Di romana Tahir Taninha de du malbatên ku ji gundên xwe hatine koçkirin bûye mijra romanê, du malbatên têkçûyî ne. Malbata yekemîn malbata Cembelî û Binevşê ye, malbata duyemîn jî malbata Sêvdîn û Menîconê ye. Wesîlayê jî Cîranê malbata Cembelî û Binevşê ye. Du kurên malbata Cembelî û Binevşê hene, navê kurên wan yê lawik Tajdîn e, navê keça wan jî Norîn e. Malbata Sêvdîn û Menîconê de gede hene an jî tune ne ne diyar e. Xumamî maye. Wesîlayê û Binevşê di romanê de dostên hev du, hesthevparên hev du û cîranên hev du ne.
Karaktera me Wesîlayê karektereke zehîf e, tim û tim bi gazin û êşkêş dixuye, derdê wê tim heye, tim bi xemgîn e, lê belê em di romanê de bi awayekî eşkere derdê wê fêm dikin ku lawê wê tevlî şervanan bûye û tim bi hêvî ye ku di devê deriyê hewşê de lawê wê xuya bibe, lê tu agahiyê jê wernagire. Loma jî tim tim bi hestiyar û xemgîn e. Wesîlayê û Binevşê car caran tên ba hevdu, derd û kulên xwe ji hev re verdişînin.
Di romanê de hevsera Sêvdîn ango Menîconê miriye, lê belê di derheqê mirina wê de agahî tune ye. Feqet Sêvdîn ji berê de ji Binevşê hez dike, lê belê Binevşê haya wê ji vê rewşê tune bûye, an jî bi qasî ku xwe bikuje û xwe daliqîne haya wê jê tune bûye. Helbet Sêvdîn paşê xwe dadiliqîne, dema ku zewiciye û jina wî dimire bi şûn de xwe dadiliqîne. Ev herdu malbat ji ber zilm û zordariyê koçî Amedê kirine, ji gundê xwe bar kirine û hatine Amedê niştecih bûne. Malbatek li Baglarê niştecih dibe, malbata din jî li Sûrê niştecih dibe. Herdu malbat ji ber dewletê ji gundê xwe barkirine, ji ber deshilatdariyê neçar mane û koçkirine.
Mijara romana me, piranî li ser malbata Cembelî û Binevşê rawestiyaye. Cembelî li bazarê fêkiyan difiroşe, lê belê debara xwe tam nikarin bi cî bînin loma jî ji hêla aborî ve rewşa wan ne pir baş e, dijwariyê dikêşin. Yanê di rewşeke dijwar de dijîn. Cembelî karekterekî tevlîhev e, li dijber hevsera xwe Binevşê, bi dirustayî tevnalive, hin tiştan jê vedişêre, dikeve nakokiyan, divê gelo ez ji Binevşê hez dikim an na? Di nakokiyan û di dudiliyan de dijî.
Mînakek ji romanê: “Binevş li ba min e. Ji min hez dike. Gelo ez jê hez dikim? Belê ez jî jê hez dikim. Lê min ew xapand. Min berê xwe da sing û berê Aynûrê.” (Rp, 72)

Em dibînin ku Cembelî di nakokiya de ye, lê belê ji bo çi diçe kerxaneyê û bi Aynûrê re dikeve şehwetê gelo? Sedem nehezkirin e, an jî sedem şehwet e, azwerî ye? Çi ye gelo? An jî jin wekî bireserê dibîne, welew nivîskar xwestiye bi saya mejiyê Cembelî em nêrînên mêran ên li hember jinan bibînin. Welhasil mehê carekê Cembelî bi awayekî dizî diçe kerxaneyê ba Aynûrê. Ji ber vê sedemê rih û mejiyê Cembelî tevlîhev e. Him divê ez hez dikim û hem jî diçe cem Aynûrê, di rewşeke paradoksal de ye karekterê me. Esil di navbera du jiyana de tê eciqandin. Di rewşek biyanî de dijî, car caran xwe biyanî hîs dike, em vê biyanîbûnê û tenêbûnê ji rewşa wî ya derûnî û ji axaftinên wî fêm dikin. Loma jî dikeve şikan, divê gelo ez ji Binevşê hez dikim an na? Heke ez hezkiriyê wê bim îcar çima ez diçim cem Aynûrê? Cembelî karekterekî rihtevlihev û hestevlihev e. Karekterîkî nakok û bêbiryar e. Binevşê jî karektereke derûnîk e. Lê karekterek hîna saxlem e li gor Cembelî.
Binevşê rojekê li sûkê li Sêvdîn rast tê, gelekî pev re nîqaşê dikin. Sêvdîn behsa xwe ya gund û dema ku ji wê hez dikir dike heta Sêvdîn xwe nagire dibêje ez aniha jî ji te hez dikim. Min tu ji bîr nekiriye. Binevşê ecebmayî dimîne, Binevşê pirsa hevsera wî dike, Sêvdîn dibê hevsera min rehmet kiriye. Divê ez tenê me, ez û dîwar em li hev mêze dikin, wiha didome nîqaşa wan, Binevşê divê ez wî vexwînim gelo? Lê belê di dudiliyê de dimîne heke ez wî vexwînim ez ê ji Cembelî re bêjim çi? Welhasil her du jî diçin malên xwe, lê haya Cembelî ji Sêvdîn hebû, berî Binevşê ew zûde pêrgî Sêvdîn hatibû û gotibû silavên min li Binevşê bike. Lê belê Cembelî qet behsa wî ji Binevşê re nekiribû, her duyan jî rastiyek ji hev veşartibû. Çima? Îcar ji ber hezkirinê her duyan ev rewş ji hev veşartibûn an jî ji ber hesûdiyê ji hev veşartibûn gelo? Ma hesûdî eşq e? Taliya talî her du karekterên me jî ji ber “tirsê” ji hev re rastî venegotine. Her du jî pêrgî Sêvdîn tên lê her du jî ji hev vedişêrin. Sedem “tirs” e, welew wisa dixuye. An jî windakirin û hesûdî ye. Madem hezkirin be, îcar bo çi Cembelî diçe cem Aynûrê kêfê û şehwetê diqewimîne. A Cembelî ne eşq û hezkirin e, a Cembelî hesûdî ye, ne tirs e jî, lê a Binevşê tenê tirs e, hezkirina Binevşê resen e, lê ya Cembelî nediyar e, mirov bi şikdar lê dinêre, hesûdiya Cembelî hesûdiyeke çewt e, divê ji bilî min û ne tu kes, divê ji hêlkê ve jî ez ê li kêfa xwe binêrim, nikare bi eza xwe, eza wî desthilatdariyê li wî dike, loma hesûdiyeke desthilatdar dimeşîne der-bin-hişiya wî, loma dudilî û nakok dijî.
Îcar em werin ser kurên wan, Tajdîn mamosteya wekîltiyê dike, Norîn jî beşa derûniyê qedandiye. Tajdîn ji Nazanê hez dike, lê tenê di hezkirinê de dimîne. Norîn jî li hemberî mala wan dikaneke heye û yek li wir pirtûkê dixwîne, ew jî di pacê de lê dinêre meraq dike divê gelo çi dixwîne, gelek caran ev rewş didome, heta di xewna xwe de bi wî re radizê, di xewna xwe de lê dinêre xwîn ji navrana wê de tê-diherike. Di vê derûniyê de bi xwe dihese. Dêya wê dibêje were xwarinê bixwe. Lê di romanê de ew kes navê wî Qutas e, beşa edebiyatê qedandiye, welew wisa dixuye. Di dema zaningehê de hevalên hev in, rojekê Norîn tê girtin û Qutas jî diçe çiya, çîrok wisa didome. Feqet di romanê de Norîn di xeyalên xwe de dijî, karektereke xeyalperest e. Rastî û xeyal carinan li nav hev dikevin loma jî carinan mirov dibêje kesê ku pirtûk dixwend û Qutas heman kes bû gelo? Ji ber ku Norîn aşiqî kesê ku pirtûk dixwend bûbû, her carê dihat ber pacê û li hemû tevgerên wî dimeyzand. Norîn jî karektereke tevlihev û derûnîk e. Tajdîn jî kêmzêde karekterekî wisa ye, bi malbatî karekterên derûnîkîn. Lê ji her çar karekterên me jî ji terefê nivîskar ve bi awayekî wekhevî rol û nirx daye wan, yanê nivîskar bi awayekî edaletî rol daye karekterên xwe, lê dîsa jî ê ku rola wî herî kêm Tajdîn bû, ên herî xwedî roldar jî Norîn û Binevşê, Cembelî bûn taliya talî hemû karekterên me rihên wan, hiş û aqilên wan û hestên wan giş tevlîhev bûn. Çar karekterên derûnîk û serketî bûn, belê karekterên me têkçûyîbûn lê hûnandina karekteran û têkçûyîna hûnandina wan serketî hatibûn lîstin. Mijar jî serketîbûn, mijar ne tevlihev bû, lê belê karakterên me rih û mejiyên wan tevlihev bûn.
Ji bo fêmkirinê ne romaneke dijwar e. Herkes dikare bi rehetî bixwîne û fêm bike, romaneke herikbar e. Mirov miraq dike encama romanê û dawiya romanê, ango meraqê bi mirov re çêdike, ji ber vê miraqê ji xwe roman herikbar e. Ji ber derûniya karakteran û mijara romanê jî roman herikbar e. Mijar desthilatdarî ye, koçkirin e, ji cih warên xwe dûrketine, mijar biyanîbûna rih û dirûvekî din e, niştecihîbûna warekî din e. Mijar têkiliyên eşqê, têkiliyên di navbera hevserane, mijar feqîrî ye, mijar dijwarbûna jiyîna bajara ye. Yanê piştî malbatên ku ji gundên xwe hatin koçkirin, ew malbatan heta demek dirêj xwe biyanî hîs dikin, xwe aîdî wî cihî nabînin. Loma jî tesîra biyanîbûnê desthilatdarî li karakteran kiriye. Li gund desthilatdara desthilatî li karekteran kiriye, li bajêr jî biyanîbûnê desthilatî li karakteran kiriye. Tiştekî gelekî dijwar e koçkirin û biyanîbûn.
Encam:
Mijar: Koçkirin, biyanîbûn, desthilatdarî, sadiqbûn û hwd
Şêwaz: Hinekî romantîk, hinekî lîrîk, hinekî jî melankolîk lê di esasê şêwazê û mijarê de bûyerên rasteqîn ên diqewimin û ên qewimîne hatiye hûnandin û hwd


