logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Dîrok: 12/08/2023
“Ji dinyê bêtir “xwe” têk bibin.”
Descartes
Li gor J.P.Sartre; heyînparêzî di mirov de lê tenê di mirov de, berî kakil tê, yanê ev tê vê wateyê ku mirov berê heye; paşê geh wiha dibe û geh wekî din dibe. Çimkî mirov kakilê xwe, ew bixwe çêdike. Çawa? Wiha: Tên dinê, ango diavêjin dinê, li wir êşê dikêşin, têdikoşin, şer dikin û hêdî hêdî xwe diyar dikin, xwe-bûna xwe, kakilê xwe ava dikin. Lê ev xwediyarkirin tu carî nayê girtin...
Heyînparezî çi ye? Heta îro gelek bersivên cihêreng hatine dayîn. 
Mînak; Li gor Weil heyînparêzî, tengezarî ye, 
li gor Mounier bêhêvîbûn e, 
gor Hamelîn diltengî ye, 
gor Banfî reşbînî ye, 
gor Wahl serîhildan e, 
gor Marcel azadî ye, 
gor Lukacs îdealîzm e, 
gor Benda dijaqilî ye 
û li gor Foulquê jî tewşbûn e. 
Em dibînin ku felsefeya heyîn, hebûn û heyînparêziyê li gor her ramangerî cihê ye. Heke em li gor neteweyan bifikirin a ku li gorî kurdan û kurdan temsîl dike bi ya min fikra Marcel û Wahl e. Çimkî yek azadiyê yê din serîhildanê wekî maka hebûn, heyîn û heyînparêziyê dibîne. Loma li gor nêrîn û feresta ya niha kurd têde dijîn temsîl dike ev e. Helbet li gor herkesî heyîn û hebûn tiştek e. Mînak li gor psîkoanalîzmê meriv hebûn û heyînê wekî takekesî dikare lê binêre, li gor wêjeyê meriv dikare bi awayekî gera lixwegerînê-xwebûnê, melankolîzmê û gera li dû şopa xwe û hebûna xwe bi nav bike, helbet li gor her wêjevan û wêjehezî kakilê hebûnê cihê ye. Li gor felsefeyê em dikarin bibêjin hebûn di navbera pira ramana bireser û kirdeyê de aliqî mayiye. Yanê diyalektîka di navbera herduyan de maye. Mînak dema Descartes dibêje: “Difikirim û wê çaxê ez heme" yanê dibêje hebûn li ser fikrê avabûye? Heke li ser fikrê avabûbe divê alavek îmgeyek hebe bo ku raman kamil bibe an jî heyî bibe? Ma ku bo fikir hebe, divê bireserek an jî tiştek hebe ku fıkra ramanê derê holê ji tunebûnê raman der tên holê gelo? Belkî ew jî gengaz be, lê belê wekî em dizanin di felsefeyê de pirsgirêka kirdeyê û bireserê her daîm hebû niha jî didome, kesên bawermend û xwedênenas niha jî li ser rûyê erdê hene û nîqaşa wan a li ser vê mijarê hîn jî didome...
Du cureyên dibistanên heyînê hene, yek jê heyînên xiristiyanî ye, kesên wekî Karl Jaspers û Gabriel Marcel in, yên duyem jî heyînên xwedênenas in, xwedênenasek jêk yek jî Heidegger e. Fikra herdu dibistanan a hevpar dibêjin, “Hebûn berî kakil tê” Yanê em dikarin wekî kirdebûnî tevbigerin û binêrin. Bi kurtasî li gor vê fikrê jî em têdigihîjin berê mirov çêdibe û paşê mirov şikil dide xwe, rengekî li xwe bar dike, kakilê xwe direngîne da ku xwedî kakilek be.
Di sedsalên 18’an de fıkra Xwedê ji holê radibe, helbet em nabêjin encama “Kakil berî hebûnê tê”. Çimkî ev fikir hema hema li her ciyî di Voltaire û Kant de jî em dibînin. Li gor wan di kesayet de “xwezaya însên” heye. Kakila însên, berî dîrokbûna heyînê ya ku em li xwezayê lê rû bi rû tên heye. Heyînparêzên xwedênenas dibêjin ger Xwedê tune be, tew tune be “heyînparêz berî kakil tê” yanê hebûnek heye. Ev hebûn li gor tu têgehan nedihat nasînkirin û diyarkirin. Ew hebûn însan e. Bi gotina Heidegger “Rastiya Însên e.”
Yanî berê însan tê dinyê, çêdibin, heyîn dibin, hebûna wan der tên holê paşê tên nasîn û dîyarkirin û herî dawiyê jî kakilên xwe derdixin holê...
Yanê li gor vê ramanê em têdigihîjin kakilên mirov paşê kamil dibe, ewil mirov heyî dibin paşê kakil û cewherên xwe derdixin holê...
Li gor heyînparêzan însan nayên nasînkirin û diyarkirin. Ne tu tişt in wê çaxê. Encax wextekê şûnde dibin tiştek û xwe çawa bisêwirîne wê wiha bibin. Însan ne tenê wekî fêm dike, wekî dixwaze çi be ew e. Piştî însan heyî dibe şûnde xwe çawa têdigihîje wiha dibînin. Ew tevgera ewil a hêyîbûnê ye, paşê jî dixwaze çi be dibe ew. Yanê xwe çawa bike ew e, prensîba heyînê a sereke ev e. Hinek ji vê prensîbê re dibêjin, “kirdebûnî."
Welhasil kakilê hebûnê li gor herkesî xwedî rengek e, bi ya min mirov bo ku bifikire divê îmgeyek, bireserek an jî tiştek hebe da ku fıkra ramanê derkeve pêş, di dema mirovên şikeftan de bi saya vehesînên xwe û organên din fıkra ramanê pêş ve çûye. 
Mînak dema mirov bi çav siya xwe ketiye bi xwe hesiyaye, bi saya siya xwe bîra yên dîtir bûye heyîbûn dest pêkiriye, fikir destpêkiriye, bi saya çavên xwe heywan û deredora xwe naskirine kişif kirine, talûke fêmkirine, bo debara xwe bikin çav û piyê xwe bikaranîne, li wêneyê şikeftan nêrîne û wate dayîne, bi saya du keviran agir kişif kirine ji dar û keviran ewlehî û xweparastin avakirine, piştî gelek tiştên wekî wiha şûnde xwe heyîkirine û raman pêşve xistine û mirovan êdî ji xwe re xwendayên cihê avakirine, heta ku em hatine dema yekxwedayî, çimkî berê pirxwedayî serdest bû, bi ya min ramana pirxwedayî û yekxwedayî bingeha wê li ser têgeha tirsê avabûye. Loma di bingeha pirxwedayan û yekxwedayî de zehîfbûna mirov derdixîne holê. 
Welhasil, hebûn tiştekî wiha ye ku meriv kakilê wê tam nikare li ser asasekî rûniştkirin bide, li gor her kesî cihê ye, yanê li gor materyalîstan tiştek e, li gor metafîzçiyan tiştek e. Helbet ev nêrîneke felsefîk û ontolojîk e. Lê li gor civakên bindest kakila hebûnê helbet tiştekî din e. Li gor wan bi ya min berê berê azadî ye. Çand e. Ziman e. Helbet kesên çanda xwe winda bike, gengaz e em behsa windakirina wan kesan jî bikin. Çimkî çand her tişt e. Tiştên ku bi mirov re eleqedar giş di hundirê çandê de veşartîne. Miletên çanda xwe winda bike hebûn û heyîna xwe jî winda dike. Dibe ku ew milet wekî bireser hebe û kirde hebin, lê hebûneke bêrih û bêwate ye. Hebûneke dejenerekirî ye. Çimkî mejiyên hatibe şûştin çanda wan jî dê hatibe şûştin.  Dema dibêjim çand ez behsa zimên, raman, îdeolojiyê, orf û adêten wan, xwedayên wan, wêjeya wan, felsefe, muzîk û folklora wan dikim, ol û baweriyên wan û hwd gişan dikim. Helbet ez behsa paşverûyan nakim. Kakilê hebûnê çand e. Ziman jî di hundirê çandê de kakilê ewil e û ya herî girîng e. Ziman raman e, ziman hebûn e. Xwebûn e. Ziman her tişt e. 

Sûdwergirtin:
Varoluşculuk, J. P.Sartre,  weşan, Say

Hin Nivîsen Nivîskar

Televîzyoneke bêeyar û bêhizûr

  • 17 Rezber 2020

Li gor Jean Baudrillardî em giş saqoyê Makyevelî li bejna xwe difesilînin. Baudrillardî dibêje ev bextê poetîkayê ye, an veşarî an jî eşkere em giş ango...

ÇÎROKÊN AREZÛYÎN

  • 31 Tîrmeh 2020

“Em ji rastgoyîyan, tazîbûnê û lixwemikurhatinê ditirsin, em her tiştên xwe an jî hin tiştên xwe bi dizî dikin, loma tiştên dizî û...

Di psîkoanalîzmê de xwe-bûn û îd

  • 24 Adar 2023

“Li gor Freûd, dabeşeke ezitî-xwebûnê ne teqez be jî divê hinekî derhişîn e, heta dibêje piraniya wê derhişî ye, yanî ne wekî...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Va ne fîlmên Festîvala Gûzeka Zêrîn

ad

"Barzanî li cem serokên Ewropî dibêje 'PYD belaye, piştgirî nedinê'"

ad

Fransayê rengê ala xwe guhart

ad

Roja Jinên Kedkar pîroz be

ad

Oscarên Fransayê ‘Cesar’ hatin belavkirin

ad

Gel daket kuçeyan, bi paş ve gav hat avêtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname