Di neynika pirtûka Eyşana Beravî a bi navê “ Ya Ba Ye Ya Baran e “ de repîna barana hebûna monologan û xwebûnê ye, di vê neynikê de vîzevîza bayê femînê, ehleq û estetîkê li belengoşka guhên me diqewimin û berî her tiştî em dikarin bêjin helbestên Helbestvan Eyşana Beravî ehleqê, estetîkê û femînîzmê vedirêse û diteyisîne. Helbet ji xêynî van têgehan helbestên me heman demê serîrakirineke dijwar a ruhî jî li dar dixe, li dijber xwe û li dijber civakê vê serîrakirina xwe pêk tîne. Çimkî nivîskar bi şûnikên xwe him civakê û him jî xwe estetîze dike. Bi helbestên xwe rêya estetîkê û ehleqê li ber me radixe û bi vê şêwazê helbestên xwe vehûnaye. Em dikarin bi gelemperî bêjin nivîskar bi saya neynika xwe him dîtirên xwe, him civakê û him jî jiyanê dide ber lêpirsîna, û her wekî din hebûnê û xwebûnê, têgeha ehleqê, femînê û estetîkê jî dide ber serada lêpirsînan da ku xwe bigihêjîne heqîqetê. Her wekî din helbestên me mîna zîncîrehelbestan e, çimkî heta dawiya pirtûkê jî serenavên helbestan tune ye. Weke yekhelbesteke zîncîrehelbet be didome. Loma jî em dikarin bêjin yekhelbesteke dirêj e. Îcar em li hin risteyên helbestên xwe binêrin û berî bi ber behra helbestên nivîskara xwe vekin:
Bi hezaran fikrên qehpikî yên qirêj
Daye ber şûnikan.
Wekî qerpalên rizyayî,
Li ber tava Hezîranê,
Bi dar kirine...
Çawa bibêjim
Kêwroşkekî qitufî me
Helbestên Eyşana Beravî têgeha ehleqê ji hev vediçirîne û li ber çavên me radixîne, lê dîsa jî bi tirs e, çimkî dibêje “ kêwroşkekî qutifîme" yanê him ditirse û him jî ehleqa qirêj eşkere dike, asas di vir de helbestvan dixwaze fikrên estetîk yên bi ehleq destnîşanî me bike lê bi şêwaz û nêrîneke berevajî berbiçav dike Yanê nivîskar bi bêjeyên femînal ehleqeke qirêj bi şûnikekî femînal kirasê estetîkê li bejna ehleq û nêrînên qirêj difesilîne. Wekî em dizanin di romanûsan de yê têgeha ehleqê da ber şûnikan jê yek Marqus De Sade ye. De Sade di serdemeke dijwar û oldar de dijiya, di vê heyamê de wêrektî û pênûsşûrî pêwîst bû, Sade pênûsa xwe li dijber dêr û oldaran weke şûrekî rakişand û xwe gihişt heta vê serdemê û mohra xwe li eniya dîrokê xiste. Welhasil nivîskara me jî xwestiye têgehên weke ehleq, femînîzm û estetîkê destnîşan bike û heman demê de wan rûqalî hev bikin....
Nizanim wê hin çend pel,
Ji emrê min biweşin.
Ez ê çend caran ji xwe birevim.
Jinbûna min ku di navbera zarokatîya min
Û ciwanîya min de bê biryar e,
Tevnan diavêje
*
Ji xwe re biyan im.
Dema em li vê risteyê dinêrin em dibîne nivîskara me nîqaşa xweyîn û têkoşîna ruhîn a serdemên temenên xwe berbiçav dike. Lê di helbestan de nivîskar pir zêde hevokên ji xwe re Bîyan im û ji xwe revandin heye. Nivîskar ji xwe direve û xwe Bîyan hîs dike. Jixwe rev û Bîyan hîskirin hinekî tê wateya bêwatebûnê, tê wateya ji her tiştî sarbûnê û heta ji hertiştî acizbûnê an na bo çi ji xwe bireve û xwe Bîyan hîs bike, helbet em dizanin di serdema post-modernîzmê de bîyanîbûn têgeheke serdest e, çimkî di serdema modern û postmodernîteyê de ala tenêbûnê, takekesiyê, jixwe biyanîbûn û ji hertiştî biyanîbûn têgehên serdest in. Helbet di vê risteyê de helbestvan bi raboriya xwe û bi zarokatiya xwe re ketiye galegal û nîqaşan, yanê nivîskar bi emrê xwe re, bi zarokatiya xwe re û bi niha ya xwe re ketiye şerekî hebûnî û dîrokî...
*
Bila bê dirûtin bimîne,
Bê perde xuya bin, çi hebe.
Em di van herdu hevokan de jî dibîne nivîskar estetîka hunerê a tazî berbiçav dike. Ehleqa orijîn a xwebûnê eşkere kiriye û dîsa dibêje bila her tişt bêperde be yanê bila tiştekî veşartî nemîne em ji vêya re dibêjin lixwemikurhatina xwebûnî. Yanê bi kurtasî xwebûn, estetîk û ehleq hatiye tevnesazkirin. Em dikarin bêjin nivîskara me bi şûnikê xwe kevnik û kirasê ehleqê li ber çavê civakê dikute û tiştên nixûmandî berbiçav dike. Di neynika xwe de ehleq û estetîkê diteyisîne û em jî li neynika wê dinêrin û em ji wê fêrî têgehên ehleq û estetîkê dibin. Em di neynika dîtira xwe li rastiya xwe diqewimin....
Nizanim ev çend rûyên min in,
Di aweneyê de xeyîdîne, ji hev.
Kîjan mêrkuj e, kîjan hestiyar e, kîjan...
Kîjan e dike ku xwe biafirîne...
Tevlîhev im...
Em dibîne dema nivîskar li neynika xwe dinêre, li gelek dîtirên xwe rast tê, loma jî di nav van dîtirên xwe de tevlîhev dibe, li ber çavên nivîskar dîtirên xeyidî, mêrkuj û melankolîk diafirin. Çimkî nivîskar di monologa neynika xwe de veguheriye gelek monologên dîtir û cihê loma jî nivîskar tevlîhev û bêbiryar maye û dibêje kîjan...
*
Nizanim min dilê xwe li ku ji bîr kir.
Bê dil-be dil dikim ku
Li ber ruhê xwe bidim.
Yanê dêmeg dilê xwe li cihekî ji bîr kiribe, ev nişîdê sarbûnê ye, çimkî a ku mirov bi hest û zindî û li ser piyan dihêle dil e. A ku dil li ser piyan dihêle xwîn e. Çimkî dil tune be, ruh jî dê tune be û wateya ji yekî/e mirî namîne. Lê dîsa jî dibêje li ber ruhê xwe bidim, yanê asas hîna dil û ruh nemiriye. Ji hêlkê ve nivîskar nakokiyê di helbesta xwe de çêdike. Welhasil xwîna di dil de serî radike û dibêje ez heme, têkoşîn didome...
*
Qira peyvan li hev anî
Tu bêdeng, ez bêdeng, şev bêdeng...
Ruhê min di bêdengiyê de pepûk
Tu carî li tu cihî bi cih nabe
Carekê dinêrim,
Her tişt wekî bêdengiyê bêdeng e...
Koç dike ruhê min, ji laşê min
Em di vê risteyê de jî dibînin, dîsa heman hêman û rewş li ber çav e. Pepûk di vir de metafora neyîniyê ye û bi helbestê hatiye xemilandin, helbet li helbestê jî hatiye yanê li hev e. Yanê bêdengbûn, koçkirina ruh jixwe tê wateya ji her tiştî sarbûn û dûrketinê, yanê nivîskar di navbera xwe û dîtirên xwe de dûrketinekê pêk tîne. Nivîskar bi dîtirên xwe re ketiye nîqaşên rengorengo. Nivîskar bi şêwazeke sar û cemidî li neynika xwe dinêre û di neynika xwe de bi dîtirên xwe yên di her serdemê de jiyane ketiye dîyalogên monolojîk û bi vê şêwazê helbestên xwe tevnesaz kiriye.
Tarîyeke qetran xwe bera nav xewnên min daye.
Di nexşeyê ku li ser serê min daleqandî de,
Her wiha nivîskar di vir de xewnên groteskwarî dibîne û tim di serê nivîskar daliqandî ye, mîna bextekê, werhasil di helbestan de mijarên cihê gelek in.Her wiha ji hin helbestan bêhna felsefê jê dihat. Wekî din hin aforîzmayan jî ala xwe bilind hildabûn mînakek: “ Her mirov dinyayek e, lê kes bi rêya kesî nizane...”em dizanin gotinên aforîzmatîk gotinên ramanî ú felsefî ne. Nivîskar li dengê xwezayê jî têra xwe guhdarî kiriye. Di helbestan de têgehên gelek balkêş hene; tarîtî, tenêtî, xwewendakirin, biyanîbûn, jixwedûrketin , lixwegerandin, zeman, paşeroj û zarokatî, jehr, bêdengî, av, agir, şev û qetran û hwd, dema em li van têgehan û li risteyên helbestên xwe dinêrin, tabloyeke reşbînî xwe di serê me de dixêzîne.
*
Gerdûneke nava min,
Bi zelzeleyekê hildiweşin xipîxerabe
Û ez vediguhêzim kulmek xirbe.
*
Niha tenê dengê segan, beqan û balindeyan e.
Di bêdengîya şevê de li xwe digerim
Şev bîyan, siruşt bîyan, mirov bîyan
Yanê nivîskarek veguheze xirbeyekî û bihelweşe dêmeg hatiye dawiya hertiştî an jî piştî her hilweşandinê dibe ku tistekî nû jî derkeve holê, lê talî di piraniya helbestan de nivîskar bi xwe re û dîtirên xwe re şerekî dijwar daniye û dixwaze hikumdariyê li dîtirên xwe û li xwe bike da ku bibe xwe û xwe bigihêjîne heqîqeta xwe, asas him li pê heqîqeta xwe ketiye û him jî li pê heqîqeta jiyanê ketiye, loma jî nivîskara me çiqas xwe teyisandibe ewqasî jî derûnî û rewşa civakê û jiyanê teyisandiye....


