Diyarname
Weşanxaneya Sîtavê navenda wê li Wanê ye û niha ji bo piştgiriya weşanxaneyê "Rojên Pirtûkan" li dar
xistin. Ev Rojên Pirtûkan di navbera 22-24'ên mehê de wê li Wanê li dar be.
Şaredariya Rêya Armûşê, KURDÎWAR (Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê, KURDÎGEH (Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî), Weşanxaneya Sîtavê û Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê, ji bo piştgiriya Weşanxaneya Sîtavê ev xebat dan dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de li Parka Hunerê kon hatin danîn û têde pirtûkên Sîtavê têne firotin.
Di çalakiya bi navê "Roja Pirtûkan" de nivîskar jî amade ne û pirtûkên xwe bo mêvanan îmze dikin.
Heta 24'ê mehê yên dixwazin dikarin herin pirtûkan bikirin û bi vî awayî piştgiriya xwe nîşan bidin.



