logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Çavdêriyên Kêmfemînokîst

  • Dîrok: 08/04/2019
“Heke ez nereqisim nexwe ev şoreş ne ya min e” 
Emma Goldman

“Zewac derveyî xwezaya însên e, esil jinê di bin zordestiyê de dihêlî û wekî saziyeke zewac astengiyê çêdike û nahêle jin zayendiya xwe azad bijî.”
Emma Goldman                                                                                                   

Bi gelemperî naveroka çîrokên Fatma Savci li ser dîtirbûnê û femînîzmê ye. Pirtûka Fatma Savci ya bi navê “Ristika Morîkan” ji yanzdeh çîrokan pêk tê. Hemû çîrokên çîroknûsa me, piraniya wan ji çavdêriyan dizên. Piraniya çîrokan bê karekter in, karekter vebêjevan e. Ji ber ku vebêjevan çavdêriyên xwe vedibêje. Vebêjevan ketiye dewsa karekterên xwe yên tuneyî û vedibêje, vebêjevan projektora çavên xwe, dîtin û çavdêriyên xwe veguherandiye-veguhezandiye çîrokên kêmfemînokîstîk e. Di çîrokan de mijara sereke dîtirbûn e (ango ên dinê ne). Dîtirbûnî an jî ên din di hemû çîrokan de heye, dibe ku dîtirbûn rasterast venehûnandibe, feqet dema ku mirov xwe bera binê bîra çîrokan dide, em fêm dikin ku mijar û şêwaz dîtirbûn e û piçekî jî femînîzm e. Di vê çavdêriyê de serîrakirinên karekterên ji çavên nivîskêr welidine, serhildanên ji çavên pênûseke çavdêriyan welidine, şervanên têkoşer, serhêldêrin jin û doza welêt giş di hemû tabloyekê de hatine resimandin. Geh em li dîmenên jinên raperîn rast tên, geh em li dîmenên jinên belengaz û xwekêmdîtî rast tên û geh em li dîmenên karekterên xwe dîtir dibînin rast tên… 
“Gotin: bila zarokên me jî bi zimanê wan biaxivin bê ew cinewar çi dibêjin. Herê bi zimanê wan fêr kirin û yên xwe berze kirin lawo. Aha ev li me zêde bû. Tu dibînî li halê me yê xwelîser.”(rp-26) Wekî em dibînin ku dîsa mijara me mijareke dîtirbûnê ye. Mijara çîroka me li ser zimanê serdest û bindestiyê ye, ango heman demê de mijar dîtirbûn e. 
Dema em dibêjin ên din, ev nayê vê wateye ku ên din tenê ên bindest in. Ji ber ku ên feqîr jî li dijber ên dewlemend dîtîr in. An jî yekî derveyî civakê, li gor civaka heyî yekî/e dîtir e, welew dibe ku xwe dîtir bibîne. Yanê mirov dikare hîna jî lê zêde bike, yanê dîtirbûn ne tenê para ên bindest in. Îcar ên ku xwe dîtir dibînin, hem xwedî rûmet in, hem xwedî xirûr in, feqet di heman demê de xwe bi qasî kêzikekê wewlew zîroyekî jî dibînin. Heçî ku ên dinê ne piraniya wan rewşên paradoksît dijîn. Di kes-ê-n dîtir welew ên ku xwe dîtir dibînin, hem serîrakirin heye hem jî xwekêmdîtîbûn heye, loma ev her du hest mîna du hestên derûnîk in, şerê her du hestên derûnîk, hestên paradoksal derdixin holê, hem “xwelîserbûnê” derdixîne holê hem jî dijxwelîserbûnê derdixîne holê ango serîrakirinê derdixîne holê… yanê ên dîtir, kes-civak ferq nake xwedî hestên trajîk in, xwedî hestên paradoksal in, gelek hestên tevlihev di xwe de xwedî dikin. Bê biryar in, zû nerm dibin, zû hol dibin. Loma mirovên dîtir hestên wan hem xetere ne, hem jî humanîstîk in, romantîk in. Feqet hestên wan timî ne diyar in. 
Çîrokên Fatma Savci mijara wan piranî li ser çîrokên rojane ne, li ser ên mirovên dinê ne (ên dinê gelek kesin mînak in: şoreşger, jin, mêr, feqîr, ên xwekêmdîtî hwd.) Di çîrokan de geh em li dawetekê ne, geh em di jiyana malbatekê de ne, geh li cihekî dinê ye. Timî mijar û bûyer tên guherandin feqet mekan û şêwaz hema hema heman tişt in. Lê di van mijarên xwe yên rojane de kitekitên xwe jî dirêsîne. Hinekî dişibe çîrokên Îsmaîl Dîndar ji ber ku Îsmaîl Dîndar jî bi heman şêwaz û mijarê dirêsîne, feqet karekterên Fatma Savci piranîya wan jin in. Ên Îsmaîl Dîndar hem jin û hem jî mêr in. Di çîrokên Îsmaîl de karekterên bi serê xwe jî hebûn, ji xêndî vebejêran, taliya talî her du çîroknûs heman demê de xweser in. Çîroknûsa me her carê li cihekî, li bûyerekê temaşe dike û bi çavên hişê çavdêriya xwe kitekitan dirêsîne. Yanê vê temaşeya xwe rêsaye û ji xwendevanan re li ser sifrê raxistiye. Dema ku van çîrokên xwe yên rojane dirêsîne, paşê jî şîrove dike van çîrokên xwe, dibêje çima mirov ew qas bi hêsan dijîn, çima bîra tiştan nabe, çima hay jixwe tune ne, çima bi xwe nahesin, çima hişyar nabin, çima bîra wan nayên bîra wan, qey bîra azadiyê nabin, bîra welêt nabin, qey bêbîr in gelo? Geh veşartî, geh eşkere timî van pirsan dipirse di binê bîra çavên xwe yên çavdêriyê de. Feqet mijarên çîrokên me homojen in, halbûkî çiqas çîrokên me ji hêla mijarê ve heterojen be wê ew qasî baş be, wê çaxê dê çîrokên me jî dewlemendtir bibe. Taliya talî di çîrokên xwe de bal kişandiye ser karekterên jin, hinekî li dora femînîzmê warqiliye, xwestiye mafê jinê berbiçav bike. Feqet ji hêla hûnandina mijarê û şêwazê ve bingeha çîrokan, ne têr û tijî ne. Divê bingeha çîrokên femînîstok bi bingehbûna, bêtirîn ramangerbûya, hevokên felsefîk, ên hunerî û wêjeyî tama wan kêm in, halbûkî femînîzm felsefe ye, xweserî ye, helwesteke ramanî ye, dijderketina qaîde û qaliban e, dijderketina hemû nirxên heyî ye, şoreşa jinê ye, şoreşa heyamekê ye. Şoreşa şexsî ya jinê ya hundirînî û hişî ye. Şoreşa qelek tiştan e. Loma bêbingeh in çîrokên me, yanê karekterên me yên jin dijber rol û bingeha femînîzmê qels mane… li gor Emma Goldman Anarşîzm, perspektîfa hişê mirovî berfireh dike, heman demê ev nêrîna, mirov azad dike. Hêza azadiyê dide mirovî. Ji ber ku bi saya vê fikrê di mirov de qabîliyeta xwebaweriyê pê re ava dibe, fikra azadiyê pê re ava dibe. Ji bo jin û mêr her duyan jî derbasdar e. Li gor Emma Goldman, zewac, berî her tiştî nîzameke aborî ye, peymaneke sîgortayî ye.
Gothe dibêje: Divê dema ku hûn zewicîn bi şûn de wê çaxê hemû hêviyên we jî li derve dimînin.
 Emma Goldman wiha didomîne gotinên xwe, em hîna di vê baweriyê de ne: hîna rihê jinê tune ye, tenê bi hêsanî li mêr hatiye lehêqkirin, me mîtosek avêtiye ortê û em dibêjin jin ji parsûyên mêr afiriye, em hîna nikarin vê helwestê bişkînin. Divê zewacê wekî alava kapîtalîzmî bibîne. 
Emma Goldman jinek Anarşîst e, loma jî felsefeya xwe ya femînîzmê li ser hîmê anarşîzmê ava dike. Îcar gelo kîjan karekterên me, welew nivîskar-ê-an me çiqas anarşîst in, welew femînîst in? Dema ku em li nivîskarên dinyayê dinêrin, berhemên giranbuha, berhemên ramangiran, berhemên têr û tijî û bi bingeh afirandine. Loma berhemên me li hember berhemên dinyayê qels dimînin. Hewceyî şovan nake, divê rastî jî bên nivîsandin. Heke çîrokên me behsa mafê jinê kir, an jî bi femînîskî tevgeriya divê bibingeh bin berhemên me. Di çîrokên Fatma Savci de şopên femînîzmê hene, ne ku tûmerî tune ne feqet tenê şop in, ne şopên kûr in, şopên nizm in. Di çîrokên xwe de êşa jinê, eciqandina jinê, gilî û gazinên jinê derandiye. Feqet femînîzm ne gilî û gazin in. Femînîzm helwesteke seknî ya ramangerî ye. Helwesteke şoreşî ya hundirînî ye. Dijderketina li dijber zewacê û zagonên heyî ye. Dijderketina desthilatdariya mêr e. Hembêzkirina azadiya jin û mêr e. Hembêzkirina wekheviya jin û mêr e. Femînîzm ne îmzekirina li ser kaxizekê ye.  
Fatma savci, rahiştiye fotokêşiya xwe û derketiye qadan, kolanan û hemû dîmenên ku dîtiye, giş veguhezandine çîrokên çavdêriyê. Hema hema heman şêwaz û mijar di çîrokên Krîstîn Ozbey de jî heye, yanê di piraniya çîrokên me de karekterên me jin bûn, çîrokên jinan dihûnandin, bêhna femînîzmê li dû xwe dixistin, erê tenê dûyek li dû xwe dixistin feqet çîrokên her du çîroknûsên me, li gorî feraseta femîzmê têk diçin. Lê her du nivîskarên  me jî bi nivîs û çîrokên xwe xweser in, sedî sed naşibin hev du helbet, cudabûnên wan jî hene. Îcar mijar çi be ferq nake, gelemşe ew e ku tu vê mijarê bi çi awayî dihûnî. Hêsanbûna mijarê ne girîng e. Hûnandin û şêwaz girîng e. Dibe ku mijarên herî hêsan bi şêwaz û teknîkek herî xurt bên hûnandin, welew mijareke xurt dibe ku bi şêwazeke qels û teknîkeke herî qels bên hûnandin, loma hûnandina şêwaz û teknîkê girîng e. Emma Goldman, Virginia Woolf û Sylvia Plath hem bi nivîsên xwe yên teorîk, hem bi roman û çîrokên xwe xurt in, bi bingeh in, nîvîskar bi xwe jî têr û tijî ne, ji ber ku têr û tijîbûna nivîskaran mirov dema ku nivîsên wan dixwîne fêm dikin ku çiqas xurt in an jî qels in… loma di çîroka Krîstîn Ozbey ya bi navê “Sorxêlî” û di ya Fatma Savci ya bi navê “Ristika Morîkan” de  çîrokên me ji hêla bingeha ramanî, wêjeyî, hunerî, derûnî, felsefê û hwd de gelekî binketîbûn…

Hin Nivîsen Nivîskar

Di romana ‘Xaniyên Şîn’ de karakterên têkçûyî

  • 09 Sermawez 2019

Di romana Tahir Taninha de du malbatên ku ji gundên xwe hatine koçkirin bûye mijra romanê, du malbatên têkçûyî ne. Malbata yekemîn malbata Cembelî û...

Di psîkoanalîzmê de çavnebarî, çavbirçîbûn û minetdarî

  • 17 Pûşper 2023

Li gor Freûd di bingeha nihiçkan de helwesta hazê heye. Lê li gor Melanie Klein jî di xwezaya mirovan de xweajo heye, ango bi gotineke din zarok li hember kirde û bireseran bi donanimeke...

Helbestên Dîrokî û Ramyarî

  • 10 Sibat 2020

“Kêsekên di qirika desthilatdariyê de mane an jî kês bi desthilatdariyê anî ye?”Helbestên Rêdûr Dîcle bingeha xwe li ser şopa ramyariyê û...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Rêveberiya Xweser saetên dema kar ji nû ve saz kirin

ad

Li Helebce Festîvala Zanistî û Çandê

ad

Ji bilî 2'yan hemû partiyên kurdan ên li Kerkûkê civiyan û daxuyanî dan

ad

Partiyên Başûr li ser qedexeya ber Muslim nerazîbûn nîşan da

ad

Nahit Eren carek din dê bibe serok

ad

Xwendekarên kurd semînerekî li dar dixin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname