Hin nivîskar hene di helbestên xwe de piranî takesiyê dinivîsin, hin nivîskar hene tevnesaziya civaka xwe dihonin, hin nivîskar hene bi tevnesaziyeke cîhanî dinivîsin û hin nivîskar jî hene hemû celeban di xwe de dihebîne, helbet ev tercih şêwaza nivîskaran jî hinekî diyar dike. Helbestên Ferzan Şêr jî bi qasî takesî ne, ew qasî jî gelemperî ne. Yanê nivîskar xîtabî herkesî kiriye, lê belê em dikarin bibêjin bêtir xîtabî civak û gelê xwe kiriye. Helbestên nivîskar neynika gel e, nivîskar êşa bindestan, zilm û xwînmijiya desthilatdaran kiriye mijara xwe, nivîskar hem êşa gelê xwe û hem jî a miletê din ji xwe re kiriye xem loma nivîskar şêwaza cîhanî jî bikaraniye. Mijar takekesî, mêtingehî, xwînmijî û desthilatdarî ye. Em dikarin bibêjin nivîskar di berhema xwe ya bi navê “Otobsiya Berbejnekê” de, otobsiya civaka bindest, otobsiya yên din û otobsiya birakujiyê berbiçav kiriye. Helbet wekî me go nivîskar behsa otobsiya bindestiya hin miletên din jî kiribû, mînak:
Destana Keça Afgan
Hatina te ya vê dinyayê
Û jana dayika te ya di tenêtiya çar dîwaran de
Straneke xemgîn bû.
Navê stranê jî heramî bû.
Yanî pîç...
Bavê te bêyî destûra Xwedê
Destmêja xwe di zikê dêya te de betal kiribû.
Tu ji hezkirineke qedexe
Ji stêrkên ko bi ruh û can bûyî.
Çarenûsa te ya herrimî
Bi xwekujtina dêya te dest pê kir.
Helbet min helbest giş di vir de nenivîsandiye, min çend riste wergirt da ku mebesta helbestê vebêjim. Di vê helbestê de jineke Afgan tê tecawizkirin û paşê qîzeke wê çêdibe, qîza wê jî bextekî dijwar dijî, qîza wê dibe qesasê mêrê xwe û zarokên xwe ji bindestiya mêrê xwe rizgar dike. Paşê jî bi hezaran kes behsa çîroka wê jina serleheng dikin. Çimkî mêrê xwe bi bêreke ko dikuje. Lê dêya wê cikîtenê hatibû veşartin ango bêxwedî hatibû binaxkirin, lê ya qîza wê bi girseyeke pir qelebalix hatibû veşartin. Qîza wê bo felata zarokên xwe, bi darvekirina xwe berdêla wê dide, belê bextê qîza wê jî darvekirinbû, lê zarokên wê azad dibin li gor helbestê. Asas ev ne helbest e, çîrok e, çîroka têkçûna mêr e, têkçûna pergala afganan e, têkçûna rejîmên û pergalên paşverû ne. Çimkî behsa çîrokeke trajîk têkirin, nivîskar-vebêj vê çîrokê bi şêwazeke helbesteçîrokî ji me re vedibêje. Em jî dibin şahidê vê helbesteçîrokê... Em dikarin bibêjin helbesteçîroka me behsa rejîm û pergala afgan ya çeloxwarî-paşverû dike. Loma jî qîza keça afgan di helbesteçîrokê de serleheng e, azadî û rêbera miletê afgan e, pêşêngtiya jinên bindest û yên din e. Pêşêngtiya azadixwazên afgan kiriye. Serê desthilatdariyê eciqandiye, ji gelê bindest û ji jinên bindest bûye pêşengî û bawerî... Em dikarin bibêjin ev çîrok, çîroka Rojhilat e, çîroka Mahsan Emînî ye, çîroka jinên Rojhilat e, wekî em dizanin di demeke nêz de jineke kurd (Jîna Mahsen Emînî) li Rojhilat hate qetilkirin û niha jî serhêldirên jin û mêr li ser piyan in. Loma çîroka keça afgan û çîroka keça Rojhilat heman tişt e, mijar, şêwaz û kuştina wan cihê be jî bingeha rêzebûyer û rastiya wê yek in. Çimkî di bingeha herdu çîrokan de zayendî, ol, ehlaq û desthilatdarî heye. Çîroka me çîroka hemû jinên bindest yê dinyê ne. Welhasil nivîskar behsa çîrokek trajîk ya keça afgan û qîza wê kiriye. Armanc helbet teyisandina jinên bindest, desthilatdariya nêrane, desthilatdariya pergalê û helbet rejîm û paşverûyên hin desthilatdar û dewletan e.... Em dikarin bibêjin çîrok bi otobsiyeke û bi mercekeke hûrgilîn hatiye lênerîn û vehonandin...
Çar(Bir)ÎN
Yek jê, ez im, jixwedûrketî,
Yek tu yî, liberxweketî,
Yek jî ziman e, li ber sêkeratê
A din welat e, li bendeya felatê.
Dema em li vê risteyê dinêrin, em gazinên nivîskar dibînin. Nivîskar nerazîbûna xwe ya di der heqê ziman û welat nîşanî me dike. Tirsa nivîskar ew e ku zimanê wî jî dest ve biçe, welatê wî bindest bimîne, helbet nivîskar tirsa gelê xwe tîne ziman, tirsa me gişan tîne ziman... Çar(Bîr), metafora çar perçeyan e, metafora welatekî bindest e. Belê nivîskar di vê risteyê de takesî û bindestî di nav hevdu de vehonaye. Çimkî “jixwedûrbûn" ji welat dûrbûn e, ji welat dûrbûn jixwedûrbûn e. Meriv kesekî an jî şexsekî bêyî welat, weke kesekî jixwedûrbûyî jî dibîne. Kesên bêwelat kêm in, parçe parçe ne kesayeta wan, rihê wan jihevdeketî ne, liberxweketî ne, jixwedûrketî ne, çimkî xwediyê derûniyeke têkçûyî ye. Nivîskar analîza derûniya têkçûyî a gelê xwe di vê helbesta xwe de verêsiyaye. Ziman û welatekî êşiyayî, helbet derûniyeke û ruhekî êşiyayî yê têkçûyî bi xwe re ava dike..
*
DOZGIR IM
Bidûrê ji bo hezkiriyên platonîk
Ji bo yekem heyecanê,
Yekem derpîşilkirinê
Yekem xewnên şeytanokî bûn sedem
Nivîskar di vê risteya xwe de, berê perspektîf û anatomiya helbesta xwe vediguherîne helbestên şexsî-takesîn, çimkî berê me bi zarokatiyeke derbdayîn vedike, nivîskar zarokatiya xwe kişif dike, derhişiya xwe vedirêşîne. Behsa derbên xwe yên zayendî dike, behsa binxweşilkirinê dike, hezkirinên xwe û heycanên xwe dike, yanê bi qasî tiştên xweş heye, ew qasî jî tiştên derûnî heye di vê risteyê de. Esas behsa zarokatiya me tevan dike, kêmzêde her zarok di jiyaneke wiha re dibore... Helbet jiyana zarokên bindest bêtir bi paradoks û komplîke ne, çimkî bi asayî najîn zarokên bindest, em dikarin bibêjin nivîskar binhiş, derhişiya û hişê zarokên bindest ji me re teyisandiye. Neynika bindestiya derhişiya û binhişiya zarokên bindest hatiye verişandin...
*
Ez Mirîdê Pênûsa Xwe Me
Tucarî
Tu pêxember nebûn rêberê min,
Ji bilî kitêban.
Ez bi xwe xulamê sênikên xwe me.
(Yên ku kitêban dinivîsin ne xwediyê kitêbê ne, ew bi xwe xulamên wan in. Ji ber ku kitêb xwe bi wan dide nivîsîn. Bidûre bi şohretekê heqê nivîsîna wan dide..)
Di vê helbestê de nivîskar serî hildide, li hember her tiştî, hew xwe dizane, asas nivîskar di vê helbestê de behsa seknekê û helwestekê dike, divê ez ne kole me, ez ne xulamê fikrên bispêr im-xweferzkirinê me, ez kesekî azad im, fikrên min azad in, ne perestvanên fikra me, ne perestvanên pûtan im, ne fahmkor im. Bi fikrê xwe heme û azad im. Ne girêdayî tu kesî, civatê û cemeatê me, asas nivîskar dibêje ez entelektuel im. Ango helbesta nivîskar dixwaze bêje, entelektuelî wiha ye, loma di hişê nivîskar de ev raman raketiye, hişyar e û heye. Helbet kesên xwende, kitêb her daîm pêşengên wan in, desthilatdaran red dikin û fikra azadiyê jî ji kitêban dinizile, di helbestê de asas behsa xwendinê û sûdeya xwendinê a pêşêngtiya fikra azad ji şexs re dike. Xwendin azadî ye. Helbet şexs xulamê berhemên xwe ne û xulamê kitêban e. Çimkî berhem azadiyekê dide xwediyê xwe, baweriyekê dide xwediyê xwe, baweriyekê dide xwediyê xwe... Welhasil em dikarin bibêjin mebest têkiliya xwendin û ramana azadiyê ye.
*
Tu pasport nîn e ku
Min di axa xwe de veşêre.
Dema ku
Di çarenûsa min a bindest de,
Bi tîpên serhildêr dinivîse “Kurd"
Jî bilî du welatan,
Ji tu deverê vîza dernakeve.
Yek jê Girtîgeh,
A din jî Goristan.
Di vê risteyê de mijar desthilatdarî û mêtingehî ye. Mêtinkar her daîm dixwaze ciyê bindestan goristan an jî girtîgeh be, çimkî bi saya vê pergalê li ser lingan disekine. “A ku mêtingehiyê diafirîne û afirandina wê didomîne mêtinkar e. Mêtinkar rastiya xwe, ango mal û milkên mêtinkar bi pergala mêtingehiyê ve girêdayî ye.”(1) Dema em li risteya helbestvanên xwe dinêrin û em li gotin û hevokên Fanon dinêrin em têdigihîjin, metingeh û mêtinkar her daîm hebûna xwe li ser hebûna bindestan ava kiriye û dike. Desthilatdar tu carî naxwazin mirîşkeke bindestan jî çêbibe, çimkî bo bindestan hebûn, tê wateya serîrakirina li hember mêtingehan, loma mêtingeh û mêtinkar tim dixwaze ciyê bindestan goristan û girtîgeh be. Li ser bindestan vî tiştî ferz dikin. Nivîskar di vê risteyê de em dibînin, bext û çarenûsa kurdan û anatomiya şêwaza otopsiya bindestiya kurdan ji me re dişayesîne. Bi rastî jî vîza kurdan ya girtîgeh e, ya jî goristan e. Vîza wan a sêyem jî her daîm bûye, serhildêrî, çimkî di tarîxê de jî wiha ye. Ya herî baş jî ji xwe serhildêrbûn e. Çimkî serhildêrbûn redkirin e, neqebûlkirin e, helwest û sekin e, hebûn e. Serhildêrbûn, li dijber her tiştî qebûlkirina hebûna xwe ye....
1) Yeryüzünün Lanetlileri, Frantz Fanon, Versus, 43


