Diyarname
Mebûsa berê ya DEP'ê Leyla Zana ku ji demek berê nexweş bû, ji kîsikê zirav emeliyet bû.
Leyla Zana ev demeke nexweş bû, li Amedê îro di nexweşxaneyeke taybet de emeliyet bû. Zana ku ji ber nexweşiya xwe duh nekarî beşdarî kongreya DTP'ê bibe îro emeliyete derbas kir û niha rewşa wê baş e. Zana dê demeke din li nexweşxaneyê di bin çavdêriya dixtoran de biîne.