___Îhsan Bîrgul___
Pişti nîvroyê, em li pêşiya dikanê rûniştine. Bavê min, got:
- Kurê min, piştî ez malnişîn bûm, ez ê pereyên xwe bidim hev, pê herim hecê.
- Baş e babo. Xwedê nesîb bike înşallah.
Bavê min, malnişîn bû. Sal derbas bûn. Bavo got ka em herin ji bo hecê serî lê bidin. Em çûn fîrmayeke organizasyona hecê. Çend kampanyayê çûyînê danîne pêşiya me. Bavo ya herî buha hilbijart. Çimkî ya herî bi konfor ew bû. Min di dilê xwe de got, “tiştek nake, hemin bavo yê pereyan bide.”
- Bavo! De ka pereyên mêrikan bide, em herin!
- Pereyê çi? Ka meaş têra min dike. Derxe tu bide.
- Tobe estexfurullah tobe!
Min derxist pereyê camêran dayê. Bavo îcar jî got, “Ez nikarim ew qas tiştî ji Erebistanê bînim vir. Were em herin dikaneke tiştên hecê difiroşe, her tiştî ji wir bigirin.”
Tirs kete dilê min. Min got, “Bi Xwedê bavo yê wana jî bixe stuyê min.” Û wisa jî bû. Kijan xurmeya baş be ew bijart, kîjan bêhna xweş hebe ew hilda. Çi minneta wî. Dewla Xwedê serê Ebês, gelî tije ribês. Çi be jî pere ji cêba wî dernayê.
Me her tiştî bavo hal kir û bavo berê xwe da hecê. Pişti bavo gihîşt wir çend roj şun de gotin avahiyek li cihê hecê hilweşiyaye. Me ji bavo re telefon kir, telefona wî girtî bû. Em ketin tatêla bavo. Xew li me herimîn. Roja dîtir, xebatkarê dikanê:
- Min hecî baba di televizyonê de dît. Li oteleke luks bû. Wele kêfa wî ji ya her kesî xweştir bû.
Me xwe bi telefona firmaya hecê xwe gihand bavo:
- Bavo, tu li ku yî Xwedê jê razî? Em ji meraqa mirin.
- Li otelê me kurê min. Vê germê ez ê li ku bim. Tu dibêjî derve qey dojeh e. Germ nîn e agir e, agir.
Heylolo, me jî digot qey tiştek bi bavo hat an jî vê germê li gera tewafê ye. Tu nebêje bavo di van xireciran de li otela hênik kêfa xwe dinêre. Xwedê zanibe belkî çav li jinên ereb bûye.
Rojên wan tije bûn. Bavo qasî çûyîna xwe dîsa bi mesref li me vegeriya. Ser vegera wî re du sê roj derbas bûn, miftiyê navçeyê û du heb mamosteyê olê gotin em ê werin serdana hecî baba.
Ser evarê hatin. Derbasî malê bûn. Bavo hembêz kirin, çûne dest û rûyan. Miftî ji bo bavo pirsî:
- Hecî baba, ka hestên xwe ji me re bêje. Çawa bû hec, çawa derbas bû?
- Xoce, baweriya te bi Xwedê hebe, wexta min lingê xwe avête wir, min got qey ez ketim nava agir. Welatê kurê kerê te digot dojeh e.
- Êê hecî baba?
- Min bi lez û bez berê xwe da otelê. Heta roja tewafê ji hundir derneketim. Qey Xwedê ji min standiye ez derêm.
Rebenê miftî li bendê ye bavo çend tiştên baş ji bo hecê bêje lê bavo her diçe tûjtir dike:
- Roja tewafê hat. Min got heyran çokên min nagirin ez ew qas gavan bimeşim. Ya baş ew e ez li erebeyeke seqetan siwar bim. Min dest ji yekî re ba kir, hat. Çavê wî lê bû pereyekî zêde ji min bistîne. Min dilê xwe de got ez diya merivan digêm. Tu bimirî min ew pere neda te. Min girt tiştekî hindik dayê. Bi erebeya wî gera xwe tam kir.
Diya min, ber xwe de dibêje hecî bo Xwedê tu tiştên pak bêje. Axir mêrikan hatine ji te pirsa hecê bikin. Lê qet guhê bavo lê nîn e:
- Miftî beg, hema tewaf çawa xilas bû ez revîme otelê.
- Tu li cihê din negeriyayî hecî baba?
- Gera çi? Jixwe min bizanibûya ev welatê kurê kerê ew qas germ e, ser de pere jî bidana min, ez nediçûm hecê.
Me li çavê hev nihêrî. Her kesî serê xwe kire ber xwe. Miftî û kesên pê re destûr xwestin, bi tewreke heyirîmayî ji malê derketin.
Diya min vegeriya bavê min:
- Hecî, yaho mêrikan hatine pirsa hecê ji te bikin. Hindik ma ye tu dê û makê mêrikan û yê hecê bêjî.
- Evda Xwedê, min çi dîtiye wê dibêjîm. Pişti vî emrî ji bo hecê derewan bikim? Erebistan agir, hec jî rezalet bû. Ez çi bikim… Qîzê! Ka tasa min ya xurmeyan?
25.05.2026, Agirî
**
Nivîsên Îhsan Bîrgul ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Civata me ya rasta Xelfeliyê
- 8 sal şûn de dîsa vegeriyan ser eslê xwe!
- ‘Keziyên Jinebî’ yên bi destên Gulîzerê hatin hûnandin
- Reqsa peyvan a Herdem Merwanî
- Li ser 'Şeşaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin
- Hestên bi siloganan hatine astengkirin!
- Li Fûara Pirtûkan Mala Sêyemîn
- Teklîfa zewacê û dilopa mîzê
- Girîngiya xebatên tez-pirtûkên bi kurdî
- Sosyalîst û şerîetparêz ne hevkaren kurdan in
- Mistefa Borak: Peeyyyîî! Xorto me tu ji bîr kirî...
- Îdlîb, Heştî Şabî û êrîşa li ber derî
- Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe
- Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan
- 'Birazî ka klamek Şakiro veke'
- Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet
- Ev e bêalîtî; Rewşenbîrên Şîfa dîtin Nûjiyan nedîtin!


