Luqman GULDIVÊ
Şanoya Teatra Jiyana Nû “Lîstik” li bajarê Almanyayê Mannheimê turneya xwe bi dawî kir û me jî lê temaşe kir. Heza senaryoyeke serketî û performanseke serketî bi mirov re dihêle. Lê heger kurdên li Ewropayê bê şanoya kurdî bihêlin, bila ehd be û li canê min ketibe, ez ê wan bihetikînim.
Şano yek ji wan huneran e ku hunerên din hemûyan dihewîne û pê re jî yekser li nava çavên temaşevanên xwe dinihêre. Yanî hem yekser xwe digihîne temaşeker û hem jî temaşeker yekser ya xwe digihîne şanogeran. Ne mubalexe ye mirov bibêje, hunermend û hemberê wî li nava çavên hev dinihêrin. Axir meseleya min ne ew e ku ez bi vî hunerî dakevim. Lê li van deveran, li nêzî navenda rojnameya me (bajarê Almanyayê Frankfurtê) derfeta me zêde çênabe ku em li şanoyên bi kurdî temaşe bikin. Lê Xwedê ji Teatra Jiyana Nû razî be. Berî çendekê li Almanyayê 4 caran lîstika Lîstik nîşan dan û me jî keysa xwe lê anî ji rojnameyê em çûn Mannheimê û me li lîstika dawî ya turneyê temaşe kir.
Lîstik wekî fikr, lîstikeke ku mirov poşman nabe lê temaşe bike. Serê pêşî, mirov divê bibêje, bi têkelhevkirina dîrokê – destana Dewrêşê Evdî – û roja me ya îro – û çendekê beriya wê – Lîstikê karî hem hin aliyên rabihuriyê yên civaka kurd û hem jî zilma îro roj jî dewam dike ya dewleta Tirk a serdest bi hev re bi çend karakteran û serpêhatiya wan bibîne.
Yanî di wî warî de ez bi xwe senaryoyeke baş a şanoyê dibînim. Yanî destê Rûgeş Kirici, Omer Şahin, Cihad Ekinci û M. Saît Yaman xweş bin.
Dîrok û îro xweş hûnane
Başbûna şanonameyê jî ne tenê ev aliyê wê ye; mesela li ser temaşeker jî hizirîne. Li bersiva pirsên "temaşekerên şanoya kurdî hez ji çi dikin?", "mirov dikare peyaman bi çi awayî rehetir li ser dikê bide?" geriyane. Ez wisa zen dikim ku ji ber wê jî di navbera komedî û trajediyê de çûne û hatine, lê ya hasil bûye, bêhtir bûye komedî.
Ez ranabim behsa naveroka senaryoyê nakim. Heger camêran sibe dusibe ew wekî kitêb weşand, kî bixwaze dikare bixîne jixwe. Lê ez ê hinekî jî behsa performansê bikim. Ji ber ku kesê bi rola derhêner radibe tenê di lîstika pêşî ya turneyê de karîbû cihê xwe bigire, kesê ku li şûna wî ew rol kir, hinekî dida kifşkirin ku ew nû li lîstikê zêde bûye. Hem şarezatiya di derhêneriyê de û hem jî şarezatiya di warê lîstikvaniya di nava Lîstikê de bi rehetî ev hîs bi temaşekerên bi tecrube re çêdikir. Lê kesekî din ku hîna nû li kadroyê zêde bûbû û ji ber ku lîstivanê esas vîze negirtibû ketibû şûna wî, rola Zinar – belkî nav şaş tê bîra min – dikir, gelekî serketî bû. Hem wekî Zinarê ku nan ji restoranta lê dixebitî ji lîstikvanên Dewrêş û Edûlê re dianî û hem jî wekî bavê Edûlê. Ev karakterekî sereke bû ji bo têgihîştina lîstikê, û serketîbûna wî jî ji ber wê heyatî bû.
Gazinên ji Lîstikê
Di performansê de mubalexe li hin cihan zêde zêde hebû. Diyar bû ku ew jî bi xurtkirina aliyê komedî yê lîstikê hatiye kirin. Lê Firat – di nava lîstikê de rola Dewrêş jî dike – û Gulê – di nava lîstikê de rola Edûlê jî dike – di meseleya mubalexeyê de carinan wê hisa êdî ev jî zêde zêde ye bi mirov re çêdikin. Li vir minaqeşeya profesyonelbûn û profesyonelnebûnê ya di nava Gulê (Rûgeş Kirici) de zehmetiyên hunermendên şanoya kurd nîşan dide û baş dike. Lê gava mirov li rola Gulê dinihêre, ev 15 sal in li bendê ye ku rola Edûlê bike; lê di provayan de metna xwe xweşik ji ber nekiriye, dengên ji bo şanoger ên ji bo strangotinê pê re nîn e – yên Rûgeş Kirici hene, lê yên rola wê nîn in – hingê mirov vê yan wekî nakokiyeke dijwar a di senaryoyê de dibîne, yan jî wekî profesyonelnebûneke mubalexekirî ya Gulê.
Ronîda ya kuafor
Aliyên komediyê yên ku bi karaktera Ronîda ya kuafor a ku li şûna birayê xwe yê elektrîkvan ve hatiye şandin da ku meseleya rohniyê hal bike jî ji aliyên serketî yên senaryo û lîstikê ne.
Lê belkî jî ew sehneya xwarina ku bi hev re dixwin, a ku wekî pisîkan dixwin, yek ji kêliyên herî xurt ên performansê ye ku di heman demê de aliyekî xurt ên komediyê ye jî. Çima wekî psîkan nan dixwin? Meraq nekin, hûn lê temaşe bikin, jixwe Teatra Jiyana Nû wê ta bi derziyê ve bike ji we re.
Organîsazyoneke baştir a turneyan lazim e
Bi her halî, bi kêf me li lîstikê temaşe kir. Lê diyar e ku li van deveran, meseleya organîzasyonê qels e. Naxwe çima lîstkeke holê baş tenê li sê cihan û tenê çar caran bê nîşan dan? Esas lîstikeke holê lazim bû xweşik carekê li tevahiya bajarên mezin ên Almanyayê bigeriya. Ji bo organîsazyonê hevkariya hunermend û komeleyên cihî yên deveran şert e û lazim e ku rêxistinên wekî TEV-ÇAND‘ê jî vê têkiliyê deynin. Bi vî rengî li gelek bajaran têkiliyên bi şanoyan û civaka kurd jî wê baş bibin.
Bila ne wekî şîretê be lê wekî niyazekê: Emanet kurdên li Ewropayê bi şano nehêlin. Min ji şanogeran re piştî lîstikê bi henekî gotibû, ez ê we bi şeniînim. Ev jî bila ehd be û li canê min ketibe, hûn me bê şano bihêlin, ez ê we bihetikînim û bişeniînim.
Yenî Ozgur Polîtîka


