logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Mezinê Ewropayê diyar bû
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

GELO NIFŞÊN NÛ JI BANDORÊ DITIRSIN?

  • Dîrok: 23/08/2022

Helbet wêrekî û cesaret baş e, lê wêrekiyek û cesareteke têrtijî, zanistî xwedîbîr û lingrûniştî dê baştirbûya...

Dilê bi pirç fêda wê ji tu kesî re tune ye. Tenê serê xwediyê xwe dixwe. Wekî lawekî Daimonîk Nietzsche dibêje; çavkaniya hunera kesê-n ku li pê armancên egoist in dê ne tu huner be, beravajî dijminê hunerê ye. Nietzsche dibêje, encax kesê-n dev ji daxwaziyên (xwestekên) xwe yên şexsî berdin ew ê bikaribin bibin kirdeya rastîn. Kesên ku karibin xwe ji vê rewşê rizgar bikin, a wê çaxê hunermend in. Yanê Nietzsche dibêje kesên li pê şopa berjewendiyên xwe bin, kesên bi egoîst tev bilivin, li pê populîzmê bikevin, perdeya heqîqet û rastiyê ji ber çavên xwe bidin alî û li pê populerîteya rojane kevin, xwe ji xwe dûr bixînin, tu carî nikare bibe kirdeya rastîn (Kirdeya xwe-bûn) loma jî dê kirdeyeke naylon û hunereke naylon li holê bimîne. Nivîskarên nû divê dev ji şeytanbûnê (Ethos-Daimonîkê) berdin, haa nêta wan ne berdan be, divê wê çaxê bi cidiyet tevbigerin, çimkî civaka wêjeyê wê we bişopîne, ew ê li berhemên we binêrin, paşê ew ê we di moxila hişên xwe re derbas bikin. Loma bîr girîng in. Loma ya hûnê bîra xwe tijî bikin an jî xwendevanê we di bîrê de bifetisînin. Loma jî we rîskek stendiye û berdêla her rîskê jî heye. Heke hûn bîra xwe bi hunerî û bedew û bi bingeh dagirin a wê çaxê hunê bibin kirdeya rastîn û hunera rastîn. Beravajî wê an na dê hunê bibin huner û hunermendên naylonî... çimkî hûn xwediyê îdîayekê ne....

Di wêjeyê û bizavan de rastiyek gelemperî heye, ji bo ku mirov yên berî xwe têk bibe an jî serî li ên berî xwe rakin welew îdîayeke meriv hebe li dijber ên berî xwe divê mirov bi berhemên xwe, xwe derxîne pêş, ne bi peyvan, gotinan, galegalan û hevpeyvînan. Mînak bizava Dadayê bingeha Surreaîzlmê ava kiriye, yanê Surealîzm berdewama bizava Dadayê ye. Surrealîzm bo ku xwe ava bike, rêveberên wê serî li Freûdî didin da ku bizaveke baş û bi bingeh derên holê, xwestin bizava wan lingrûniştî be, da ku di nava civakê de hem bi awayê teorîk û bi awayê wêneyî bêyî qebûlkirin, pişta xwe bide teoriyekê, çimkî em tiştekî ava dikin, em teoriyekê-bizavekê diavêjin holê... loma serîrakirin an jî dijberbûn bi tenê peyvan nabe, zanist û xwendeyên jêhatî dê berê berê li emelê meriv binêrin, paşê jî dê li gotin û hevpeyvînên meriv binêrin. Helbet her kes divê fikr û ramanên xwe azad bêje û bijî, lê divê fikr û ramanên meriv li gor emelê meriv be, divê meriv fikr û ramamnên xwe di seradê û di moxilê re derbas bike, tiştên bêyî analîzkirî û bi ramanên lingnerûniştî meriv a heyî nikare birûxîne. Bo rûxandina a heyî divê mirov tiştekî nû derîne holê, tişta nû divê xwe qebûlkirin bide an jî divê bê qebûlkirin, haa heger neyê qebûlkirin wê çaxê nikare a berî xwe jî têk bibe, dibe ku hîn kalik be, haaa dibe ku a berî wî bûbe qanon û tabû jî, talî qanon û tabû jî bi demê re têk diçin û têne şikandin. Çimkî dema em li bizavên hunerê dinêrin yan a berî xwe ango a heyî têk birine, yan jî berdewama a berî xwe ne, loma heke îdîayek meriv hebe dibê xwedî stûn be, em dizanin bêyî stûn avahî ava nabe. Rûxandin helbet derî li ber nûbûnê vedike, lê rûxandineke bi çi awayî, rûxandineke bi analîzkirî an jî rûxandineke hema bila birûxe çawa dirûxe bila birûxe, wiha helbet nabe, wê çaxê hûn bîrekê, dîrokekê, wêjeyekê binpê dikin ma wiha dibe? Meriv li ser lemên xelkê rûnin bieciqînin, divê ne hêsan be meriv keda ku hatiye danîn, şûtil û lemên hatinen danîn bieciqînin. Divê meriv bifikire, gerek wisa ne hêsan be. Gerek lingên meriv pê li erdê bike û meriv bi emelê xwe tiştan birûxîne û tiştekî nû ava bike. Wekî din boş e. Dibe ku meriv xelatekê bistîne helbet xelat girîng e, kêm jî nabînim lê ne bes e, xelat carinan heyecan û hestên nifşên nû ji rê derdixîne. Çimkî bi hestwarî û bi peroşîn tevgerîn carinan dibe sedemên neyînî loma meriv carinan bêserî û bêling bi rê ve dike, hest û heycanên wiha meriv dike kamyoneke bê firên, kamyona bê firên jî encamên wê eşkere ne. Ew nivîskarên ku têne behskirin piranya wan min xwendine, ez fikra xwe bêalî bibêjim nayê niviyê helbesteke Rênas Jiyan, bila kes serê xwe neêşîne û wekî heqaretê jî nebînin, helbet min hîn a Bahadîn Akhan nexwendiye, bo a wî camêrî nikarim bibêjim tiştek... Ji ber ku min yên Rênas Jiyan jî xwendine û min yên wan camêran jî xwendine. Di Rênas Jiyan de bîr heye, dîrok heye, psîkoanalîzm heye, felsefe heye, civaknasî heye, dîroka bindestiyê heye, şoreş û serhildana miletekî heye, huner têde heye, monolog û hestên takesî tê de hene. Di helbestan hûn çi bixwazin tê de heye, hema wiha nehatine nivîsandin, hema tenê bi aşê hestan nehatine nivîsandin. Janya ekolek e, janya bizavek e, janya qanonek e, haa îdîa we hebe, divê hûn berê vê qanonê bişkînin, divê hûn berê vê bizavê têk bibin, ha hûn nikarin têk bibin wekî nifsên nû bibin berdewama wê, helbestê û nûjentir û berhemtir bikin. 

Ha bêjim helbestvanên wekî Gulîzer, Eyşana Beravî, M. Zahir Kayan, Rênas Jiyan di helbesta kurdî de xwedî rolên girîng in û ba min helbestên wan taybet in. Dikarim bêjim helbestên kurdî de yên herî baş dirêsînin ew in. ( Helbet yên ku min xwendine bo wan dibêjim, yên min nexwendine nikarim bêjim tiştek) Loma, ew helbestvanên hûn behs dikin divê berê berê di astekê re derbas bibin, tu kes bi carekê re nabe xwedî otorîte. Di dika derencekan de heta meriv dika ewil derbas neke meriv nikare hilkişe dika sêyemîn û çaremîn.... welhasil her kes bila fikrên xwe bibêje, bila nerînên xwe de azad bin, bila qanon û bizavan jî bihejînin, lê ne bi gotin û hevpeyvînan, bila rûbirûkirina berheman, berawirdîkirina berheman, analîz û rexneyên berh man bi şêwazeke danberhuvdukirî îdîayên xwe bajo, ne bi vê şêwazê û bi vî rengî,  bila bi berhemên xwe a heyî bihejîne û bişkênînin bi vî awayî xwe derin pêş, wekî din xwe derxistana rojevê hewante ye, kes ne ehmeq e û her kes çavliserî ne, tu kes ne gêj e.. Bo xwe bibêjim ez li berheman dinêrim, li deva û zimanan nanêrim... Dikarim bibêjim çawa ku karakterê Kafka Greogor Samsa tu carî di wêjeyê de nayê jibîrkirin, çawa ku Oblomov nayê jibîrkirin, çawa ku Rastlanîkov nayê jibîrkirin, Janya jî di wêjeya kurdî de wê wekî kerektereke wêjeyê dê tu carî nayê jibîrkirin. Hûn dikarin oblomov, rastlanikov, Gregor jibirbikin, naaa! Janya jî ne bawerim bê jibîrkirin, şikandina a heyî pir dijwar e, bo bişkê divê di dewsa wê de ji wê xurtir bê avakirin. Lê ne peyv, peyv rehet tê avakirin, berhemên giranbuha dijwar têne avakirin. Loma berhemên giranbuha têkçûn û şikandina wan dijwar in....

Wekî nivîskarekî û xwendevanekî ez ê nifşên nû bişopînim, ka hela bê bi rastî berhemên wan û ew bi qasî gotinên xwe hene an na?

Sûdwergirtin:

Harold Bloom, Etkilenme Endişesi, metis

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Romana honaka zanistî

  • 05 Sibat 2022

Gelo bo nivîskaran di romaneke de mecbûriyeta vehunandina du çandan heye an na? An jî nivîskar  mecbûr e di romana xwe de tenê çanda xwe bihone welew nivîskar...

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • 25 Gulan 2026

Berî çend rojan min filmê “Dangal” temaşe kir. Bi kurtasî film behsa serîrakirina li hember civakê û zayendiyê dike. Di film me de hemû qebûl û zagonên civakê û nêrîna li hember zayendiyê têk diçe. Helbet...

Arezûya bav û desthilatdarî

  • 24 Gulan 2024

Di civaka kurdan û bindestan de, bav tim li ber çavan hût e, xurt û desthilatdar e. Desthilatdariya bavan a di hundir malbatan de, derûniyên cihêreng yên têkçûyînê bi xwe re çêdike. Atmosfera derûniya...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Li Wanê lîsteya rêveberên girtî

ad

Muharrem Erbey ji girtîgehê nivîsî

ad

Gora serhildêrên me yên pakrewan ku der e?

ad

Demîrtaş: Dê azadî bi ser bikeve

ad

Şaredarê nû yê Panosê diyar bû

ad

30 roj ceza dan Serokê Kuluba Diyarbekirsporê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Mezinê Ewropayê diyar bû

  • 30 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname