Diyarname
Yek ji entelektuelê fransî, civaknas, filozof û nivîskar Edgar Morin di 104 saliya xwe de mir. Di dema şerê navxweyî yê Spanyayê de wî piştgirî dabû eniya dijî faşîstan.
Edgar Morin roja 8'ê tîrmeha 1921'ê li Parisê hatibû dinê. Navê wî Edgar Mahoum bû. Ew wekî kurê malbateke cihû ku ji Yewnanistanê koçî Fransayê kiriye hat dinê. Wî nexwest bi nasnameya cihû bê nasîn û ji bo xwe digot, "Fransiz, ji Behra Spî û hemwelatiyê dinyayê."
Wî li ser dîrok, erdnîgarî û hiqûqê perwerdehiya xwe temam kir. Wî karê rojnamegerî kir, di nav Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî (CNRS) de kar kir.
Ew di sala 1941'ê de beşdarî Partiya Komunîst a Fransayê bû. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li hemberî dagirkirina Naziyan di nav Berxwedana Fransayê de cih girt. Vê demê paşnavê "Morin" bikar anî û ew bû paşvanê fermî.
Dema wî ji bo rojnamegere amerîkî nivîs nivîsand, bi îdîaya 'Amerîkanparêz' e ji Partiya Komunîst hat avêtin. Dîsa jî her li ser çepgirî nivîsî.
Heta niha bi dehan pirtûkên wî derketibûn. Di sala 2021'ê, di rojbûna 100 saliya wî de wekî vexwendiyê taybet ê Serokomarê Fransayê Macron hat vexwendin.
Morinê piştgirî dabû Filistînê û kirinên Îsraîlê rexne kiribû, ji bo Ocalan jî daxwaza berdana wî kiribû.
JINA WÎ AGAHÎ RAGIHAND
Jina wî sabah Abouessalam Morin agahiya mirina Morin ragihand.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û gelek siyasetmedarên din peyama sersaxiyê belav kirin.


