logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Korona û kotîbûn

Korona wekî peyv di wateya axurê heywanan de ye, îhtimal ew e ku ji ber ev nexweşîn ji heywanan belav dibe, ev nav lê ki

  • Dîrok: 17/03/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Yeko Ardil

Korona wekî peyv di wateya axurê heywanan de ye, îhtimal ew e ku ji ber ev nexweşîn ji heywanan belav dibe, ev nav lê kiribin. Li herêma Vuhan a Çînê peyda bû û bû sedemê mirina bi qasî 3500 kesan. Niha bi lez li dinê belav dibe. Li Almanyayê heta niha bi qasî 2600 kes bi şewba koronayê ketine û 6 kes jî mirine. Li Îtalyayê 15 hezar kes nexweş in û ji 1000'î bêtir jî mirine. Îtalya bi giştî vegeriyaye nexweşxaneyekê. Niha dibistan tên girtin, çûn û hatinên komî tên rawestandin. Heta ji destê mirovan tê têkiliyên civakî bi sînor dikin. Li Almanyayê her sal ji ber şewbên cur bi cur 30 hezar kes dimirin, kes jî behsa wan nake. Lê ji niha ve li mexezeyên Berlînê dilopek jî dermanên paqijiyê nemaye. Gelekan jî mal û kulînekên xwe bi xurekan dagirtine, amadekariya rojên dijwar dikin.


Heta niha gelek caran felaket û bobelatên bi vî rengî bi ser mirovahiyê de hatine û bûne sedem ku hejmarên mezin mirov bibin goriyên nexweşîn an jî şewban. Di serdemên kevin de ku mirovahî bi qasî îro pêşneketibû, ji ber sedemên paqijî û nebûna dermanan gelek mirov mirine. Kotîbûn, weba, kolera, jana zirav, sorik û wd. gelek cûreyên nexweşînên ku dibûn sedemê xewnereşkên şevên mirovan niha di rojevê de nînin. Di hin dem û serdeman de ji bo mirovên kotî cih û giravên karantînayê hebûn. Di hin deman de jî ev nexweşî weke cezayeke Xwedê dihat qebûlkirin û kesên pê diketin jî weke gunehkar dihatin dîtin.


Di çîroka Jack London a bi navê Liberxwedan de civakeke bi vî rengî ya bûye armanca desthilatan heye. Nexweşîna kotîbûnê dikin sedem û wan sirgûnê giravekê dikin. Kotîbûn sûc e, û divê bê cezakirin. Bi tank û topan davêjin ser wan. Piçûk mezin, zarok û jin, kal û pîr bi girseyî li ber xwe didin. Lê di encamê de ji bilî kalekî tev jî tên girtin. Kalo heta ku tiliya wî ya li ser tetikê ku ji hesinê sincirandî dişewite, radest nabe, li ber xwe dide. Lê di bingeha çîrokê de derdikeve holê ku sedemê bingehîn desteserkirina axa wan e.


Di dîrokê de di demên dagirkeriyê de jî yên dagirker bi xwe re nexweşînên xwe jî dibirin nav gelên dîlketî û dibûn sedem ku bi sedhezaran mirov bimirin. Ji wan jî mînaka serdema dagirkirina parzemîna Amerîkayê hêjayê behskirinê ye. Spaniyên dagirker bi xwe re ne tenê çekên kujer her wisa nexweşînên vedigirin jî biribûn parzemînê û bûbûn sedem ku bi milyonan Aztek bimirin. Di serdemên şerî de jî nexweşînên vedigirin ji xwe re mercên çê dibînin. Ji ber nebûna dermanan û derfetên kêm yên paqijiyê gelek esker û mirovên din mirine. Di seferên Napolyon yên ber bi Rojhelat ve jî gelek behsa tîfo û dîzanteriyê tê kirin. Her wisa di serdema şerê yekemîn ê cîhanê de jî bi milyonan kes ji ber nexweşîn û şewban miribûn.


Vê gavê hema bêje kes behsa nexweşîna kolerayê nake, lê di serdemekê de ew jî bi qasî ebola, sars û wd. sedhezaran dabû ber xwe û biribûn.


Zanistan di vî warî de gelek ked dane, pir encamên erênî vedîtine. Ew nexweşînên ku hîna gelek pitik di yek mehî de dibûn qurbanî ji ber dîtina dermanan niha bi tenê di çîrokan de behsa wan tê kirin.


Ev aliyê erênî yên pêşketina teknolojî û zanistê ne. Lê li aliyê din gava mirov dêna xwe dide rewşa dinê û mirovahiyê tabloyeke pir sosret jî derdikeve pêşberî mirov. Ew selteneta ku gihiştiye fezayê ya maldaran, ew xan û xanedan, ew dewlemendiya ku êdî bi ser serê wan de dirije, ew çekên kujer û jehrîn, ew keştî û balafirên bi qasî bajaran tev de li hemberî şewbeke wiha çiqas bêçare ne. Ew dewletên ku cîhanê bi rê ve dibin, nekarîn sînorên xwe jî ji vîrûsa koronayê biparêzin. Niha ji destê wan bê, wê bifirine fezayê, lê heta niha ew derfet çênebûye. Kotîbûna esasî û ya divêt jê re çare bê dîtin jî ev e. Belkî korona bibe sedem ku kumê xwe deynin ber xwe û biponijin.

14.03.2020, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Girtîgeh cihên afirandina fîlmên Yilmaz Guney bû'

ad

Leyla Zana berendama Xelata Nobelê ye

ad

Rêya televîzyonên taybet ji bo kurdî vedibe

ad

Dawiya hefteyê çi li ku heye?

ad

Nûçegihanê KNN’ê li Amêdiyê kuştî hat dîtin

ad

Danberheva tirkên Bulgaristanê û kurdên Tirkiyeyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname