Enqere
Cîgirê Serokwezîr Beşir Atalay tevî mebûsê AKP'ê yê Enqereyê Yalçin Akdogan, li meclisê çû serdana Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş.
Li gor agahiya ji BDP'ê hate kirin, Atalay di serdana xwe de der barê xebatên erdhejê yên li Wanê de agahî daye Demirtaş.
Demintaş jî "qala kêmasiyên xebatên li ser erdhejê kiriye" û
rexne li hikumetê kiriye.
Demirtaş ji Atalay xwest ku nebûna kordîneya di navbera Walîtiya Wanê û Şaredariya Wanê de bê rakirin û kordîne bê sazkirin.
Atalay jî li ser mijarê gotiye ku ewê waliyê Wanê hişyar bike.
Di vê navberê de AFAD'ê (Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê ya Serokwezîriyê) dagihand ku li gor saet 19.00'an a 25'ê mehê hejmara miriya gihîştiye 459'an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 1352'yan.
**Nûçeyên eleqedar:
- Barzanî mîlyon dolarek alîkarî da Wanê
- BDP dibe alîkar, dewlet dibe asteng!
- Ji Wan û Erdîşê notên rojekê (24.10.2011)
- 13 rojnameyan ev wêne weşand
- ÇGD: Dawî li nijadperestiyê bînin
- Yuzde Yuz Futbol ji bo Wanê kurt dom kir
- Çapemeniya tirk û erdheja Wanê
- Li ser erdheja Wanê agahiyên nû
- Şaredariyên BDP'ê ji bo Wanê seferber bûn
- Saet 19.00: Li Wanê hejmara miriyan zêde dibe
- Şaredarê Erdîşê: Em bi lezgînî li benda alîkariyê ne
- Dîroka erdhejên ku li Wanê pêk hatine
- Saet 16.00: Agahiyên dawî li ser erdhejê
- Saet 15.00: Li Wanê 50 birîndar hene
- Saet: 13.61, li Wanê erdhej çêbû