logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Serpêhatiyên Melê Meşûr

  • Dîrok: 08/12/2022
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Feratê Dengizî

Zarokatî, jiyana çîrok, kilam, pêkenok û serpêhatiyan.

Zarokatî, fêhmnekirina giraniya jiyanê; tenê û bitenê ken, henek, û lîsk, lîstok.

Lê êvar, tew êvar, ê ma ku zivistan yanî çele û şev dirêj, berf li erdê be, piştî ziktêriyê, carinan ziktêriya nîvcî ciyê herî xweş ber çoka pîrikê, yan jî ya dayikê… Li ber lempeya don an jî çirê, serî li ser çoka tenîştê û nîvxewî, hênijandin.

Bila biherikin şeveçîrok, mamik, tiştonek, malik, kilam û her wiha jiyana xeyalî; hût, cin, perî, pîrebok, pepûk, tirsonek, leheng… ligel benî, gûz, bastêq, mewîj, dendik û nokên qelandî…

Helbet gelek rûyên zaroktiyê hene.

Ka em îşev li serpêhatiyên Melê Meşûr (Meleyê Meşhûr) guhdar bin; pişta xwe bidin behlîfê, çavên xwe bigirin; bila vê demê derd û kul û elem li der bin.

(Pîrka min Sosinê-Rihme lê be, li miriyên we jî- çîrok li gorî warê me Dengiza dihûnand. Navê gundên cîran, dever, çiya û newal dixist navê!)

***

Mele çûye ser darê, em bên Dara Zolê (darek salane li ber rêya Ewîna, li nav mezelan) û guliyê darê yê bin xwe bi birekê dibire. Xirt, xirt û hey xirt… Xwêdan ketiye çavên wî. Xuyaye berf zêde bariyaye, êzingên wî nemane. Ciyê herî nêzîk Dara Zolê ya nav mezel! Guliyê darê hebikî qalind e, ji birînê re dem divê.

Ha wê demê de karwanekî Ewîniyan ber bi Stewrê ve diçe, yek ji wan bê silav û qewetxwestinê bang dike;

– Mele tu guliyê bin xwe dibirî. Tê bikevî malava!

– De bi riya xwe de here lo..!

Baş e. Camêr bi riya xwe ve diçe.

Lê bîstikik din mele tevlî gulî û birekê li ser piştê, qorik biêş li erdê ye. Pişt li kevirekî ketiye, êşê ew gêj kiriye, janê daye kezebê. Bi wî halî ber bi Stewrê ve baz dide, li ba Mehsera Gawiran, li Kevirê Mîzê digihê karwan. Bi qirika zilamê xwe digire.

– Ka bise. Qe bi Xwedê te zanibû ez ê bikevim, tu zanî ez ê kengî bimirim jî.

– Eman, zeman, Mele ez ji ku zanim tê kengî bimirî. Ma halê te eşkere bû. Mirin emrê Xwedê ye. Xwedê emrê dirêj bide te. Ez ji ku zanim.

– Na.

Mele dev jê bernade. Gerek bêje; “Tu zanî ez ê ji darê bikevim. Tu zanî ez ê kengî bimirim jî.”

Nabe. Yê Ewînî ji ber îdare nake. Stuyê xwe xwar dike û çavan dibiriqîne;

– Here Mele. Kengî kera te li ser hev sê tir kirin tê bimirî. Oxîr be.

Di ber xwe de jî bi devlikenî diminminîne; Oxir be, şîva te bilxwir be, tijê bixur be, kevçiyê te bi qul be. Lîngê te li kevirên biçûk nekeve!

Me gotibû, êzingên Mele qediyane, her roj li riya ezingan e, ji xwe re barekî tîne. Dîsa rojekê barê xwe tîne li hewşê diqulêpe, bi gazine. Ji hevsera xwe re dibêje;

– Ev bêxwediya kerê qet nameşe, ez teqandim. Ço û hey ço… dereng dimeşe.

– Sibehê ku tu çûyî, ez ê hinek nîşadir bidim te, di bin teriya wê de bide, ew ê bifire.

– Wa… Bera!

A dinî rojê tev nîşadirê Mele li karê êzingane. Barê xwe bar dike û çenik nîşadir di bin teriya kerê dide. Tew lo, ker dibe babîsok û difire, Mele nagihêje. Wê çawa be, ker çû, tew ku bar biqulêpe, yan jî ker li ciyekî di bin bar de bikeve. Çare..? Çare, Mele hinek nîşadir da pişt xwe di nav şeqên xwe da. Wey bavo, ev çi tûjî ye, ev çi şewat e. Mele da lotikan, di kerê re bihurî, hew dît li hewşa xwe ye, nasekine û dizîvire. Hevserê ew dît;

– Ev çi hale? Ka kera te, ka barê te?

– Ew li dû min e, ew ê bê.

– Çi bû çi qewimî?

– Min bi a tekir, lê ez nedigiham kerê û min hinek di ya xwe jî da, îja malik li min şewitî…

Meleyê min û te ji halekî ket halekî dinê.

Roj naqedin.

Mele dibêje rojekê ez ê li malê bim, ez ê xwe rihet bikim bila ker jî hebikî rihet bibe. Sobe dadaye û kerê xwe jî li axur êm kiriye, kêf kêfa wî ye. Li ber sobê mewîj û nokên qelandî. Hê wiha teq teq ji derî tê. Deng nabe xwe. Lê teqeteqa derî nasekine. Hevsera wî bang didê, Mele ka binêre ew kî ye. Bêdilî xwe û bi mehdekî tirş diçe derî vedike, ma ne rihetiya wî xera bûye. Dinêre cîranê wî ye;

– Xêr e cîran!

– Bi xêra bavê xwe kerê xwe bide min. Êzingên min li Newala Sîna ne. Ez ê herim barekî ji xwe re bînim.

– Kerê me ne li mal e. Xezûrê min pê çû aş…

– Hela, hela, min digot tu neçûyî êzingan, wê wextê ker li mal e.

– Na. Ma tu fêm nakî. Ker ne li mal e.

Cîran pişta histê xwe dufirkîne, vedigere ku here mal. Kerê Mele têr xwariye, kêfa wî li cî ye, dizire. Ne carekê, ne du car. Dibe zirzira wî, dengê wî erd û ezman hiltîne.

Cîran li ser Meleyê ku hê li devê derî ye vedigere;

– Ka ker ne li mal bû?

– De here lo..! Tu ji min bawer nakî, tu ji kerê bawer dikî.

Û di fîskîne ber sobê!

Betalî nabe.

Zivistan dijwar e. Bêêzing qet nabe. Mele berê xwe da Warê Ewlend êzingan. Barê xwe kir, bendekên xwe rast kir û barekî bi dilê xwe, giran li kerê kir û berê xwe da malê. Ku ket qiyamê Qarqosekê, kerê kir inteint, Mele zor dayê, zeqitand û çend dar lê dan. Lê na. Halê kerê ne baş e. Zirtînî ketê û sê tirên bêhawe kirin, nedomand di bin bar de ket. Çawa dengê sê tirên li ser hev ket kerika guhên Mele, Mele go temam, wexte û li ser derzika piştê xwe avêt erdê, ne îro miriye ev saleke ku berxo miriye. Xwe li mirîtî danî û liv neketê. Ma ne yê Ewînî gotibû ku kerê te sê tir li ser hev kirin tu yê bimirî. Va dem ev e.

Wext derbasbû, esir, ber bi mixrub de Mele nehat ji êzingan hevsera wî meraq kir, lê go de Mele ye, de wê bê. Tarî ket erdê, ker di bin bar de li erdê, Mele jî li ser piştê û çavên xwe venake, ma ne mirî ye! Gurekî birçî ji wir de hat, tew tu li qismet, kerê ketî, hazir… û ket ser dilê kerê têr jê xwar, Mele di ber xwe de diminminîne;

– Kero bila ez ne mirî bûma, bila te wiha rihet kerê min bikuşta..!

Derengê şevê hevsera wî gundî pê hesandin ku Mele ji êzingan nehatiye. Rêya wî dizanibûn ku li Qarsqekê qulipîn, rewş hat fêhmkirin. Cenaze li ser textê miriyan kirin, anîn mal. Ketin rewşa şînê, hevsera wî jî behitî ye. Ew şûştin, kefen kirin, dîsa li ser textê miriya kirin û li gorî adeta olî berê wî dan qebrê. Wexta hatin ba Darika Biçûk serê du rêyê, berê xwe dan Cebanê Xerîban, lewra Mele jî xerîb bû. Dengek bilind bû, her kes di ciyê xwe de qurimî;

– Na, min nebin Cebanê Xerîban!

Û deng qut bû. Mele tev li kefen serê xwe bilind kiribû, gotina xwe kiribû û car de miribû. Behitiyê nedomand. Divê karê xwe bikiranan. Berê cenaze dan ber rêya Ewîna. Bi rê û rêbaz ew definkirin, bi tenê hiştin û berê xwe dan malên xwe.

Wexta ku tarî ket erdê, li nav mezel di gorê de bi tenê ma, bêhn lê teng bû, nema  xwe ragirt. Bi awayekî ax qelaşt, derket derve û bi kefenê xwe li ber rê rûnişt û eşheda xwe anî ku nemiriye. Da xwe ku rabe, dengê baziraganan hat. Karwanê Ewîniyan di rê de bû. Karwan nêzîkî wî bû, rabû ser xwe û bang li wan kir. Bi dengê wî qantir tirsiyan, veciniqîn. Barê wan ket. Alavên wan; şûşê lempeyan, qedeh, firaqên xwarinê, sînî-mînî tev şikestin, hûrhûrî bûn. Nerîn ku yek tevlî kefenê xwe li qiraxa rê ye û heywanên wan tirsandine. Negotin tu qûlê Xwedê yî, tu ins î yan cins î ku de wî ket ber wan dan ber dar û gopalan, ew kutandin, mehkuta wî dan. Ji mirinê filitî, bi wî halî hat malê li derî da, derek wî sax nemabû. Sibehê gundiyan bihîstin ku Mele nemiriye, nîvmirî li mal e, çûn serdana wî. Pirsîn Seyda tu çûyî wê dinyê û hatî, çi heye çi tuneye. Cinet, cehnime, ezab, filan bêvan…

– Na, lo… Tiştên wisa qet tunene. Ew ecêbna nîn in. Ku hûn qantirê Ewîniyan netirsînin tu tişt tuneye.

Ji Xwebûnê hatiye girtin 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Serketiyên Berlînaleyê tên Stenbolê

ad

Li Dêrsimê polîsan bi ser lîstika şanoyê de girt

ad

Xelatey Arjan Arî resa wayîrê xo

ad

Tam 33 sal berê 3 W hatin

ad

Ser xêrê: Partiyeke nû a kurdan hate avakirin

ad

NAVEND’ê jî piştgirî da xebata YEK-KOM’ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname