logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Sê deng û sê heyam

  • Dîrok: 21/02/2020
Di helbestên Selîm Temo de sê dengên cuda dikuxe û sê tevgerên cuda tevdilive: Sergovendiya zarokatiyê, dînbûna ciwantiyê û bêdengiya pîrtiyê ye. Dengê zarokatiyê (Dengê xwerûbûnê), dengê ciwaniyê (kamilbûnê) û dengê pîrbûnê (Dengê bîranînan û kuxika hişk a mirinê). Her dengek taybetbûneke wê, her heyamek bîranînek wê heye. Hemû deng ketine ser hev du û di pîrtiyê de teqiyaye û mîna kaxizekê dengên hundirîn û monologên hundirîn çiriyane. Dengên hundirîn ji sê heyaman û ji sê cureyên dengan welidî ne. Çirîn û qêrîna her sê serdeman û kombînasyon û parametreyên wan di dengê pîrtiyê de niqrîsk vedane û veoliyaye. Dengê strana her heyamê, straneke xweser afirandiye. Dengê her kuxikê, ji hev cuda derketiye. Her heyam şibiyaye pîramîda Freûdî a ku bi têgehên hiş, binhiş û derhişî  pênase dike welew a ku bi ego, superego û îdê pênase dike. Her heyam van her sê têgihan di xwe de vedihewîne. 
Di zarokatiyê de, di ciwantiyê de û di extiyariyê de ev têgih hene. Loma di helbestên Selîm Temo de gotin û hevokên estetîk û ên afirînerî xwe di çavên me de dixemilîne.
Helbestên "Sê Deng" ji rihekî afirînerî welidiye, ji rihekî rastgoyî û lixwemikurhatinê xuliqiye. Di helbestan de têkoşeriya hebûneke gelemperî, hebûneke niqrîskên zarokatiyê, niqrîskên serîrakirinên dijber xizaniyê, bêrîkirinên zarokatiyê û dijderketina bextê xwe yê xizaniyê di rist û helbestên xwe de mîna alekê dipêlîne. 
Selîm Temo hem li dijber xizaniyê serî hildaye, hem jî tewandiye di helbestên xwe de, hem dijber bextê xwe derketiye, hem jî bextê xwe car carinan pejirandiye, feqet ev bext ne tenê bextê nivîskêr e, di heman demê de bextê welatê wî û gelê wî ye, di şexsiyeta helbestên xwe de û di bextê xwe de bextê gelê xwe teyisandiye, ango bextê gel û welatê wî heman demê de bûye bextê helbestvan bi xwe jî, bextê xwe û welatê xwe ji xwe re kiriye xemek. Halbûkî Nietszche dibêje “Ji bextê xwe hez bikin” welhasil ev bext di zarokatiyê de xwe daye der, paşê di ciwaniyê û dûre heta pîrbûnê ji stûyê wî veneqetiyaye. Loma jî barekî li ser mil e. Belê di helbestan de zarokatî û xizanî serdestî kiriye, feqet bêtirîn serdema zarokatiyê serdestî kiriye. Mijara helbestê û ava kaniya ristekên helbestê zarokatî ye. Zarokatî di helbestê de bûye çavkaniya her tiştî, zarokatî zerdika hêkê ye. Zarokatî qinê helbestê ye. Qalikê qinê jî pîrbûn e. Di hundirê vê zarokatiyê de, êşa welêt, êş û bîranînên zarokatiyê, êşa xizaniyê, serîrakirinên li dijber civakê, xwînşêrîniya (sempatiya) li hember têkoşeriyê, sempatiya eşqê û hwd di xwe de vedihewîne. Wêjeya Selîm Temo bingeha xwe ji zarokatiyê, tenêtiyê, bîranîn û serpêhatiyan wergirtiye. Em hin mînakan ji helbestên bidin:
“tu bi tenê, tu bi tenê, tu bi tenê yî, di nav nivînên sar de bi tenê, sûretê zarokekî di avê de sar bû, zarokatî, ew welatê xemgîn û nas, dê xarê xwe veşêre, kî çi bigota, şekirê qulqulî, ezê milên çop ên zarokatiyê bînim, naxwe zarokatî diçe ber perê asîmana”, zarokê do ye dîrok, zarokek e xizanî, te got çi, xizanî zarokek e, zarokên xizan li deriyan dinêrin, zarokek e xizanî, xizanî çandek e, ji bo zarok ji Xwedê bitirsin, derewên xaltiyan, sûlav çi xweş bû, çi xweş bû zarokatî digel biraxoyan, zikbirçî, jar, qesra zarokatiyê hilweşiya û min çavên xwe da kurekî, di nav milên min de valahiyeke bêdeng, gava winda bû morîkên çîrokan yek bi yek li zarokekî serkundir diterpilîn, di korta rûyê min de diçûrise xizanî, zarokatî li bêndera rût, germilkên min bi zarokan ve tijî, êvar bû, belê, ber bi nîvro ve diçû zarokek.ez bûm ew.li wir diriziya deriyê hebûnê, bi tenêtiya sî salî.bi zarokatiya bê bin û bê serî., zarokan dikuştin ji bo betaliyê!, ez Selîm Temo nîn bûm, tenê Selîm bûm: lawikê keser û xwenerojkan! min da hev rûyê xizaniyê. Wek xelatekî ku ji bav kalan bimîne wa Batman keleha zarokatiya min, ê ne ez zarok bûm, tehlî, xizanî her.li welatê xwe bê welat, li warê xwe bêwayir, zarokên neseqirî, xizaniya ku lomeyan dilopand, zarok mezin dibin û dibêjin dem dibuhire, ew gotinên bi zarokatiyê re firiyan, min malaşt ji hewşa zarokatiyê heviyên xwe ku derbas bim wekî hespekî ji nav salan” hwd, 
Em dibînin ku zarokatî û bîranîn, xizanî û welat û tenêbûn çawa serdestî û dagirkirî li helbestan kiriye. Piranî jî zarokatiya nivîskar bi xwe dagirkirî li qelema wî kiriye. Wêjeya ku kakilê xwe ji zarokatiyê werbigire wêjeyeke lixwemikurhatinê ye, wêjeya li xwemikurhatinê wêjeyeke ehleqî û estetîk e, heman demê wêjeyeke serketî ye. Çimkî dinya xeyalan û rastiyan giş di zarokatiyê de veşartiye. Zarkatî bingeha her tiştî ye. Loma jî wêjeya esil zarokatî û embriyo ye. Wêje pêvajoya embriyoyê ye. Têkoşerî, bîranîn, bêrîkirin, hebûn û tunebûna serîrakirinên bi niqrîs giş di zarokatiyê de veşartiye. Selîm temo hemû zarokatî û heyamên xwe yê din li ber çavên me raxistiye. 
Di helbestan de sê heyam heye, dibe ku sê deng ji vê sê heyamê hatibe wergirtin gelo? Yanê, zarokatî, ciwantî û pîrbûn, belê sê deng, sê heyam, dengê zarokatiyê yê xeyalî, xwerûbûnê û yê rastiyê û heqîqetê, dengê ciwaniyê yê xeyalan û rastîyê û guherînê, dengê pîrbûnê yê bêhna mirinê jê tê û dengê bîranîn, raborî, tirsê û rastiyan... sê heyam û sê dengên xeyalan û rasteqîniyê di nav hev de hatine strandin. Sê dengên ku olana dengê hundirîn e, qêrîna sê heyama ye, niqrîskên sê dengê dil e, hiş e û hundirîn e. 
Selîm Temo di qêrîn û niqrîskên xwe de, geh veçiriyaye, geh bêdeng maye, geh lîrandiye, geh bi dizîka hêsir barandiye, geh niqrîskên xizaniyê wekî barekî giran kêşandiye, hesreta her tiştî kêşandiya, hesreta welatekî serbixwe, hesreta dewlemendiyê, hesreta azadiyê, hesreta eşqê, bêrîkirinên zarokatiyê û hwd.
Helbestên Selîm Temo her çiqas bingeha xwe ji zarokatiyê werbigire jî, dengê sê dengan veguheziye dengên gelek dengan, dengê, bêdengiyê, dengê giştiyê, dengê xwezayê, dengê welêt, dengê azadiyê, dengê xwe, dengê ên dîtir, dengê hundirîn, dengê dê û bavan, ne sê deng e, dengê gelek tiştan di xwe de vedihewîne. Ji yekdengî pirdengî xuliqî ye. Loma di sê dengan de gelek dengên din veşartî hene, di sê dengan de gelek qêrînên bêdeng û sewtên cur bi cur di xwe de vedihewîne. Sê deng komkirina gelek dengan e, teyisandina gelek denga ye, olana gelek denga ye. Îcar bi rajî sê deng, sê heyama dinimîne gelo? Ango zarokatî, ciwantî û pîrbûnî temsîl dike an jî sê deng dengê gelek kesane û heyama gelek kesan dinimîne, îcar kîjana ye gelo? Helbet bersiv dijwar e, ji ber ku mirov nikare tespîtan deyne, çimkî helbest ne tenê tiştekî zanistî ye, helbest tiştekî, hunerî, zanistî, hestwarî ye. Loma jî tenê mirov dikare fikrên xwe, û nirxandin û analîzên xwe bike. Ji ber ku hemû huner,  wêje û cureyên wan mirov tenê dikare şîrove bike, her şîrovekirinek bi serê xwe berhemeke nû diwelidîne. Loma a ku wêje û hunerê dike huner û wêje ev e jixwe. 
Selim Temo çiqas behsa xwe û zarokatiya xwe, serpêhatiyên xwe û bîranînên xwe bike jî talî di hemû serpêhatîyan, bîranînên zarokatiyê de em giş xwe di vê tabloyê de dibînin kêm an jî zêde... bi saya şexsiyeta xwe û helbesta xwe zarokatiyeke giştî teyisandiye neynikê, loma em giş xwe di vê neynikê de dibînin.... em sîmetriyên xwe asîmetriyên xwe gişî di vê neynikê de dibînin, Selîm Temo rewşa me û zarokatiya me, hesretên me, hebûn û tunebûna me, dijderketin û qebûlkirinên me, niqrîskên me ên bi dizîka, girîyên me ên bi dizîka, serîrakirinên me û hemû rewşên me û a welêt di neynikê de teyisandiye û em jî li van dîmenên me berê dî ne, û qewimîne temaşe dikin. Em li temaşekirinên xwe ên qewimîne temaşe dikin...welhasil Selim temo bi sê dengên monologî gelek dengê me bi me guhdarîkirin daye, hem em li dengê Selîm Temo guhdar dikin, hem jî em li dengê xwe û dengê ên dîtir û dengên gelkek kesên din guhdar dikin...

Hin Nivîsen Nivîskar

SÎNORÊ AZADIYÊ

  • 30 Kewçêr 2021

Di vebêjiya karakteran de, vegotina derûniya karakteran û hişê karakteran girîng in. Loma nivîskar carinan vebêj e û carinan jî mudaxilî karakterên xwe dibin....

BEYTIKÊN ŞEVÊ

  • 13 Tebax 2020

Her helbestvan pîneyên birînên dil û binhişê xwe bi saya helbestên xwe didirûn. Di dilê her helbestvanî de pîneyên nekêlkirî hene, derdê...

Arezûya bav û desthilatdarî

  • 24 Gulan 2024

Di civaka kurdan û bindestan de, bav tim li ber çavan hût e, xurt û desthilatdar e. Desthilatdariya bavan a di hundir malbatan de, derûniyên cihêreng yên têkçûyînê bi xwe re çêdike. Atmosfera derûniya...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2011: Vaye karneya Tirkiyeyê ya salekê

ad

Demirtaş: Baş li vê fotoyê binêrin û ji bîr nekin!

ad

Super Kupaya UEFA jî yê Barselonayê ye

ad

Klîba Hefteyê: Newroz

ad

Karîkatureke li ser 20 saliya '11'ê Rezberê'

ad

Xelata Nobelê ya Aştiyê dan sê jinan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname