anolojiyên bi derb bikaranîbûn, taliyê de romaneke her kes bi rehetî dikare jê fêm bike û sûdê jê werbigire, nivîskar bi şêwazeke herikbar û bi hêsan romana xwe tevnesaz kiriye....
Encam; Romaneke herikbar û bi zimanekî herikbar hatiye nivîsandin, romaneke têkiliya di navbera xwînmij, mêtingeran û bindestan e. Mijar kurdekî êzdî ye. Bi şêwazeke dîrokî, folklorîk û kevneşopîk hatiye vehûnandin, mekan jî hêla Serhedê hatiye hilbijartin, helbet li gor kitekitên romanê mekan jî tê guhertin. Yanê romaneke ji her hêlê xwe ve ji grîfîtbûn û tevliheviyê dûr e. Romaneke sade û herikbar e.
Bertrand Russell, Îktidar, İlya, 214




