logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Fîlozof Edgar Morin mir
  4. Mezinê Ewropayê diyar bû
  5. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

GOTINÊN BÊRIH

  • Dîrok: 22/06/2019
“Hay ji hinek bê-hişan heye ku helbest bi “îlhamê" wekî mirov dendikan çerez bike di hundirê du-sê deqeyan de tê nivîsîn; û bi piştre jî mirov radibe ser xwe û li kêfa xwe dinêre. Divê herkes pê zanibe ku bi îlham-mîlhaman tu ‘tişt'nayê çêkirin, helbesta ku bi dahka îlhamê hatiye nivîsîn, a herî qels û xerabe ye. Mîtolojiya îlhamê(henaseyê) a ku Xwedê devê xwe tîne ber guhê helbestkêr û rêzikên helbestê bi dizîka li ber guhê wî jê re dike kurtepist çîrokeke şaş û dereweke mezin e. Heger ne wiha bûya P. Valèryî ji helbestkêr re nedigot “endezyarê(muhendîsê) wêjeyê" û E.A.Poe'yî jî xebata helbestê ji rasthatiniyê bi wêdetir nedihesiband û ji bo helbestê nedigot, “Ew wekî xebateke matematîkê ku rist bi rist bi awayekî lojîk tê ava kirin" (1)
Li gor Rênas Jiyan helbest bi “xebat û çêkirinê” ava dibe. Yanê xebat tê wateya têr û tijîbûnê û çêkirin jî bingeha xwe ji vê têr û tijîbûnê werdigire. Yanê mejiyekî/e vala nikare çêker be. Zanîn û zanyarî ji helbestê lazim e. Feqet bêheyecan jî ev têr û tijîbûn nikare çêkereke bi çêj ava bike. Divê ruh vê çêkerê û xebatê bixemilîne, ango bi ruh bike. Zanîn, xebat û zanyarî biruh nebe, dê ew xebat û çêker ew ê rijî bimîne. Ji ber ku helbest ne felsefe ye, ji ber ku felsefe hişk e, helbest û wêje nermik in, felsefe piranî ramanî ye, helbest hest e û ramanî ye. Helbet divê di rihê helbestê de felsefe jî hebe, ne ku bi temamî redkirin be, lê helbest piranî zanyariyeke estetîkkiriye, melodîyeke çêkirî ya ku bi zanyariyê ve xemilî ye.
Helbest estetîk e. Huner e. Hest e. Esil mirov nikare helbestê tam kategorîze bike. Yanê em nikarin bibêjin helbest 2x2= 4 e, zimanê helbestê ne tenê matematîk e, gelek tişt e, loma em nikarin kategorîze bikin.
Helbestên Fewzî Bîlge ji du beşan pêk tê, beşa ewlî ji axaftinên bixwexweyî pêk tê ango hinekî dişibin monologan, devê axivan vedibe û nasekine, ziman gotinên xwe yên bêrihîn dirêsîne, gotinên me mirarî, mirî û sar in. Yanê peroşiyekê nade mirov, mîna mirovên ku tu xwîna wî bi şiranqê jê bikêşîne û paşe tu wî/ê axaftkirin bide. Gotinên me ji devê kesekî xwîn jê kişyayî tê rêsandin, gotinên kesekî sar e, mîna peykerane gotin û bêjeyên me, loma bê heyecan e, bê rîtmîk in, halbûkî gotinên bixwexwe yî çiqas ne di ahengekê de be jî ew qasî jî bi aheng in û xwedî rîtmîk in. Bêrîtîm bûn jî rîtîmek e. Gotinên bixwexwe aporetîk in, berê gotinan ne diyar in, ew ê çawa bireşin û li ku biqewime ne diyar in, feqet dîsa jî gotinên me têkîldarên hev in. Welhasil helbest muzîk e,  helbest wêne ye, helbest peroşiya ruhî ye, helbest têr ûtijîbûna zanyarî ya dil û hiş e. Helbest nota ye, helbest dengê têlên kemanê ye. Helbest dengê çîvîkên cihêreng in, helbest rengên cur bi cur in, helbest dengê têlên rih e. Helbest jineke nazenîn e. Feqet helbesta me di beşa ewilî de di rîtmîkek sar û di nîzameke dûzik de hatiye nivîsandin, ango mîna nîvîseke dûzik e. Di helbestê de heyecan tune be, welew di nivîsekê de heyecan tunebe ne tamê dide mirov ne jî baldariyê dikêşîne. Teqez divê di nivîsan de peroşî hebe. Helbest dengê niqutka avê ye, helbest dengê rîtma bayê ku li daristanan deng derdixîne, helbest xişîna dengê pelên daristana ne, helbest dengê pêlên behrê ye. Tiştên ku rih rehet dike, tiştên ku rih bihizûr dike, ne ku bêhizûr dike, helbet bêhizûrbûn jî bi serê xwe dibe ku helbest be. Feqet dema ku dibêjim helbest peroşiya rih, rîtmîka têlên rih, rîtmîka heyecana hundirîn a hiş û rih tê bîra min, yanê helbest têr û tijîbûna hiş û rih e. Aveke zelal e helbest, dengê dil û hiş e, aşê dil û hiş e, tûrikê dil û hiş e, tûrikê zanînê ye. Di tûrikê Fewzî bîlge de zanîn heye feqet rih kêm e. Gotinên me giş li ber mirinê ne, gotinên me li ber devê giyotînê ne, xwîna gotinên me jê kêşiyane û li ber mirinê ne. Helbest pelên darê ne, helbest ne kelem in, helbest kenên zarokekî ye, helbest lîstîka zarokekî ye, helbest peroşiya zarokekî ye. Helbest şoreş e. Feqet di helbestên Fewzî Bilge de helbest dapîr in, bapîr in û axeke sar e. Helbestên Fewzî Bîlge helbestên darbestê ye. Helbestên tirban e. Bêhna goristana ji helbestên Fewzî Bîlge tên. Helbet ev şêwaz jî tercîhek e. Yanê ev nayê vê wateyê ku helbest wisa nayê nivîsandin. Feqet dema ku dibêjin helbest romantîzm û melankolîzm tên bîra min, helbet li gor serdemê êdî wexta romantîzmê û melankolîzmê hilatiye ango qediya ye feqet ji bo kurdan hîna nehilatiye, ji ber ku di şoreşê de romantîzm heye, ji ber ku hîna kurd di şoreşê de ne, loma jî bo kurdan hîna nû romantîzm dest pêkiriye.
Halbûkî di serdema post-modern de êdî romantîzm filan û bêvan nemayî, di serdema post-modern de êdî ji hestan û zanyariyê wêdetir, kapîtalîzm bûye pêşeng, heyama makîneyê bûye pêşeng, ango heyama teknolojiyê êdî pêşengiyê dike hemû tiştên ku heyî hatiye hilweşandin û ji romantîzmê dûrdiketiye heyama nû, heyama nû hikumdariya mirovan ya ku li dijber xwazayê ye, loma em jê re dibêjin heyama post-modern. Di vê heyamê de, paşeroj dihilweşin paşeroj tune dibin, êdî hew pêşeroj heye, şikdarî û nediyarî heye hwd. Feqet ji bo me romantîzm nû ye, em hîna nû romantîzmê dijîn, em di nav romantîzmê de ne, her çiqas em xwe li modernîzmê rakêşîne jî em hîna ne di wê astê de ne. Bi her awayî em wisa ne, hem jiyana rojane û hem jî di nivîs û wêjê ye de, feqet hewldanên postmodern û modern jî hene. Her çiqas postmodern dijmodern be jî, talî ava cihoka wan di cêfînekê de dikomile. Yanê ew qasî ne dûrî hev in. Hem dûrî hev in, hem jî têkîldarên hev in. Hem xweser in, hem jî ne xweser in. 
Helbest, divê bi qasî wêneyên Kandînsky bi rîtmîk bin, bi aheng bin, razber bin. Wêneyên Kandînsky dijfîguratîf in, loma post-modern e. Dema ku mirov li wêneyên Kandînsky dinêrin mirov dibêje qey mirov li muzîkekê guhdar dike, mirov dibêje qey mirov li helbestekê guhdar dike, wêneyên Kandînsky Razber in, hunereke post-modern e. Rengên hemû tabloyên wî bi aheng in, xêzikên wî, dirûvên ku xêzandiye giş di ahengekê de ne, matematîk e, geometrî ye, geometriyeke analîtîk e, ango zanyarî ye, zanîn e. Hem huner e, hem jî zanîn e, hest e, heyecan e, divê helbest jî wisa bin. Loma wêneyên Kandînsky muzîkek modern e, helbestek e modern e, mîmarîyeke modern e, hilweşandina qaîdeyane, rûpelekî nû ye, di dîrokê de. Feqet di helbestên me de em rûpelên nû nabînin, helbet li gor rewşa civaka me rûpelên nû heye, feqet li hember dinyê rûpelekî nû tune ye, pêngav hene. Pêngavên me dengdayîneke mîna çirûskekê ye û heww! Ji bo dengdayînê xebateke hêja ya bi her awayî pêwîst e. Di helbestên me de hêvî û bêhêvîbûn di beşa ewil de cihek ji xwe ra wergirtiye, di vê beşê de nivîskar bixwexwe diaxive mînakek: “ez ê ji te re baranan bibarînim. Vekim kulîlkan. Çavên te wek yên min bibînin. Birikibin seraqet şoreşan. Wê kêliyê ez ê bêjim godot jî nehat, tu jî nehat.” (rp, 11) heke baranan bibarîne, heke kulîlka veke, wê çaxê em dikarin bêjin hêvî heye, bendawarî heye. Jixwe li bendemayîna Godot hem hêvî ye, hem jî bêhêvîbûn e. Esil di vê ristê de şoreşa hêviyê heye, feqet dîsa jî bêhêvîbûn di bin kirasê vê ristê de bi awayekî veşartî hatiye nixumandin.
Em li mînakek dinê binêrin: “kîjan şoreş bê reng e. Kîjan ne sor e. Dawiyê nebûye ala wan. Slav li hêviyên te yên hîn negihiştine miradan. Û li hemû qîzikên çavşîn ku awirên wan dişibin pêlëm bejran.” (rp, 12) di vê ristê de kirasê şoreşê û hêviyê hatiye fesilandin. Helbesta bindestan hatiye rêsandin. Em dibînin ku di risteyan de hem şoreş heye, hem jî hêvî, jixwe bê şoreş û bê ked hêvî ava nabe. Taliya talî di beşa ewil de ango di beşa bixwexwe axivînî de; hêvî, şoreş, rengê sor, aso, ezman, tarîtî û tenêtî bingeha kevirên bena beşa ewil ava kirine. Îcar ka em li van kevirên xwe yeko yeko bimeyzînin.
Hêvî: Li gor Cioren: “Hêvî koletî ye." Li gor Nietzsche “Hêvî dirêjkirina îşkenceyê" yanê talî her du ramanger bi awayekî neyînî li hêviyê dimeyzînin, feqet di helbestê Fewzî Bîlge de hêvî hem koletî ye, hem jî bendewarî ye ango di helbestan de bi qasî ku hêvî heye, ew qasî jî destê xwe ji hêviyê şûştin jî heye. Ji navê pirtûkê jî diyar e ku hêvî û bê hêvîbûn hatiye destnîşan kirin. “Gotinên Li Ber Devê Giyotînê" gotinên bêrih in. Gotinên ên dawiyê ne. Belkî gotinên ên dawiyê, gotinên azadiyê bin, gotinên hêviyê be...  Gotinên dawiyê ên bê-hêvîyê ne. Hêvî bendewarî ye. Ger hîçbûnek ava bibe belkî a wê çaxê hêvî bêwate bimîne, an na ne gengaz e ku mirov bêhêvî bijî. 
Şoreş, bingeha hêviyê ye, bêçalakî hêvî naafire, çalakiya hiş, êqil û laş tune be hêvî jî ava nabe. Loma şoreş herdem hêvî ye, hêvî jî herdem şoreş e. Ji ber ku bi awayekî diyalektîk pevgirêdayîne.
Rengê sor, di beşa ewil de dewsa xwînê de hatiye bikaranîn ji ber ku cihê şoreş hebe, helbet dê xwîn jî hebe. Kîjan şoreş bêxwîn boriyaye. Rengê sor di xwezaya xwe de jî têkoşînê dihewîne. Rengekî têkoşer e. Heman demê de di nav civakê de wekî rengê erotîzmê jî tê pênasekirin. Di nav kurdan de jî rengê sor cihekî taybet werdigire.
Ezman û aso, berfirehiya ramanê derdixîne holê, nêrîneke navnetewî dihebîne, nerîneke gelemperî ye. Heman demê xewn û xeyalên berfireh di xwe de xwedî dike.
Tenêtî û tarîtî, piranî melankolîzmê, romantîzmê di xwe de xwedî dike. Feqet tenêtî heman demê de xurbûneke. Ji ber ku Arîsto digot: “Ên ku tenê karibe bijîn divê ya Xweda be ya jî gerek heywan be" loma jî tenêtî dijwar e.
Ji beşa duyem risteyek:
Ji helbesta “derba yekemîn"
“dema postmodern jî tê de tu car
Wî bayê sor lêketî-ket
Kêliyek berê di guhê min de got:
“navê te ne di lîsteya schîller de ye" û boriya “
Lîsteya Schîller fîlmekî li ser trajediya cihûyan ango li ser qirkirina cihûyan hatiye kêşandin. Fewzî Bîlge di vê risteya xwe de xwestiye rewşa bindestan berawirdî bike. Ango xwestiye rewşa kurdan û cihûyan berawirdî hev bike. Loma helbestên Fewzî Bîlge helbestên bindestiyê ne. Derûniya bindestiyê ye. 
Ji ber ku Spanya bindestê Francoyî bû Lorca derket, ji ber ku Şîlî bindestê Pînochetyî bû Nerûda derket, ji ber ku demekê Fransa bindestê Hîtlerî bû Renè Chare derket, ji ber ku Rusya bindestê Stalînî bû Mayakowsky derket. Yeats ji ber ku ji Îrladanyê bû, Yeats e; gava ku Yewnanistan neêşandina Rîtsos nediza. Çima M. Derwîş Filîstînî ye lê ne Îsraîlî ye. Beyrûd ji guleyan qulqulikî nebûya Kanbbanî wê ji kîjan qullikê biwelidiya?
Bindestiya welatekî çiqasî mezin be, helbesta wî welatî jî ew qasî mezin e. Lê divê em bi rewşa Baudelaireê fransî, Rîlkeyê almanî an jî Browningê îngilistanî ya serdest nexapin, erê ew di civakên serdest de jiyabûn, lê di hundirê civakên serdest de ew xwedî dinyayên bindest bûn, ji lew re ew jî hene û bi qasî helbestkarên bindest serketî ne.(2) Yanê li gor Rênas jiyan helbestvanên bindest helbestvanên herî serketî ne, ji ber ku welatên kurdan bindest e loma helbesta wê jî bindest e. Yanê ji ber derûniya bindestiyê nivîskariyeke xurt derdixîne holê, helbest rastiya vî tiştî heye feqet dema ku kesên ne jîr û jêhatî û kedkar be nikarin nivîskariyeke baş û hêja û kêrhatî biwelidîne, bi tenê bindestiyê û serdestiyê helbestên baş û xurt nawelidin, divê hevîrtirşkê nivîskêr di rihî wî de hebe, paşê jî hevîrekî di wexta xwe de hilatî û tenûreke agirê wê di cih de ango tenûreke agirê wêne har hebe wê çaxê nanên baş û kemilî ew ê derê ji tenûrê. Gelek nivîskarên bindest hene neafîrîner in, gelek nivîskarên serdest hene ne afirîner in. Feqet ên afîrîner jî hene. Ango divê bizirê hunerê bi te re hebe, an na nivîskariyeke baş nawelide. Bê bizirê baş ne rezekî baş û ne xerzikekî baş dizê feqet divê tu vî bizirî têr bike. Yanê ji nivîskariyeke baş divê ewil bizirekî baş û başê xebat û çêkerek baş pêwist e. Bizir çi ye? Bizir çavkanî ye. Bizir dewsa genetîkê werdigire. Taliya talî Fewzî Bîlge jî helbestvan û wênesazekî bindest e, pênûs û firçeya wî jî bindestiyê diteyîsîne, neynika helbesta bindest li dar xistiye, wekî gelek nivîskarên bindest....

1, 2)  Ji Şevê Re, Rênas Jiyan, rp-96, 123, Belkî, Cerribîn-Rexne

Hin Nivîsen Nivîskar

Di romana ‘Xaniyên Şîn’ de karakterên têkçûyî

  • 09 Sermawez 2019

Di romana Tahir Taninha de du malbatên ku ji gundên xwe hatine koçkirin bûye mijra romanê, du malbatên têkçûyî ne. Malbata yekemîn malbata Cembelî û...

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • 12 Tebax 2023

“Ji dinyê bêtir “xwe” têk bibin.”DescartesLi gor J.P.Sartre; heyînparêzî di mirov de lê tenê di mirov de, berî kakil tê, yanê ev tê...

GELO NIFŞÊN NÛ JI BANDORÊ DITIRSIN?

  • 23 Tebax 2022

Helbet wêrekî û cesaret baş e, lê wêrekiyek û cesareteke têrtijî, zanistî xwedîbîr û lingrûniştî dê baştirbûya...Dilê bi...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Rêveberiya Xweser xwest deriyê Til Koçer ji bo her demê bê vekirin

ad

Giyanên dagirbûyî çawa ji dagirbûnê rizgar dibin?

ad

Konseya Çapemeniyê çû serdana rojnamegerên girtî

ad

'Sînemaya Serbixwe' bi awayê elektronîkî hat

ad

'Official Secrets', 'Judy', 'IP Man' û yên din

ad

Agahiya dawî: Li 3 eniyên Kobanê şer dijwar bû, tangek hate rûxandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026
news

Mezinê Ewropayê diyar bû

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname