logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Fîlozof Edgar Morin mir
  4. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
  5. Peywira Tom Barrack bi dawî bû

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Nûjeniyeke Xapînok

  • Dîrok: 15/04/2023
“Modernîzm, maya di navbera azadiyê û êqil de tengezariyeke hatiye eciqandin e.” Helbet Modernîzm, hêla wê ya şexsî heye, aborî heye, hebûnî heye, civakî heye, neteweyî heye, zayendî û nijadî heye, welhasil gelek hêlê ve divê em binêrin. Modernîzm asas ewil têkbirina çanda folklorîk û berdewama nûjenkirina çanda folklorîk e, modernîzm, têkbirina avahiyên kevnarîn e, berdewam nûjenkirina avahiyên an jî teqlîtkirina avahiyên kevnarîn e, modernîzm têkbirina serdeman e, heman demê nûjenkirina serdemên kevnarîn e, modernîzm têkbirina hiş û aqilê şûndemayîn e, heman demê pêşvebirina hiş û aqilê şûndemayîn e. Modernîzm di wêjeyê de jî têkbirina karakter û mijar, mekan, zeman, tevnesazî û rêzebûyerên roman, çîrok û helbestên kevnarîn e, lê belê di heman demê de berdewama nûjenkirina berhemên kevnarîn û folklorîk e, teqlîtkirina berhemên kevnarîn û folklorîk e, bi şêwazeke din, bi tevnesaziyeke din, bi karekterên din, bi mijarên din û bi rêzebûyer û mekan û zemanekî din... îcar çima min ew qas behsa naveroka modernîzmê kir, çimkî çîrokên me li ser asasê modernîzmê hatine avakirin. 
Çîrokên me piranî şexsî û civakî ne, di çîrokan de karakterên me li pê guherandinê ne lê belê xwe dixapînin, loma civakê jî bi xwe re dixapîne, maya civakê jî bi xwe re diherimîne. Dema hevîr û maya ne saxlem be, nanekî xweşik jî dê jê derneyê...  “Tişta ku modernîzmê dinasîne wateya kirûyan û jihevqetandina aboriyê û çandê ye.”(1) Jixwe dema aborî û çand ji hev bê veqetandin, dê civakê jî ji hev belawela bibin. Jiyanê ber bi şexsebûnê û takekesiyê ve biçe, civakên herî biçûk dê bêtir taybetiyê werbigire, ji wextekê şûnde helbet civakên biçûk jî dê ji hev bela bibin. Têkiliya navbera civak û takesan(şexsan) dê biqede û biqete, çimkî dema çand û aborî ji hev biqetin dê rewşeke wiha derê holê, helbet sedemên wê jî arezûya jiyana modernîzmê ye. Baudelaire dibêje: Modernîzm, abadîna bi carekê ve di derbasdarbûna hebûnî de ye. Di her mewsîmê de guherîna xweşikbûna modayê ye. Wekî eşqa di arezûyê de bihele û abadîna ku di a niha de bihele.(2) Li gor helbestvan jî modernîzm arezû û guherîna xweşikbûna modayê ye. Modernîzm wekî kêliyên arezûyê dixuye, lê em dizanin arezûya êqil di modernîzmê de bêtir serdest û desthilatdar e. Lê têgeha arezûyê ji êqil desthilatdartir e, çimkî arezû rûxandin e, lê aqil hem avakirin e, helbet carinan jî rûxandin e, lê bêtir avakirin e.  
Nivîskara me jî xwestiye karakterên xwe bi modernîzmê û bi guherînê destnîşanî me bike, lê belê karakterên nivîskar berevajî jiyana modernîzmê tev dilivin, helbet nivîskar xwestiye têkiliya çand û tevgerên me û yên modernîst nîşanî me bide lê dibêje gelek nanê tenûrê lazim e, yanê nivîskar di çîrokên xwe de ji me re dibêje modernîzm, hiş û aqilê modern hîna pir ji me re maye. Esas a ku textê û qonaxa modernîzmê dirûxîne arezû û aqil e, ango şerê di navbera herdu têgihan e. Helbet yên behsa wateya van kirûyan û têgihan dikin Nietsche û Freûd in. Jixwe herdu jî têgiha modernîzmê li ser van têgihan bilind dikin. Bingeha modernîzmê û ji modernîzmê wêdetir jî li ser esasên van têgihan radiwestînin... 
Welhasil em dikarin bibêjin, mijara çîrokên “Ew jin û mêrê bi maskê" bi giştî xwexapandina bi kirasê nûjeniyê û çand, ziman, jiyaneke nû, guherîn, veguherîn, dilgermî û dildarî, dilsarî û guherîneke jî qewmê xwe sarbûn in. Di çîroka “Ezimandinê” de mijar mazûvanî, qedr û qîmet û jiyana ewropayî û guherîna dilsarîn û sarbûna li hember hevdu bi awayekî eşkere nivîskar berbiçav kiriye. Ev rewş jî nivîskar bi modernîzmê ve girê daye. Mînak ji çîroka me: “Rihê însanan çiqas tarî û kûr e! Fesîho mîna gundiyê ber golikan, hatiye bi jinika fransî re zewiciye, çend qiruş ketine bêrîka wî, dibê ez bûme mirov û însan, xwelî li serê wî be hemû orf û adetên xwe jibîr kirine...”(21) Dema em li vê paragrafê dinêrin, em têdigihîjin kesên ji çanda xwe dûrketin û xwe wekî ewropayî û nûjen dîbûn bê çiqas zehîf û tunekî dixuye, nivîskar mîkroskopa xwe li ser kesên ewropayî dijîn gerandiye û paşê rewş û derûniya wan a xwekêmdîyî wekî tabloyekê di çîrokên xwe de xêz kiriye. Wekî kurtasî em dikarin bibêjin nivîskar rewşa kesên ji çanda xwe dûrketî û li pê şopa jiyana modern ketiye û hal û rewşa wan ya trajîkomîk destnîşanî me kiriye bi saya karakterên xwe...
Nivîskar, rihê bindestan bi şêwazeke eşkere berbiçav kiriye, di piraniya çîrokan de rihê mêr, rihê bindestên xwexapînok li ber çavên me raxistiye, nivîskar çanda ewropayî û çanda kurdan rûbirû û danberhevdûkirin bi şêwazeke çawa karakter xwe bi awayekî dixapîne berbiçavî me dike. Karakterên çîrokên me piranî li ser xwexapandina jiyaneke nûjen e. Yanê karekterên çîrokan kincên û kirasên nûjeniyê li xwe dikin, lê ji binî ve jî di xwe de dirîn, xwe dilewitînin... Di rastiyê de lewitînin lê belê dema li hember kesan tevdigerin xwe nûjen destnîşan dikin. Dema tên malê, di hundirê malê de dûxana feodalîzmê û bênamûsiyê û paşverûtiyê berbiçav dike, nivîskar rewşa civakeke çawa neçopeçoyî bi pêş ve diçe radixîne berçavan. Yanê li ewropa nûjen in, lê belê dema tên welêt di xwe de dirîn û dimizîn, nivîskar bi van karekterên xwe bûye neynika civaka me û xwexapandina nûjenitiya me, helbet nûjenî tiştekî bi êqil ve girêdayî ye, bi hişmendiyê ve girêdayî ye. Nûjenî ne bi şikl û şemalê ve girêdayî ye. Dema hiş û aqil ne paqij û kamil be, dê mirov nikaribe bibe nûjen, an jî heta ku mirov hiş û aqilê xwe kamil neke, mirov nikare bibe nûjen, helbet bo nûjenbûnê jî hinekî wêrekî jî divê, çimkî divê mirov derveyî û dijî kevneşopiyên malbat û civakê derkeve, bo wê jî helbet wekî me go culhet jê re lazim e. 
Nivîskar rastiya bindestan û xwexapandina wan a nûjeniyê wekî tayê rîs ji me re rêsaye. Yanê nivîskar dibêje meriv biçe ewropa meriv nabe nûjen, nûjenî bi vî awayî çênabe, bi vê rê û rêbazê mirov nikare bibe kesên nûjen, helbet nivîskar bi saya karakterên xwe yên çîrokan ji me xwendevanan re destnîşan dike. Mînak ji çîroka Beko Fesado: “li ba min rola mêrekî nûjen dilîzî, diçî derve bi telefonê diaxivî bi zihniyeteke feodalî, tu wiha bî, xêra te ji tu kesî re tune ye, ji te re jî tune ye, ev bêhntengî wê bela xwe jî te veneke”(37)


Wekî her carê em têdigihîjin mejiyê paşverû, genî û aqil û hişê nûjeniyeke xapînok nivîskar bi rêya karakterê xwe ji me re eşkere kiriye. Esas analîza civakekê hatiye kirin, dahûrandina karakterên bindest hatine kirin. Em dikarin bibêjin nivîskar danberhevdûkirina karakterên civakek bindest û karakterên nûjen yên ewropayî aniye ziman û her wiha nivîskar xwestiye xwexapandina karakterên civakek bindest nîşanî me bide... 
Di piraniya çîrokan de mijar, ziman, xwexapandin, nûjenî, paşverûtî, çand, jin û hwd. Zeman û mekan piranî welat û ewropa bûn di navbera herdu ciyan de zeman diboriyan her wiha mekan jî wiha bû... 
Di çîrokên din de helbet mijarên cihê hebûn, bi taybetî jî cîroka herî cihê û guherî çîroka “Şîzofren” bû, lê dîsa jî mijarên me piranî li ser têkiliyên jin û mêran bû, helbet di çîrokan de nivîskar derba xwe piranî li mêr û mêrên paşverû û yên xwexapînok dixiste ...
1,2) Modernligin eleştirisi, Alain Touraine, yky
 

Hin Nivîsen Nivîskar

ÇÎROKÊN AREZÛYÎN

  • 31 Tîrmeh 2020

“Em ji rastgoyîyan, tazîbûnê û lixwemikurhatinê ditirsin, em her tiştên xwe an jî hin tiştên xwe bi dizî dikin, loma tiştên dizî û...

Paradoksa hezkirinê, eşqê û welatperweriyê

  • 07 Tebax 2022

Her nivîskar şêwazeke wan a xeradiyê heye, yanê helbestên xwe li gor tevnesazekê dixeridîne, da ku berhemeke baş bêyî vehûnadin. Mîna Ecer jî di...

ROMANEKE ARKEOLOJÎK

  • 06 Adar 2020

Di romana Welat Dilken a ku bi navê “Stêrka Xûricî Ferêt” de Şêwazeke mîtolojîk û arkelogiyeke zanistî hatiye bikaranîn loma mijar jî...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Ozal: Dê pêşketinên girîng çêbibin

ad

Ameddoc li benda senaryoyan e

ad

Nêçîrvan Barzani hat Enqereyê

ad

Şêwra Êvara Perwaneyê

ad

HDP û EMEP'î rojobînî kerd

ad

Malpera KNKS'ê di weşanê de ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname