Diyarname
Kovara “Kurt Tarîhî” bi hejmara xwe ya 49’an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di vê hejmarê de meseleya “Li nav sisayeta global kurd” girtiye dest.
“Kurt Tarîhî” sê mehan carek ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve tê derxistin. Kovarê hejmara xwe ya nû hinek derengî derxist. Hejmara wê ya nû wekî hejmara 49’an a meha tîrmeh, gelawêj, rezberê dawiya payîzê derket piyaseyê ye.
Kovara ku her hejmarê mijareke wekî dosya digire dest di vê mijarê de li ser *Li nav siyaseta global kurd” sekiniye. Edîtorê kovarê Mesut Yegen di nivîsa edîtor de diyar kiriye ku kurd û pirsgirêka kurd her di nav siyaseta navneteweyî de cihek girîng girtiye û ev yek lê zêde kiriye, “Di sala 2003’yan, Şerê Kendavê yê Duyemîn de û paşê di sala 2011’an de bi destpêkirina Şerê Sûriyeyê re girîngiya kurdan a li nava siyaseta navneteweyî girîngtîr bû. Ji DYA’yê heta Rusyayê, ji Yekîtiya Ewropayê heta Çînê kurd û pirsgirêka kurd her ketiye nava çepera aktorên girîng.”
Edîtoriya dosyayê Serhun Al kiriye û Al bi navê “Li serdema nediyariya global de kurd” nivîsek jî amare kiriye. Ew dibêje, “Ji bo kurdên Iraqê salên 1990’an û destpêka 2000’î şertên jeopolîtîk û şertên navneteweyî rê li ber statuya federal bo wan vekir, lê di sala 2017’an de ji bo serxwebûnê şert ne guncan bûn. Li Rojava bi nîqaşa meşrûiyeta Esad û derketina DAIŞ’ê re jeopolîtîka herêmî û navneteweyî bo kurdan bû derfet û de facto statu bi dest xistin. Heman merc dibe ku ji bo kurdên Îranê jî çêbe.”
Di dosyayê de Mehmet Gurses, “Mecbûriyeta Amerîkayê bo kurdan” nivîsiye. Arzu Yilmaz jî berê xwe daye meseleya “Têkiliyên Tirkiye û Rêveberiya Herêma Kurdistanê, Tezkereya 1’ê Adarê û Mebûsên AKP’ê yên Kurd”. Gulistan Gurbey bi pirsa, “Polîtîkayeke kurd ya Yekîtiya Ewropayê heye?” mesele girtiye dest. Sinan Hakan “Di serdema Osmaniya ciwan de kurdên Amerîkayê”, Metin Atmaca jî meseleya “Rêya ku diçû Sevrê” girtiye dest.
Ji bilî dosyayê nivîsên din jî li ser kurdan hatine pêşkêş kirin. Lêkolîner Rohat Alakom “Kurdên romanek Jules Verne” nivîsiye. Verne ku di sedsala 19’an de jiya ye di sala 1883’yan de romaneke bi navê “Kerabanê Înadkar-Çil û Pênc Roj li Dora Behra Reş” ku ji du cildan pêk tê, dinivîse. Alakom li ser vê sekiniye û beşên li ser kurdan ên vê romanê derxistine pêş. Li aliyê din Baran Zenderlîoglu “Bi dîtina biyaniyan Şêx Ubeydullahê Nehrî” û Vahap Coşkun jî “Li sirgunê neteweperestiya kurd: Li Îranê salên neteweperestiya kurdan ên hatine ji bîr kirin” nivîsiye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
GSM 0541 391 81 49
E-mail kurttarihi2017@gmail.com / www.kurttarihidergisi.com


