Di romana Welat Dilken a ku bi navê “Stêrka Xûricî Ferêt” de Şêwazeke mîtolojîk û arkelogiyeke zanistî hatiye bikaranîn loma mijar jî şêwaze xwe teyisandiye. Di romanê de mijara mîtolojiya kurdan û têkiliyan wan ên bi desthilatdaran bûye qrîtîka romanê.
Roman heyama Kommagene û Kesyserê Zana ê li ser textê keyseriyê berbiçav kiriye. Karekterên romanê, Samos, Stêra û hostayê Samos ango Zozîmos û Dornerê Alman e.
Roman di babeta xwe de li dû şopa mîtolojiya kurdan û dîroka wan ketiye. Romanivîskar mîtolojiya ku kurd jê xuliqî ye bi şêwazeke zanistî û vekolînî li ber çavên me rêz kiriye. Di romanê de yezdanê qenciyê Ahûra û yê xerabiyê jî Ehrîman e. Yezdanê ronahiyê Mîtras di romanê de temsîlên başiyê û nebaşiyê ne.
Di romanê de Arkeologê Alman Dorner jî di nava romanê de ji xwe re ciyek veqetandiye. Dorner di vê ger û rêwîtiyê de lêkolîn û vekolînên xwe ên zanistî pêk tîne. Karekterên romanê ên sereke Samos û Stêra ye. Kayseriyê Zana, Stêra û Samos vexwendîne keyseriyê, ji ber ku Stêra şibandiye keybanûya Kommageneyê, Samos jî ji ber nîvîsa wî ya çak-xweşik û bedew vexwendaye komenayê. Di romanê de Zozîmos peykertraş û wênesaz e. Zozîmos bi nête ku li Stêra bedew binêre û peykerê Keybanûya komenayê biafirîne.
Em dibînin ku esasê mijara romanê avahiya xwe bi kevirên mîtolojiya kurdan, bi dîroka mîtolojiya miletekî dixemilîne. Di romanê de du serleheng hene, yek jê Samos e, a din jî Stêra ling kulek e. Samos ji ber xweşnivîsa xwe ango nivîsa wî xweşik e, loma ji terefê hoste Zozîmos tê hilbijartin, Stêra jî ji ber ku dişibe keybanûya komenayê û ji ber xweşikbûna-bedewbûna xwe tê hilbijartin.
Samos û ên din mîna lêkolîngeran û arkeologan li kommagenayê û li dewerên wê ên din li dû pêga xwe û rastiya xwe ketine, belê Samos lehengekî mîtosîk e, feqet ji rastiya xwe dest pê dike û paşê berî bi rastiya xwe û heqîqeta xwe ya aniha vedike. Dipirse û divê ez kî me, ez ji ku hatime, ez ji kîjan qewmî me, kê desthilatdarî li min kiriye û kê desthilatdarî li me kiriye. Di vê gera xwenasînê de di hiş û aqlê Samos de gelek pirs diafire. Loma divê em ji ku hatine û divê em aniha li ku ne, gerek em aniha di çi radeyê de bin. Hundirê mejiyê wî mîna kewara mozên mêşhunguvîn dixilxile ji pirsan, esil li dû şopa van pirsan ketiye, ji bo ku xwe û koka xwe binase.
Xwedayê me kî ye? Kitêba me ya pîroz û a esîl kîjan e? Pêxemberê me yê esîl kî ye? Esl û feslê me ji ku tê? Li bersivên van pirsan û li gelek bersivan digere mîna arkeologan dikole û vedikolîne. Mînakek ji pirtûkê “Mala Ahûra Mazda ya esmanî û mezin li ku bû?” (52), “Carek din vegerim vir û bikevim pey şopa şaristaniyeke winda.”(55) Wekî em dibînin ku romana me mijara xwe li ser esasekî şaristaniyeke winda afirandiye û li dû şopa vê şaristaniyê ketiye bi awayekî çargavî. Belê mijar şaristaniyeke winda ye. Lê Şêwaza romanê şêwazeke zanistîk, mîtolojîk û arkeolîg e. Lê belê di romanê de hest kêm e, ji ber ku romanûs li pê zanistiyê û arekologoiya zanistiyê, arkeologiya mîtolojîk û hwd ketiye hest jibîr kiriye. Halbûkî di stûnên avahiya wêjeyê de xal û deqa herî girîng jê yek jî hest e. Dema ku di berhemekê de hest (rih, heyecan, tîn) kêm be ew berhem rijî dimîne. Roman bêtirîn li ser lêkolîn û vekolînên mîtolojîk û zanistî sekiniye, zêdeyî xwe li dû pêga arkeolojiya mîtos û dîrokê ketiye loma jî hest jibîrbûye û jibîrkiriye. Halbûkî divê hest jî di naveroka romanê de bê esirandin. Divê hest jî di nav arekeoligiya mîtosîk, arkelogiya zanistîk, arkelogiya dîrokîst de bihata hêrandin. Loma di şêwaz û mijara romanê û serlehengan de a herî kêm hest û heycan û herikbarbûna romanê bû.
Welhasil Serlehêngê romanê li gelek cihên dîrokî û kevnare rêwitiyekê li dar dixe. Di ve rêwitiyê û gerê de gelek deveran dibîne, me di nava mîtosê û dîrokê de digerîne. Lê dîsa jî roman ne herikbar e, mirov bi xwe ra nakêşîne, divê di romanekê de meraq hebe, ev meraq ya karekter li dar dixe, ya mijar li dar dixe ya jî şêwaz li dar dixe welew her sê pev re li dar dixînin.
Divê di romanekê de “hest, peroşî(heycan), meraq, derûnî, felsefe” hebe. Ên ku herî kêm di romanê de hest, peroşî, meraq û derûnî bûn. Ne tam heman şêwaz be jî “Leqat”a Receb Dildar û “Spîtama”ya Rênas jiyan di warê mîtos û dîrokê de, hûnandin û herikbariya romanên wan de meraq, hest û heyecan hebûn. Helbet tevnesazî û şêwaza her sê romanûsan cuda ne lê belê di her sêyan de jî mîtos û dîrok serdest in (Pirtirîn jî di Welat Dilken û Rênas Jiyan de). Feqet di Rênas Jiyan de heyecan, hest û meraqdarî hebû, mirov meraq dikir ka encama romanê ew ê çawa biqede an jî dawiya romanê ew ê çi bibe gelo? Di Spîtamayê de ev heyecan, meraq û hest hebûn, di heman demê de di “Leqat”a Receb Dildar jî hebû. Lê belê di “Stêrka Xuricî Ferêt” de em vê heyecan, hest û meraqan pir nabînin welew kêm dibînin. Di romana Rênas Jiyan de jî mijar arkeolojiya dîroka mîtolojiya kurdan bû, û Welat dilken jî arkeolojiya dîroka mîtolojiya kurdan nivîsîbû. Feqet şêwaza wan cuda ne, şêwaza Rênas Jiyan a di romana Spîtamayê herikbar û epîk e, lê şêwaza Welat Dilken şêwazeke lêkolîn û vekolîneke zanistî a mîtolojîk e, a Receb Dildar jî pirtirîn şêwazeke dîrokî û herikbar e. Bi kurtasî a ku di Welat Dilken de kêm bû herikbarî û hest bû. Di her sê nivîskaran de mîtos heye, (Di Leqat’a Receb Dildar de bêtirîn arkelogiya dîrokê heye, mîtos ew qasî ne zêde ye) arkeolojiya zanistiyê heye, lêkolîn û vekolîn heye, serpêêşandin heye. A ku romana Rênas Jiyan û Receb Dildar ji a Welat Dilken vediqetîne “Hest, herikbarî, meraq û heycan e.” Mijara wan çiqas ji hev cuda bin jî di esasê xwe de dişibin hev, nêzî heman mijarê nivîsandine, şêwaz û hûnandin û tevnesaziya wan ji hev cuda ne, jixwe hemû mesele jî ji hevcihêbûn e. Romana Welat Dilken mirov dibêje qey me re li konferanseke zanistî a mîtolîk hem guhdar dike û hem temaşe dike. Mîna mirov gotareke dîrokî a mîtolojîk bixwîne hesteke wisa bi mirov re hîskirin dide. Welhasil hestiyê romanê ji dîrokê, mîtosê, zanistiyê, ji xwenasîn û lixwegerandinê welidiye…

- Stêrkek Xuricî Ferêt / Welat Dilken / Weşanên Peywend / Roman / 120 Rûpel / 2016


