logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

BEYTIKÊN ŞEVÊ

  • Dîrok: 13/08/2020
Her helbestvan pîneyên birînên dil û binhişê xwe bi saya helbestên xwe didirûn. Di dilê her helbestvanî de pîneyên nekêlkirî hene, derdê helbestvan jî van birîn û pîneyên xwe dirûtine. Helbestvan Yeqîn h. di pirtûka xwe ya helbestê a bi navê “Beytikê” de pîneyên dilên xwe piranî bi şev dirûtîye. Birînên dil û bihişê xwe bi şev kewandîye. 
Yeqîn h. hestên xwe yên ku di dil û hiş de kombûne, ango birînên welet, birînên şexsî û birînên dîtir giş bi “şev” kêl avêtîne. Belê di helbestên Yeqîn de têgiha şevê serdest e. Lê belê têgihên wekî welat, êvar, zeman, birîn, xwîn, mirin û heyv û hwd di helbestan de serdest in. Lê belê serdestîya herî mezin têgiha şevê kiriye. Heta di gelek helbestan de serenav û naveroka helbestan jî ji têgiha şevê pêk hatiye. Hin helbestên ku serenavên wan şev in: “Şeval û Şev, Beyan û şev, Ez û Şev, Şev û Rê, Şev û Girî, Şev û Neqeb, Elametên Şevê, Şev û Birîn û Tu şev û Lale…” 
Em dibînin ku hem di serenavên helbestan de, hem jî di naveroka her helbestan de hema hema têgiha şevê desthilardar e. Îcar têgiha şevê ji bo helbestvan tê çi wateyê û çi temsîl dike gelo? Çima ew qas derbdayîn û giringî daye têgiha şevê? Helbet em ne di dil û hişê nivîskar de ne, loma em nikarin bejin, aha nivîskar dixwaze vî tiştî bêje, tenê em dikarin şîrove bikin. Lê em dikarin bejin têgiha şevê berî her tiştî zemên destnîşan dike û heman demê nixûmandinê, melankolîzmê, xemgînîyê û aramîbûnê, hizûrê, zayendîyê û hwd temsîl dike. Şev, heman deme de qisûran jî vedişêr e. Îcar di helbestvan de têgiha şevê kîjan metaforan û têgihan temsîl dike. Gelo em dikarin bêjin di helbestvan de têgiha şevê pirtir hestên şexsî ên hundirîn û hestên welêt destnîşan dike. Asas helbestvan hest û birînên şexsî û yên welatparêzîyê di nav hev du kelijandiye. 
Her wiha helbestvan di helbesta xwe ya bi navê “Xwîn” de behsa Habîl û Kabîl û bûyera Kerbelayê jî dike. Wekî em dizanin Habîl û Kabîl du bira ne, di navbera wan de şerekî dijwar qewimiye, em dikarin bêjin sedema şerê wan piranî ji ber çavnebarî û hesûdî bû, têgihên hesûdîyê û çavnebarîyê têgihin psikopatolojîk in.
“Li gor min çavnebarî(haset), rûxandineke tehna(itki) vegotkirina oral-sadîst û anal-sadîst e; ji destpêka jiyanê de bi bandor e û bingeheke wê ya binyeyî(bünyesel)* heye.” (1) 
Yanê di bingeha çavnebarîyê de rûxandineke sadîstîk a ku pişta xwe dispêre heyamên zarokatiyê û berî heyamên zarokatîyê, yanê hîn di zikê dê de çavnebarî û hesûdî xwe dikamilîn e. Heta bingeha çavnebarîyê xwe digihêjîne heta xûliqandina jiyanê. Çimkî a ku herdu birayan bera ber hevdu dide têgihên çavnebarî û hesûdîyê ne. Talîyê ji her du birayan yek jê başiyê diparêze, yê din jî xirabiyê dihilbijêre. Di helbesta Tofana Nû-h de jî behsa Adem û Hewayê tê kirin. Asas em dikarin bejin helbestên me bingeha xwe hinekî li ser asasê afirandina jiyanê û mîtosê ava dike. Ev hêla helbestê gerdûnîya helbestê destnîşan dike. 
Di helbestan de behsa şikeftka Hîrayê jî tê kirin, dêmeg helbestên me bingeha xwe li ser têgihên oldarîyê jî dixuliqîne. Werhasil mijara helbestan hinekî jî xuliqandine. Yanê afirandin, oldarî, zayendî, xwînrijandin, qedexebûn, exleq, çavnebarî, hesûdî û hestên şexsî û hwd di helbestan de finda xwe çirisandine. Her wekî din helbestvan di helbestên xwe de behsa nivîskarên bi nav û deng yên jin, yên ku întîxar kirine ango behsa Sylvia û Virginia Woolfê jî kiriye. Yanê helbestvan çiqasî pîneyên dilê xwe yên şexsî dirûtibe, ew qasî jî xwestiye pîneyên helbestên gerdûnî biteyîsîne. Helbet em nikarin behsa helbestan gişan bike, lê em dikarin behsa helbesta wî ya herî balkêş “Bûkaniyê bixwîn” bikin. Çimkî helbesteke cihê û psîkopatolojîk e.
“Bûkaniyê bixwîn”
Bîşeng di şevê'd maye
Porr vedike bi derziyê periyek -ta li bê geriyaye
Bi kêlê vebûye Can
Baçemêlkê perr dakiriye bi avê
A li palê heyv e, ketiye temaşeyê
Şevereşkek, diqulipe li qelpekî
Li ser miriyekî dixwînin keriyek kund
“du cinn tên, ji şêwrê
Du cinn
Kurtepist in di devê çêm de
Çêlî bûkaniyekî bixwîn dikin -bi serê zimên
“ax û xwîn di hev de gihane" dibêjin
Devê çêm bi xwîn e
Devê çêm du birîn -bi serê zemên 
...
Li bin bîşengê du mirîşo, xwînê bi avê dişo.”( rp-60)
Ev helbest helbesteke psîkoanalîtîk û grîfît e. Çimkî dema em li vê hevoka “Devê çêm bi xwîn e, devê çêm du birîn –bi serê zimên” dinêrin rasterast zayendîyê bi bîra mirov tîne çimkî mijara zayendîyê mijareke psîkoanalîtîk e. Yanê nivîskar devê çêm dişibîne çi? Di devê çêm de du birîn, vana birînên çi ne gelo? Devê çêm naveşeq e an jî welat e, kîja ye gelo? Çimkî xwîn jê diherike. Xwîn ji nava şeq diherike ecêba? Helbet meriv dikare wiha jî lê vê hevokê binêre “welat” şibandîye bûkekê, bûkeke ku keçanîya wê hîn ji destneçûyî ye. Werhasil heke devê çêm nav şeq be, dêmeg keçanîya qîzekê temsil dike. Asas di vê hevokê de helbestvan şibandineke grîfît û kaotik bikaranîye. Çimkî  “li hêlkê kund li ser mirîyekî dixwîne, li hêlkê xwîn bi avê tê şiştûn, li hêlkê heyv li bûyeran temaşe dike (heyv di vir de metafora çavan e, çimkî temaşe dike), li hêlkê du cin tên şêwrê dikin, loma helbesteke grîfît û psikopatolojik e. Helbestvan “Xwîn û Avê” dişibîne hev du çimkî wekî çemekî(avê), xwînê diherikîne. Devê çem nav şeqê destnîşan dike, av jî xwînê destnîşan dike. An jî çem welat e, û ava çem jî xwîna ji welat diherike dinimîne. Devê çêm birîndar e, ya birîndar welat e, an jî ranên qeçekê ye. Heke çi be jî êdî ran an jî welat rûxiyaye û ne wekî berê ye. Hasilkelam meriv vê helbestê dikare bişibîne gelek tiştên din jî çimkî grîfît û psîkopatolojik e. Lê devê çêm, xwîn û av herikandin pirtir dişibe quz, jixwe ji serenavê helbestê jî diyar e di dewsa quz de hatiye bikaranîn dixuye. Lê helbet em nikarin sedîsed bejin wiha ye. Di helbestê de têgiha xwîn û quzê bi serê xwe psîkoanalîtik in. 
Di vê helbestê de Bacemêlk jî hatiye bikaranîn, jixwe em dizanin bacemêlk heywaneke şevê ye û heman demê de heywaneke dizê, loma bacemêlk û însan hemhêlên wan yên wekhevîn zayîn û ducanîbûn e. Bacemêlk metafora zayîn û şevê ye. Bacemêlk bi şev çavên wan xurt in û heman demê de heywaneke meriv jê ditirse. 
Di vê helbestê de heywaneke din jî kund e. Kund piranî semboleke neyînî, û heywaneke şevê ye. Lê kund sembola hunerê ye. Çimkî  kund, “Bi şev dibine, ji ber vê sedemê jî kund sembola hûnere ye.”(2) Yanê di helbestê de heywanên ku hatine bikaranîn li gor formsazî û watesazîya, tevnesazîya helbestê û hestan li hev in. Wekî me go kund di hunerê de cîyekî girîng werdigire. Kund di hunerê de pêşdîtinê dinimîne û sehekên kundan yên pêştînê ji zanistiyê ra pêşengtiyê dike. 
Her wiha helbestvan di helbestên xwe de heywanên wekî hechecik û mar jî bikaranîne. Mar piranî metaforeke neyînî û Hechecik jî bêtir mehsûmiyetiyê û xwerûbûnê dinimîne. Lê belê emrên hechecikan piranî kin e. 
Di vê helbesta me de metaforeke din a neyînî jî bikaranîna “Cinan” e. Wekî em dizanin di nava civakê de cin wekî metaforeke tirsnak û groteskî tê dîyîn. Helbet cin jî afirandinên hiş û aqilên însên e. Lê di helbestê de mîna ku cin firîşteyan temsil dike dixuye. Îcar dema em li temamiya helbestê û metafor, analoji û heywanên di helbestê de hatine bikaranîn dinêrin em dibînin ku helbesteke li hev e û di armonîyekê de ye, em beloqbûneke cihê nabîne. Lê ji ber ew qas bikaranîna tiştan helbest veguhezandîye helbesteke grîfît û psikopatolojîk. Di helbestan de şixûlandina metaforan, heywanan û analojiyan helbestan bêtir têrtîrtir, zîqtirîntir û baldartir dike. 
Her wiha di helbestan de ji her çar werzîşan bêtir behsa meha Berfanbarê kiriye û ji xwe navê helbesteke helbestvan jî  “Berfanbar” e. Berfanbar meheke sar e û mirov di vê werzîşê de pirtir kurk dikevin, helbet ev meh-werzîşa taybetîya wê jî berf e, têgiha berfê paqijbûnê dinimîn e. Berf, hem paqijiya rih û hem paqijiya gerdûnê û xwezayê temsîl dike. Wekî reng jî safbûn û xwerûbûn û dirustbûnê temsîl dike. Lê kesên di vê mehê de tên dinyê piranî rihsar û tengezar in, lê bi hestegermî tevnalivin, çimkî bandora werzîş û mehên werzîşan li ser zayînê bi bandor e, hem bi awayekî psikolojik û hem jî awayekî biyolojik. Hasilkelam di helbestên Yeqîn h. de çiqas hestên şexsî serdest bin, ew qasî jî hestên gelemperî serdest in. Talîyê em tam nikarin helbestên helbestvan kategorîze bikin. Lê em dikarin bejin helbestên Yeqîn h, helbestên romantîk in. Çimkî  têgiha “şevê” tenê bi serê xwe romantîkbûnê temsil dike…
Çavkanî:
1)Melanie Klein, Haset ve Şükran, metis, 18
2) Romantîk Muamma, Besim F. Dellaloğlu, Ayrıntı, rp-40
*) Klein vê bêjeyê ji bo tiştên ku ji zikmakî tên(doguştan gelen) û wateyên wê yê din jî wekî berî-jîyîn û heta berî-psîkolojîyê ye.
( Yeqîn H, Beytik, Helbest, Weşanên Belkî )            
Hin Nivîsen Nivîskar

Feodalîzm û Tarîxa Kurdan

  • 22 Adar 2024

Di romana “Bacanên Belçiqî” a Rênas Jiyan de du mijar hatine vehûnandin. Mijara ewil tarîxa kurdan û serhildanên wan ên li hember Ataturk, Osmaniyan û...

ÇÎROKA BIŞAVTINÊ

  • 18 Sibat 2019

“Divê mirov berê berê bibin xwe”Di hemû çîrokên Îsmaîl Dîndar de çîrokên rojane, çîrokên li ser êşa...

ÇÎROKÊN AREZÛYÎN

  • 31 Tîrmeh 2020

“Em ji rastgoyîyan, tazîbûnê û lixwemikurhatinê ditirsin, em her tiştên xwe an jî hin tiştên xwe bi dizî dikin, loma tiştên dizî û...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji ber nivîsa 'Hebûn' forma nedan girtiyê kurd

ad

Klîba Hefteyê: Nîzamett Ariç, Strana Helebçeyê

ad

‘Zimanên Medan’ bi almanî hat weşandin

ad

Ji bo 'Statuya kurdî û perwerdehiya bi kurdî' meşê dest pê kir

ad

Li BEKSAV'ê fîlmên Filistînê

ad

'Em hemû berendamên kurd ên serbixwe ne'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname