Diyarname
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li Deriyê Til Koçer daxuyanî da û ji hikumeta Iraqê xwest ku derî bê vekirin.
Li gor nûçeya ANHA'yê daxuyanî li deriyê Til Koçer ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Desteya Kar û Barên Civakî Beha Elî ve hat xwendin.
Beha Elî, ji ber alîkarîdayîna mexdûrên erdhejê spasiya xelê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê kir.
Elî da zanîn ku 25 kamyonên alîkariyan di deriyê Til Koçerê re ketine herêmê û hîna 4 kamyonên din ji bo derbasbûnê li benda erêkirina hikumeta Iraqê ne.
Beha Elî wisa got, "Deriyê Til Koçer ê li ser sînorên Sûriye-Iraqê ji destpêka 2020'an ve bi Vetoya Çîn û Rusyayê di Konseya Ewlehiyê ya NY'yê de hat girtin, tenê ji bo derbaskirina vê karwanê alîkariyan hat vekirin û dîsa hat girtin. Tevî ku gelek kamp li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikin, lê derbaskirina alîkariyan di deriyê Til Koçer re tê qedexekirin. Em bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku ji bo vekirina deriyê Til Koçer û derbaskirina alîkariyan, bixebitin."


